Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e

img
ÎZMÎR - Dayik û bavê Denîz Poyraz ên gotin ji bo gel di nava aştiyê de bijîn di nav xebatên hilbijartinê de cih digirin wiha gotin: “Dem dema hesabpirsîna ji kujerên jinan e.”
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Serokkomariyê û Hilbijartinên Giştî de ji bo li her deriyî bidin, biçin her gundî, bi her beşa civakê re bên bahev xebatên xwe bênavber didomînin. Partiya Çepên Kesk a bi armanca ku bi 100 wekîlan biçe Meclisê xwe amade dike, bi rojane li 30 navçeyên Îzmîrê tax û kolaneke ku neçûnê nehiştin. Li navendên navçeyan stant tên vekirin. Partiya Çepên Kesk a li bazaran û kolanan bi dikandaran û welatiyan re ye ji bo veguherîna demokratîk deng dixwaze. 
 
MALBATA POYRAZ DI NAV XEBATAN DE YE
 
Partiya Çepên Kesk li çar aliyê bajêr ji bo xwe bigihîne ciwanên ku cara ewil dê deng bikarbînin, ji malbatên ku daxwaza edaletê dikin û heta ciwan û jinên ku daxwaza azadiyê dikin bêrawestan xebatên xwe didomîne. Dayik û bavê Denîz Poyraz a di 17’ê hezîrana 2021’an de di êrişa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da, Fehîme û Abdulîllah Poyraz jî cih digirin. 
 
Malbata Poyraz a di xebatên hilbijartinê yên navçeya Konakê de cih digirin, ji bo ji Îzmîrê herî kêm 4 wekîl bên derxistin bi şev û roj dixebitin. Malbata Poyraz a di serdanên dikandaran de yek bi yek dikeve kargehan ji bo ku edalet ji nû ve were avakirin vedibêje ku destilata AKP’ê bê guhertin. 
 
JI BO JIYANA BI HEV RE…
 
Bav Abdulîllah Poyraz, anî ziman ku 14’ê Gulanê ji bo gel bi hev re di nava aştiyekê de bijîn hilbijartineke girîng e û sedemê cihgirtina xwe ya di nava xebatan de wiha vegot: “Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin bibe wesîleya aştî, xwişk û biratî û bidawîbûna şer. Em li dijî şer in, em naxwazin êdî tu dayik hêsrên çavan birijînin.”
 
Abdulîllah Poyraz
 
ELEQEYA GEL A JI BO PARTIYA ÇEPÊN KESK  
 
Poyraz, da zanîn ku di xebatên hilbijartinê de eleqeyeke zêde ji bo Partiya Çepên Kesk heye û wiha berdewam kir: “Em li kîjan deriyî bidin, bi rûyê ken ê gel re rûbirû dimînin. Ev jî me gelek keyfxweş dike. Ez bawer dikim ku em ê di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Ez vê jî ji ber bi coş û kelecana ji gel digirim dibêjim. Gel jî di ferqê de ye ku ji bo hesabpirsînê divê bi awayekî xurt biçin Meclisê.”
 
‘DÊ HESABÊ BIDIN’ 
 
Poyraz, destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiya hemû gelên bindest e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesaba Ozgecan Aslan, Berkîn Elvan û keça min Denîz ên hatin qetilkirin bipirsin. Dema em bi serketin wê hesabê bidin. Em ê bersiveke mezin bidin desthilata AKP’ê û MHP’ê. AKP û MHP dê biçin hesaba bi sedan kesên ku weke keça min neheq hatin qetilkirin dê were pirsîn. Desthilata wê li dadgehan bê darizandin û hesabê bide gel.”
 
‘EZ LI BENDA HILBIJARTINÊ ME’ 
 
Poyraz, diyar kir ku roja hilbijartinê ne tenê ji bo keça xwe Denîz ji bo hesaba bi sedan kesên weke wê bipirse dê dengê xwe bikarbîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em bi desthilata AKP’ê û MHP’ê bidin windakirin û hesabê bipirsin li benda hilbijartinê me. Di serî de gelê kurd bang li hemû gelan dikim; divê hûn dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em bi hev re hesabê bipirsin, bi desthilatê bidin windakirin û serbikevin.”
 
‘EM HILBIJARTINAN BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN’ 
 
Dayik Fehîme Poyraz jî destnîşan kir ku hilbijartin girîng in û wiha got: “Ji bo vîna gelê kurd û hemû gelên bindest bê nasîn û bi awayekî azad li vî welatî bijîn girîng e. Dê heta kengî gelan binpê bikin? Divê kurd, ereb, çerkes, ermen hemû gel ji bo li dijî vê zilmê bisekinin bibin yek û di hilbijartinê de serbikevin. Ev hilbijartin ji bo gelan firsendeke. Em vê firsendê binirxînin. Em xebatên xwe zêdetir bikin.”
 
Fehîme Poyraz
 
Poyraz a bi lêv kir ku bi dilxwazî tev li xebatên hilbijartinê dibin wiha lê zêde kir: “Ez bi tevlibûna xebatan gelek baş dibim, êşa min sivik dikin. Em li her derê diçinê bi kelecanek û memnuniyeteke mezin re rû bi rû dimînin. Em derî bi derî tax bi tax xebatên xwe didomînin. Em armanc dikin ku van hilbijartinan bi serkeftineke mezin bi dest bixin.”
 
‘DEM DEMA HESAB PIRSÎNA JI KUJERAN E’
 
Poyraz, anî ziman ku keça wê Denîz ji ber nasnameya xwe ya kurd û serî li desthilatê netewand hate qetilkirin û wiha domand: “Ez dixwazin ne tenê tetîkkêş Onûr Gencer, hemû hêzên li pişt wî derkevin holê û hesab jê were pirsîn. Heke Denîz nehatibûya qetilkirin, em da îro bi hev re di nav xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Dema Denîz hate qetilkirin min got bila komkujiyên jinan bi dawî bin. Lê pişt re bi sedan jin hatin qetilkirin. Ji bo ku zext û zilma li ser jinan bi dawî bibe em destûrê nedin kujeran. Ev hilbijartin hilbijartina jinan e. Ji ber wê ez bi taybetî dixwazin bang li jinan bikim; ji bo hesaba hemû jinên hatin qetilkirin bipirsin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dem dema hesap pirsîna ji kujerên jinan e. Dem dema me ye.”
 
MA / Semra Tûran - Tolga Guney
 

Sernavên din

14/05/2023
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir