Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e

img
SEMSÛR - Namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglu bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: "Li Herêmên erdhejê ya herî girîng ewlehiya sindoqan e. Divê hemû partiyên muxalif bi peywîrdarên sindoqan û muşahidan sindoqan biparêzin û rê nedin şaîbeyan."
 
Semsûrê ku bandoreke gelekî mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê girt, di bin bandora erdhejê de hilbijartinên 14'ê Gulanê pêşvazî dike. Li gor daneyên Lîjneya Hilbijartinên Bilind (YSK) li Semsûrê 399 hezar 125 hilbijêr û hezar û 452 sindoq hene. Lê ji ber ku gelek welatiyên Semsûrê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û gelek welatî jî ji bêgavî koç kirine, pirsnîşana herî mezin ewlehiya sindoqan û dengdayina welatiyên li dervayî bajêr e. 
 
Namzetên parlamenteriyê yê Semsûrê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglû der barê ewlehiya sindoqan û dengdayina semsûriyên li derveyî bajêr pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
EWLEHIYA SINDOQAN
 
Alî Kenanoglû bi lêv kir ku li cihên erdhejê ji pirsnîşanên girîng yek jê jî ewlehiya sindoqan e û ev tişt gotin: "Di warê hilbijartinê de pirsgirêka herêmên erdhejê yek jê jî dengdayina welatiyên li dervayî bajêr e. Ji aliyekî vê êşa mirovan heye, ji ber wê hilbijartin wê pri ne di xema wan de be. Lê ger welatiyên li dervayî bajêr têkiliyê bi partiya me re deynin, li ku bin em ê wan bînin Semsûrê û piştî dengdayînê em ê cardin wan bibin cihê wan. Ya din jî ewlehiya sindoqan e. Helbet li herêmên erdhejê gelek tiştên bi şaîbe diqewimin. Duh ji navçeya Kolikê ya Semsûrê agahiyek hat ber destê me ku li ser cihekî vala 160 hilbijêr hatine qeydkirin. Me ev yek demildest tespît kir û ew qeyd jêbirin. Gelek tiştên bi vî rengî diqewimin. Lê pêşîgirtina li van tiştan jî divê hemû partiyên muxalif bi peywirdarên sindoqan û muşahidan sindoqan biparêzin û rê nedin van tiştan."
 
'HESAP BIPIRSIN'
 
Kenangolû destnîşan kir ku berpirsê karesata erdhejê desthilata AKP-MHP'ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî erdheja Xarpetê li parlamentoyê komîsyona erdhejê hat avakirin û ez jî di nav de bûm. Li ser erdhejê jî lêkolînên me bûn. Ev erdhej diyar bû, dihat zanîn ku dê li vê herêmê erdhejeke bi vî rengî çêbibe. Lê tevî vê yekê jî desthilatê tu tevdîr negirtin. Berpirsê vê karesata erdhejê desthilata AKP'ê bû. Ji ber ku tevdîrên pêwîst negirtin, karesateke wisa çêbû. Bandora erdhejê ji ber wê mezin bû û ew qas kesan jiyana xwe ji dest dan. Semsûr hatibû jibîrkirin. Lê gelê Semsûrê vê desthilata ku ew jibîr kiribû, dê di hilbijartinan de ji bîr neke û dê li ser sindoqan hesap ji desthilatê bipirse. Pişt rê jî em ê bi awayekî hiqûqî hesab bipirsin. Ji ber wê jî divê mexdûrên erdhejê tevlî hilbijartinan bibin û hesab ji vê desthilatê bipirsin." 
 
'EM Ê JINÛVE AVA BIKIN'
 
Kenangolû anî ziman ku heke di vê hilbijartinê de 100 parlamenterên Partiya Çepên Kesk çêbibin, ev yek dê ji bo jinveavakirina bajarên bandor ji erdhejê girtine dê roleke diyarker bilîze û wiha got: "Li vî bajarî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û yên ku jiyana xwe ji dest nedane jî, bi mehan di konan de ne û siberoja wan jî nediyar e. Li vî bajarî ne tenê avahî hilweşiyan, di heman demê de mirovan karê xwe winda kirin û dibe ku di siberojê de pirsgirêkên aborî jî rû bidin. Yanî erdhej ne tenê hilweşiyana avahiyan e, bajarek ser û bin bû. Heke Partiya Çepên Kesk 100 parlamenteran bişîne meclisê, wê di warê çêkirina qanûnan de xwedî roleke diyarker be. Wê deme jî dê Partiya Çepên Kesk bi gelê Semsûrê re jinûve bajêr ava bike. Wê demê dê kes nikaribe bi serê xwe bajêr ava bike. Ji ber ku bajar ne tenê avahî û tax in, di heman demê de çand  û dîrok in jî. Ji ber wê jî divê li gor çand û dîroka bajêr, bajar bê avakirin. Ne tenê avakirina bajêr, avakirina jiyana mirovan jî helbet. Em ê bi fikrên welatiyên Semsûrê bajêr ava bikin." 
 
'JI BO RANTÊ CIHÊ BAJÊR DIGUHERÎNIN'
 
Kenanoglû bal kişand ser TOKÎ'yên ku li derveyî navenda bajêr tên avakirin û ev tişt anîn ziman: "Niha dibêjin vir ji bo bajêr ne ewleye, 'em ê bajêr bibin cihekî din ava bikin.' Destpêke wisa bikirina dibû, lê niha êdî derfetên teknolojiyê pir in. Bajar li ser behrê jî ava dibin ji ber wê jî bila êdî tu kes ji me re nebêje li vir bajar nayê avakirin. Jixwe li cihê çandiniyê bajar ava kirine û cihên çandiniyê xira kirine. Lê ne ji bo ewlehiyê, ji bo rantê cihê bajêr diguherînin. Her wiha mijareke girîng jî ku me piştî erdheja Xarpêtê dît, avahiyên ku piştî erdhejê çêkirin, bi deyn firotin mexdûrên erdhejê. Ji ber vê yekê em ê pêşî li vê yekê jî bigrin. Divê hemû mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan hilweşiyane bê perê xaniyekî bigrin. Em weke Partiya Çepên Kesk vê pêvajoyê bişopînin û ji bo welatiyan çi ji destê me were em ê bikin."
 
'ARMANC BIBIN PARTIYA YEKEM'
 
Kenanoglû diyar kir ku armanca wan li Semsûrê bibin partiya yekem û axaftina xwe wiha qedand: "Ji ber ku avaniya Semsûrê ya çand û dîrokî li gor Partiya me ye. Ji bo vê divê em bixebitin, xwe bi welatiyan bidin fêmkirin. Ya ku avaniya bajêr biparêze Partiya Çepên Kesk e. Divê em vê yekê bi gel bidin fêmkirin. Heke em vê yekê bi gel bidin fêmkirin, em dikarin ji vir bibin partiya yekem û 3 parlamenteran derxînin. Em dixwazin bi 3 parlamenteran Semsûrê temsîl bikin."  
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

11/05/2023
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da
13:12 246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk
13:00 CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin!
12:31 Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk rabû: Ev baweriya qedîm dê we bişîne
12:25 Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye
11:41 Dovîz rabû, TL bêqîmet bû
10:58 Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 508 hezar kesan
10:50 Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê
10:50 ‘Mafê hemû hilbijêran heye ku sindoqan biparêzin’
10:36 Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir
10:25 Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir
10:19 Namzetê AKP’ê yê ‘edalet’ ji bîr kirî
10:18 Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê 4 hezar û 470 hilbijêran bibe Kurdistanê
09:57 Sirri Sakik: 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye
09:56 Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê
09:31 Li Îdirê bayê Partiya Çepên Kesk: 2-0
09:19 Li ber zextan serî rakir û niha jî namzet e
09:05 Eksîk: Dengek dikare pêşî li ber desthilatê bigire
09:04 4 roj man: AKP-MHP'a ku li qadê têk çûye, divê ji sindoqan derneyê
09:02 Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere
09:01 Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN
09/05/2023
23:05 Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin
20:55 Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin
20:48 Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin
19:02 Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê
18:49 Ji 304 kesan banga hevpar a ji bo hilbijartinê
18:28 Piştî mîtînga Nisêbînê polîsan êriş bir ser ciwanan
17:28 Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin