Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e

img
AMED - Fînala Newrozê sibê dê li Amedê bê kirin. Parlamenterên HDP'ê destnîşan kirin ku Newroza îsal hem ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navî pir girîng e û gel vexwandin qada Newrozê. 
 
Li Amedê gel, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, ked û pîşeyî ji bo fînala Newrozê amade ne. Newroza îsal dê bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem Azadî” sibê li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê bê pîrozkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Aktîvîsta TJA'yê Gulistan Sonuk, Siyasetmedar Ahmet Turk û Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç wek axiver dê tev li Newrozê bibin. 
 
Her wiha hunermend Şêrzat, repbêj Reqso, Ronî Artîn û Sîmyager, Koma Aryen û Grup Îsyan Ateşî jî li ser dikê dê bistrên. 
 
Parlamenterên HDP'ê gotin: "Newroza îsal hem ji bo birêz Abdullah Ocalan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn pir girîng e."  
 
BERPIRSIYARÎ
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn got: "Her sal bi kelecaneke mezin me qadên Newrozê tije dikir, lê îsal em ê bi xemgîniyeke mezin biçin qadên Newrozê. Em ê bi dûrîşmeya 'Her der Newroz, her dem azadî” Newrozê peşwazî bikin. Em ê bi cilê reş biçin qadê û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Ev Newrozeke gelekî girîng e. Em ber bi hilbijartinê ve diçin. Di pêvajoyeke wiha de ku erhej çêbû û tecrîdeke giran li ser Tirkiye û Kurdistanê heye em Newrozê pîroz dikin. Banga min ji bo gelê Amedê; roja sêşemê saet di 10:00'an de werin qada Newrozê û bi serfirazî biqîrin 'her der Newroz, her dem azadî.' Di her Newrozê de dirûşmeyek derdikeve holê. Divê her kes ji bo birêz Ocalan rol û misyona xwe bileyîze. Newroza îsal hem ji bo birêz Ocalan, hem ji bo Rojhilata Navîn û azadiya Kurdistanê gelek muhîm e."
 
'EM Ê BIRÎNÊN XWE BICEBIRÎNIN'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş jî diyar kir ku Newroza 2023'yan ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye û hemû gel vexwand qada Newrozê. Taş bibîr xist ku ew Newrozê di bin siya erdhejê de pêşwazî dikin, lê di Newrozê de rêya bi hev re cebirandina birînan bi piştevanî û beşdariyeke xurt pêkan e. 
 
LI DIJÎ TECRÎD Û ÎNKARÊ NEWROZ
 
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî got: Newroz ji bo gelê kurd berxwedan e. Bi taybetî jî Newrozên Amedê bi beşdariya bi milyonan xwedî girîngiyeke mezin in. Belkî ji ber kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi coş neyê pîrozkirin, lê ez bawer dikim ku dê gelê me qadan tije bike û li dijî tecrîdê, pergalê û înkarkirin berteka xwe nîşan bide û ruhê serîhildanê bide der. Em tevî gelê xwe li qadê Newrozê pîroz bikin." 
 
PEYAMA OCALAN A 2013'AN 
 
Parlamenterê yê Amedê HDP'ê Îmam Taşçier jî wiha got: "Newrozê her sal peyamên xwe cuda daye. Di Newroza Amedê de jî her dem payemên cuda hatine dayin. Di 2013’an de jî nameya birêz Ocalan hat xwendin û hat pejirandin. Daxwaz jî di Newrozê de yek bi yek hatin gotin. Em li pişta wan daxwaza ne, em dixwazin gel li ser axa xwe desthilatdar be û bi aştiyekê ev pirsgirêka kurd çareser bibe. Yekîtiya gelê kurd pêwîstiyek e. Heta ku gelê kurd yekîtiya xwe ava neke bi ser nakeve. Em dixwazin Newroz bibe gavek ji bo yekîtiya gelê kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê. Em bi vê yekîtiya xwe bi dest bixin. Dîsa qîmeteke vê Newroza 2023’yan heye, sed saliya Lozanê ye. Em dîsa jî seda sal in dibin bandor û dagirkeriya dewletan de ne. Em dixwazin di vê sedsalê de ji vê dagirkeriyê azad bibin. Li ser axa xwe em xwe îdare bikin. Em bi vî awayî li Newrozê dinerin. Em dixwazin gelê kurd, gelê Amedê were Newrozê. Di Newrozê de em ê peyamên xwe yên ji bo azadiyê û wekhevîyê bidin û ev Newroz bila bibe destpêka yekîtiya gelê kurd."
 
 MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

08/04/2023
16:05 KCK'ê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
15:52 Hat xwestin ku astengiya li pêşiya tedawiya girtiyê nexweş Bîngol bê rakirin
15:48 ‘Bi kîjan hişî girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye’
15:22 Malbata Şenyaşar: Hikumeta ku qêrîna me ya edaletê nabihîze dê winda bike
15:00 Tifaqa Ked û Azadiyê li ser pisûlaya dengan di rêza 9’emîn de ye
14:50 Tifaqa Ked û Azadiyê: Gotin xelas dem dema çalakiyê ye
14:47 Xizmên Windayan çalakiya xwe domandin: Kujer li ku ne?
14:39 Partiya Çepên Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir
14:27 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye
13:43 Agahî ji zarokê 13 salî ê di erdhejê de winda bû nayê girtin
13:32 Iraq dê têkildarî êrişa li Silêmaniyê komîsyonê ava bike
13:20 Li Dêrsimê agahî ji xebatkara şaredariyê nayê girtin
12:56 Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
12:44 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê
12:34 Salih Muslim: Hilbijartin dê rasterast bandorê li Rojava bike
12:33 Mazlûm Ebdî: Piştgiriya YNK’ê ya bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
12:23 Li Wanê ‘Rojên Muzîkê yên Aryenê’ dest pê kirin
12:12 Di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li zarok kirin?
11:46 Jinên Amedî di 14’ê gulanê de guhertinê dixwazin: Em nikarin sifreyê deynin
11:40 Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike
11:27 Siyasetmedarên li başûr êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin
10:59 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji hilbijartinan bi serkeftinê derkevin
10:57 Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin
10:48 Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye
10:17 Gelo li Serhedê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bibe wê tesîrê çawa li encamê bike?
10:06 Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin
10:04 ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye
09:58 Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake
09:45 QSD: Agahiyên der barê armancgirtina Mezlûm Ebdî de ne rast in
09:38 Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye
09:15 Malbatên girtiyên nexweş: Deriyên zindanan vekin
09:02 Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike
09:01 Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye!
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'YAN
07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin
15:09 Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
14:05 Li Hambûrgê konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' didome
14:01 Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin
13:52 Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin
13:51 Tifaqa Ked û Azadiyê dê mutabaqata hilbijartinê eşkere bike
13:09 Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da
13:00 Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan
12:50 Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
12:15 Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!
12:04 Li Wanê ji 15 kesên binçavkirî 8 kes hatin berdan
12:03 MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet
11:40 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:39 Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin
10:42 Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk: Îdiaya me heye ku em rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20
10:15 'Ji bo çareseriyê divê Partiya Çep a Kesk bi xurtî ji hilbijartinê derkeve’
09:37 Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin
09:14 Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan
09:04 Li Egeyê amadekariyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk
09:03 Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin
09:03 Serokê Baroya Êlihê Şenses: Şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn
09:02 Mexdûrê erdhejê: Wê ev toz me bikuje
09:02 Qeyûm îhaleyên 'rêyên muhtelîf' da heman fîrmeyan
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN
06/04/2023
23:20 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin
23:13 Ferît Şenyaşar: Em ê bi hev re darazê azad bikin
23:09 Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin
20:53 Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan
20:05 Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin
19:28 YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt
17:45 Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine
17:41 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
17:31 Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê
17:14 Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin
16:41 Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
16:26 Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin
16:22 Êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
16:07 Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin
15:38 Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir
15:34 HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke
15:30 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir
15:24 7 kes hatin berdan
15:23 Bayindir: Di 14’ê Gulanê de serkeftina kurdan wê ezamet be
15:23 Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin
14:22 Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin