Bi biryara dadgeriyê kameraya veşarî li komeleyê hatiye bicihkirin

  • rojane
  • 09:04 14 Kanûn 2022
  • |
img
EDENE - Di lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, dozger bi kameraya veşarî û amûrên guhdarîkirinê yên ku bi biryara dadgeriyê li avahiya komeleyê bi cih kirine, hemû xebatên komeleyê wekî delîlên sûcî hesibandine. 
 
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, ya bi îdiya "endamtiya rêxistinê" û "xebatên li ser navê rêxistinê" ya der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, di 27'ê Hezîranê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê polîsan avêtibû ser malan. Di avêtina ser malan de Cîgira Şaredariya Seyhanê Parêzer Fûnda Bûyrûk, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Yildiz jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî di 7'ê Tîrmehê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Ayşe Irmak, Mehmet Sarûhan û Mûrat Gurbuz hatibûn girtin û 33 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. 
 
DER BARÊ 24 KESAN DE ÎDIANAME
 
Dozgeriyê ku lêpirsîna xwe temam kir, der barê 13 kesan de biryara neşopandinê û der barê 24 kesan de jî (Abdûllah Ayav, Ahmet Akdogan, Ahmet Yildiz, Ayşe Irmak, Emetûllah Akçara, Enver Guler, Evîn Ozbay, Fûnda Bûyrûk, Hêlîn Kaya, Îlyas Arzû, Jiyan Aslan, Jiyan Savci, Mahsûm Ûzûn, Mazlûm Gok, Mehmet karakiş, Mehmet Sarûhan, Mehmet Emîn Solmaz, Mehmet Saît Dîkmen, Mûrat Gurbuz, Sever Ûzûn, Sûat Ekîn, Şîlan Tûgra, Şîrvan Aksoy, Vakkas Dûrgût) bi îdiaya "endamtiya rêxistin", "propagandaya rêxistinê", "beşdariya li civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê", "xitimandina trafîkê" û "kirîna çek û fîşekên bêruxset û peyda kirina wan" îdianame amade kir. Îdianameya 436 rûpelî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Edeneyê ve hat qebûlkirin. Doza ewil a danişînê dê di 13'ê Adarê de bê lidarxistin. 
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku bi hinceta biryara bi dîroka 10.02.2022'yan a Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3'yan a Edeneyê û gumanbar Mehmet Sarûhan li komeleyê kamerayên veşarî û amûrên guhdarîkirinê hatine bicihkirin. Li gor kameraya veşarî û amûrên guhdarîkirinê yên li komeleyê hatine bicihkirin hemû xebatên komeleyê wekî delîlên sûcî hatine hesibandin. 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

17/12/2022
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
12:21 Parêzerê rojnamegerên girtî Temûr: Dê hewldana bidestxistina delîlan vala derkeve
12:14 Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir
12:13 Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe
11:53 ‘Ciwan wê tecrîdê rakin û şer bidin sekinandin’
11:51 Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin
11:32 Eksîk: Li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye
11:19 Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye
10:27 ‘Jina rêxistinbûyî dikare li dijî qirkirin û tundiyê bisekine’
09:03 Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye?
09:02 Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin
09:01 ‘Bi qedexeyan dixwazin kurdî bidin jibîrkirin'
09:01 Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN
14/12/2022
23:24 Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin
20:45 2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:23 'Em feraseta ku jinan û zarokan tune dihesibîne qebûl nakin'
19:36 Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin
18:50 Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir
18:22 Şaredariya Dersimê: Armanca qutkirina ceyranê astengkirina xizmetê ye
17:12 Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin