NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê li Xezeyê êrişî welatiyên li benda alîkariyê kir û di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin.
Artêşa Îsraîlê êrişî welatiyên Filistînî yên li nêzî Korîdora Netzarîmê ya li başûrê Xezeyê li benda alîkariyê bûn, kir. Di êrişê de herî kêm 25 Filistînî hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî hinek agahiyan, 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku dema welatiyên Filistînî ji bo wergirtina alîkariyên Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê (GHF) ku ji hêla şîrketa leşkerî ya DYA’yê ve hatiye avakirin, diçûn noqteya belavkirinê rastî êrişê hatine.
Artêşa Îsraîlê, li gel êrişa li Netzarîmê, her wiha êrişê konbajarê El Mevasî yê li Han Yunusê ku dikeve başûrê Xezeyê jî bombebaran kir. Di êrişê de 4 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.