DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin

  • rojane
  • 12:10 15 Sibat 2022
  • |
img
AMED - DBP û TJA'yê bi daxuyaniyên nivîskî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan banga "mezinkirina rêkoşînê" kirin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê salvegera 15 Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên navneteweyî ve bi komployekê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî da û kopmloye şermezar kir. DBP'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên navneteweyî ji bo armanca xwe ya Rojhilata Navîn Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan ji xwe re asteng dibînin û wiha got: “Di ser komploya navneteweyî re 23 sal derbas bûn. Birêz Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve ji paytexta Kenyayê Naîrobî anîn Tirkiyeyê û vê yeke bi binpê kirina hiqûqa navneteweyî û gerdûnî pêk anin. Hêzên navnetewî yên ku dixwestin  Rojhilata Navîn bi rêya şer û kaosê li gor bercewendiyên xwe dizayn bikin, tevgara azadiya Kurd  li pêşiya vê armancê weke astenga herî mezin  dîtin û xwestin bi rêya vê komployê tasviye bikin.”
 
PIŞTGIRYA GELAN KOMPLOYÊ PÛÇ KIR
 
DBP'ê diyar kir ku koplo bi piştgiriya gelan ve hatiye pûçkirin û wiha ev tişt got: "Bi hewldan û têkoşîna birêz Ocalan û piştgiriya gelan komplo hat pûçkirin. Nişaneya vê yeke jî têkbirina DAİŞ’ê û avakirina şoreşa Rojava ye. Her wiha desthiladariya AKP’ê ya ku îro bi tecrîdê dixwaze vê komployê bidomîne di pêvajoya çareseriyê de bû şahidê  bandor û giringiya fikrên birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de bandora hêviya aştiyê; bi awayekê erênî  di warê aborî, civakî û siyasî de li hemû welat rû da.”
 
TECRÎDÊ KÛR DIKIN
 
DBP'ê di daxuyaiya xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: " Desthilata AKP'ê ji tirsa ku fikrên Birêz Ocalan bigihêje raya giştî, tecrîd kûrtir kir û ev tecrîda sîstematîk li hemû qadên jiyana civakî belav bû. Êrîşên  li dijî partî û hêzên demokrasiyê zêde bûn. Bi rêya qeyûman  şaredariyên HDP'ê hatın desteserkirin.  Zext, zordarî û bi hezaran binçavkirin û girtin pêk hatin û pêk tên. Girtiyên siyasî yên ku cezayê wan bi dawî bûye, bi hincetên cuda yên ku tu bingehên wan ên hiqûqî nînin, bi awayekî keyfî di girtîgehê de tên girtin, Tevî raporên ku girtiyên nexweş nikarin li girtîgehê bimînin jî bi zanebûn nayên berdan û qanûna dijminatiya li girtiyan tê sepandin. Hem şert û mercên siyasî û aborî yên hundirîn û hem jî kriza mezin a navneteweyî  hikûmeta AKP’ê , li hemberî Kurdan hîn bêhtir êrîşkar dike.”
 
NAVŞÎNA ÇARESERYE OCALAN E
 
DBP'ê destnîşan kir ku navîşana çareserkirina Pirsgirêka Kurd Ocalan e û ev tişt got: "Guherandina rojeva siyasî ya hundirîn êrîşên xwe yên li ser Rojava  didomîne û bi êrîşa li ser Kurdan hewl dide hemû têkçûnên xwe yên hundir û derve veşêre. Ev yek jî bi awayekî aşkere nişan dıde ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin Tirkiye nikare ji pirsgirêkên xwe yên siyasî, aborî û navnetewî xelas bibe. Navnîşana çareserkirinê jî diyar e, hewldanên birêz Öcalan ên di warê demokrasi û aşitiyê de berbiçav in.  jı bo ku ev hewldan û xwestek pêk werin divê deriye Îmralî’yê bê vekirin  lê tecrîda li dijî Birêz Ocalan ku hê  mînakeke mezin a bêhiqûqiyê ye, didome. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd divê rêz li hiqûqê bê girtin û tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin.”
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de DBP'ê komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
 
KOMPLO BI TECRÎDÊ DIDOME
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kurd Ocalan ji xwe re weke "rêber" qebûl dikin û bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û ev tişt got: "Ji roja destpêkê ve birêz Ocalan komployê dîtiye û rexmî hemû bêderfetiyên xwe jî ji bo vala derxistina komployê têkoşîn daye. Tê xwestin komplo bi tecrîdê bê domandin. Tecrîd ferzkirineke navneteweyî ya dijî çareseriyê ye. Em jin careke din komploya 15'ê Sibatê, hêzên tarî û kûr ên li pişt wê nelet dikin. Komplo li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê dibe sedema şer. Di serî de hevalên me yên li zindanê em jin û gel li dijî tecrîdê têdikoşin. Dengê li zindanê li dijî tecrîdê bilind dibe dengê banga azadî, demokrasî, edalet û maf e."
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Di berdewama daxuyaniya xwe de TJA'yê, destnîşan kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û ev nirxandin kir: "Wê gelên Rojhilata Navîn, jin û kurd bi azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re bigihîjin azadî û demokrasiyê. Em banga xwe ya ji bo rakirina tecrîdê careke din dubare dikin. Em bang li jin û gelê kurd dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê rakin. Diyar dikin ku em ê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/02/2022
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan