ENQERE -Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê.
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih digirin, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê di roja pêncşemê de biçin Girava Îmraliyê.
Piştî avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara ewil e dê şande biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.
Tê payin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de têkildarî xebatên komîsyonê û pêvajoya çekberdanê peyamên girîng bide.