ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi hev ve girêdayî ye û diyar kir ku Komkujiya Roboskê ezmûneke jidilbûnê ye.
Di encama bombebarana artêşa Tirk a di 28’ê Kanûna sala 2011’an de zarok jî di nav de 34 welatiyan li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan. Bi ser komkujiyê re 161 meh derbas bûn. Endamên Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê bi daxwaza darizandina berpirsyaran her mehê di roja 28’an de çalakiya bîranînê li dar dixe. Çalakiya vê mehê jî li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê hat lidarxistin. Endamên hewldanê daxwaza edaletê kirin û pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hilgirtin.
'ROBOSKÊ MESELEYEKE PERGALÊ YE’
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tanju Gunduzalp di daxuyaniyê de axivî û got: “Malbat, em û gel piştî Komkujiya Roboskê li edaletê digerin. Lê ne berpirsyar hatin darizandin ne jî hevrûbûnek çêbû. Dosyaya Roboskê nehate girtin, hate veşartin. Daraz, Meclis û saziyên din ji bo veşartina vî sûcî hevkarî kirin. Roboskê, meseleyeke pergalê ye. Şerma feraseta îktîdarê ye ku li ser necezakirinê hatiye avakirin û rêbaza zextê ye. Divê neyê jibîrkirin ku di pergalên ku hiqûq hatiye binpêkirin û necezakirin veguheriye polîtîkayekê, berpirsyarên komkujiyan nayên darizandin.”
'BILA ROBOSKÊ ÊDÎ TU CARAN ÇÊNEBIN’
Gunduzalp, da zanîn ku ev rewş ne tenê ji bo Roboskê, li tevahiya Tirkiyeyê zîhniyeta necezakirinê serwer dike û axaftina xwe wiha qedand: “Komkujiya Roboskê ne tenê ji bo herêmê, ji bo tevahiya Tirkiyeyê jî ezmûneke mirovahiyê ye. Roboskê, ezmûna jidilbûnê ye. Cîbicîbûna edalet û aştiyê pêvajoyeke hevgirtî ye. Divê hemû girtî bên berdan, dîlgirtiyên siyasî bên azadkirin, wekheviya fikr, jiyan û mafan hebe. Heta ku hesabpirsînek bi necezakirinê re çênebe, heta daraz serbixwe nebe dê demokrasî jî neyê. Bêyî serbixwebûna darazê û hevrûbûna bi heqîqetê re em ê nekarin pêşerojê ava bikin. Heta ku berpirsyarên Roboskê tên darizandin em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”