‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'

  • rojane
  • 09:02 17 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê dîtin û got: "Ev paradîgma nirxên cewherî yên civakê didin der û dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe." 

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in bi awayekî girankirî didome. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî tên astengkirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan Girava Îmraliyê veguherandiye grava berxwedan, têkoşîn û demokrasiyê. 
 
Omer Ocalan, destnîşan kir ku komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan, bi awayekî organîzekirî hatiye çêkirin û tiliya gelek dewletan di vê komployê de ye û got: "Divê em bi vê zanibin. Di anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê de tenê berpirs ne dewleta tirk e. Ne hêza Tirkiyeyê ne jî kapasîteya wê têra vê nedikir. Piştî hin bazarên navdewletî hin hin şert li Tirkiyeyê hatin ferzkirin û Birêz Ocalan di 15'ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê hatin kirin." 
 
‘ÎMRALÎ GIRAVEKE BERXWEDANÊ YE'
 
Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan di 23 salan de Girava Îmraliyê veguherandiye girava demokrasî, têkoşîn û berxwedanê û fikirên wî jî li Rojhilata Navîn pir tên nîqaşkirin û axaftin. Ocalan got: "Birêz Ocalan, li Tirkiyeyê û Kurdistanê wekî aktorekî siyasî yê mezin rola xwe diparze. Gava pêwendî pê re tê danîn û fikirên xwe bi raya giştî re parve dike jî, di pozîsyoneke wisa de ye ku hemû hesasiyetên aliyan dide der." 
 
‘TECRÎD ZIRAREKE MEZIN DA TIRKIYEYÊ'
 
Ocalan, bibîr xist ku tecrîda li Girava Îmraliyê niha bi astengkirina hevdîtinên malbatê û parêzeran re kûrtir bûye û ev tecrîd zirareke mezin dide Tirkiyeyê. Ocalan got: "Tecrîdê, pirsgirêkên di navbera gelan de kûrtir kir. Ger di mekanîzmaya dewletê de lêgerînek ji bo çareseriyê û helwesteke demokratîk hebûna, dê ev lêgerîn bi awayekî li bara civakê bûbûna xwedî beranberiyek. Lê di çarçoveya Birêz Ocalan û dijminatiya li hemberî kurdan de sirf ji bo konsolîdekirina hin derdorên netewperest, blokajek afirand û sedemeke herî mezin a rewşa niha ya Tirkiyeyê jî ev e." 
 
KRÎZA ABORÎ
 
Ocalan, destnîşan kir ku Tirkiye di nav krîzeke aborî ya mezin de ye û sedema vê krîzê jî ew e ku dewlet hemû derfetên xwe yên aborî di şerê li hemberî kurdan de û ji bo tecrîda li Îmraliyê bi kar tîne. 
 
Ocalan, got: "Di şexsê Birêz Ocalan de hemû muxalif û derdorên din tên tecrîdkirin." 
 
BERTEREFKIRIAN TECRÎDÊ
 
Ocalan, anî ziman ku di pêvajoya dawî de Tirkiye ketiye nav krîzeke siyasî û got: "Bûye korerêyek. Biryarê DMME'yê yên derbarê Birêz Ocalan û girtiyên din ên cezayê muebeda giran li wan hatine birîn de hene. Heger hûn nikaribin li welêt îstikrarê çêbikin û hûn veguherin pergaleke otorîter, dê encamên vê yên aborî, civakî û siyasî hebin. Xelasiya ji vê jî berterefkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Divê heyet, rojnamevan û akademîsyen biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin." 
 
ÎQTIDAR DITIRSI
 
Ocalan ku got "Îqtidar ditirse ji fikirên Ocalan ku li cîhanê belav dibin" destnîşan kir ku fikirên Abdullah ocalan yekîtiya civakî esas digirin û ev yekîtî jî li dor nirxên demokrasiyê ne. 
 
‘DÊ KURD BIBIN XWEDÎ STATU'
 
Ocalan, anî ziman ku di vê sedsalê de kurd dê bibin xwedî statuyek mutleq û got: "Rojhilata Navîn û Kurdistan dê di sedsala 21'ê de şikil bigirin. Li vê erdnîgariya ku her kes bi awayekî qismî be jî şerê wekaletê dike, Birêz Ocalan pir zêde xwedî bandor e. Sedemeke tecrîdkirina Birêz Ocalan jî ev e. Dê cîhan û Rojhilata Navîn bi vî awayê rêvebirinê neçe. Ji bo Birêz Ocalan daxilî vê pêvajoyê nebe çi ji destê wan tê dikin. Tirkiye jî di vir de gardiyanî û notirvaniyê dike. Lê hewldanên wê bêhûde ne. Ev paradîgma nirxên cewherî yên civakê didin der û dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibin." 
 
KOMPLO
 
Ocalan, destnîşan kir ku bandora Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê dîtin û ev yek her diçe berfirehtir dibe. Ocalan got: "Berbelavbûna vê bandorê, hêdî hêdî qewîbûna sazûmaniya li Rojavayê, li gelek deverên cîhanê sûdgirtina ji pirtûkên Birêz Ocalan û di şertên tecrîdê de jî ji aliyê wî ve domînekirina siyasetê hemû nîşan didin ku komplo pûç bûye." 
 
TECRÎD
 
Ocalan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê jî tevî Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan tên tecrîdkirin û got: "Gelên Tirkiyeyê niha di nav krîzeke aborî ya pir mezin de ne. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ewilî li ser kurdan hat pêkanîn û niha hêdî hêdî li ser gelê tirk jî tê pêkanîn. Îqtidar pirsgirêkên civakî bi hestên neteweyî konsolîde dike. Teqez divê gelên Tirkiyeyê berbayî vê lîstikê nekevin. Li vî welatî rastiyeke wekî ya şer heye û divê gelê tirk di çareserkirina demokratîk de israr bike." 

Sernavên din

17/02/2022
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan