ÎZMÎR - Îsa Can Bîler ê ku bi çekan êrişî Nûnertiya Evrenselê ya Îzmîrê kiribû, hate girtin.
Îsa Can Bîler ê ku di 13’yê Tebaxê de bi çekan êrişî Nûnertiya Evrenselê ya Îzmîrê kiribû, ji ber sûcên “gefa biçekan” û “çeka bêruxset” hate girtin. 2'yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Îzmîrê, der barê Bîler ê ku piştî êrişê hatibû binçavkirin de biryara girtinê dan.
‘EZ SERXWEŞ BÛM’
Bîler, îfadeya xwe ya li Emniyetê li Dadgehê jî dubare kir û ev îdiaye kir: "Tu dijminatiyeke min a bi rojnameya Evrenselê re tune. Kesî ji bo êriş ez teşwîq nekirime. Tu armanceke siyasî ya êrişa min nîne. Ez di wê demê de serxweş bûm. Ji ber vê êrişê poşman im.”
Îbrahîm Halîl Yapici yê ku êrişkar bir cihê bûyerê û piştî bûyerê jî êrişkar ji cihê bûyerê bir jî rojek binçavkirî ma û hate berdan.