AMED - Hevserokê GOÇ-DER’ê Mûrat Sari bi bîr xist ku bi milyonan kes neçarî koçberiyê hatine kirin û got: “Em mafên xwe yên hatine xespkirin, gundên me yên hatine velakirin, malên xwe me yên hatine şewitandin û civaka xwe ya ji hev hatiye parçekirin dixwazin.”
Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) bi wesileye 14 û 20’ê Hezîranê Hefteya Koçberiyê, li ÇandAmedê panel li dar xist. Komeleyê bi sernavê “Bi vegera gundên xwe em jiyaneke birûmet û demokratîk ava dikin” panel li dar xist. Di panelê de endam û nûnerên saziyên civakî û gelek welatî beşdar bûn. Hevberdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê Cemîle Turhalli, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, aktivîsta TJA’yê Hulya Alokmen û Selma Aslan axivîn. Panel, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Ewil Hevserokê Komeleya Koçberiyê Mûrat Sari axivî û destnîşan kir ku ew ji bo mafê xwe yê vegera axa xwe li vir in û got: “Jiyana li ser ax û warê xwe mafê sereke yê mirovahiyê ye. Aştî bi jiyaneke rûmet a li warê xwe pêkan e. Em mafên xwe yên hatine xespkirin, gundên me yên hatine velakirin, malên xwe me yên hatine şewitandin û civaka xwe ya ji hev hatiye parçekirin dixwazin.” Piştî axaftina Mûrat Sari, sînevîzyoneke der barê koçberiyê de hat pêşandan.
‘DIVÊ JI BO VEGERA GUNDAN XEBAT BÊN MEŞANDIN’
Parêzer Cîhan Aydin ku moderatoriya panelê kir, bal kişand ser pêvajoya heyî û got: “Ev xebat gelek giring e. Berê gelek kes ji ber ku gundên wan hat şewitandin koçî bajaran kirin. Îro em hejmera wan kesan nizanin. Divê di vî aliyê de xebat bê kirin.”
3 HEZAR Û 700 GUND HATIN ŞEWITANDIN
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz jî anî ziman ku koçberiya bi zorê binpêkirina mafan e û wiha domand: “Sedema binpêkirina mafan koçberî ye. Sedema koçberiyê jî şer e. Li erdnigariya me ji ber şer xweza talan bû û mirovan koç kir. Desthilatê bendav çêkir û ax di bin avê de hişt. Di salên 90’î de ji ber şerê li herêmê bi hezaran kes koçber bûn. Di şerê li herêmê de 3 hezar û 700 gund û mezra hatin şewitandin û 2 milyon kes koçber bûn. Di salên 2015 û 2016’an de dîsa ji ber şer gelek kes hatin koçberkirin.”
‘YEK JI SEDEMÊN KOÇBERIYÊ JÎ POLÎTÎKAYÊN ÎKTÎDARÊ NE’
Aktîvîsta TJA’yê Selma Aslan jî li ser bandora koçberiyê û bajarbûnê axivî. Selma Aslan, diyar kir ku sedema koçberiyê bajêr gelek in û got: “Yek ji sedema koçberiya ber bi metrepolan jî polîtîkayên desthilatê ne. Piştî salên 1990î welatî ji ber şer gund û warên xwe terk kirin û koç kirin.”
‘DEWLET BI RÊYA KOÇBERIYÊ HEWL DIDE KURDAN ASÎMÎLE BIKE’
Parêzer û Berdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî li ser mijara “Koçberî û ziman” axivî. Cemîle Turhalli, destnîşan kir ku tevahiya dewletan polîtîkayên sîstematîk a koçberiyê dimeşînin û wiha pê de çû: “Di dîroka Tirkiyê de komkujiya Ermenan, Dersimê hene. Îro bi polîtîkayên koçberiyê dixwaze gelê Kurd asîmîle bike. Dewlet bi koçberiyê dixwaze gel kontrol bike. Lê dîsa dewletê Tirk nikarê gelê Kurd asîmîle bike. Ku em azadiyê bixwazin divê em pêvajoya baş bi rêve bibin.”
DAXWAZA VEGERA GUND
Aktîvîsta TJA’yê Hulya Alokmen jî da zanîn ku di koçberiyê de herî zêde jin mexdûr dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Jin dema li warê xwe be hinek azadiya wê heye. Lê dema ku koçberî bajaran bûn gelek bar ket li ser milê van. Piştî koçberiyê jin neçar ma Kurdeweriya xwe biparêze. Koçberî ne tenê valakirina cihekî ye. Piştî valakirinê, polîtîkayên bişaftinê jî dest pê kirin. Nifşên nû Kurdî neaxivîn. Vegera gung xwesteka welatparezî û aştiyê ye. Girêdayî hev in.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.