Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike

  • rojane
  • 11:31 23 Gulan 2023
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên Wargeha Mexmûrê, wiha bang li hikumeta ku dixwaze wargehê dorpêç bike kir: “Dest ji biryara xwe berde, guhdariya gel bike.”
 
Wargeha Mexmûr ku Tirkiye bi êrişên hewayî her tim hedef digire, ji aliyê artêşa Iraqê ve 4 roj in hatiye dorpêç kirin. Artêş dixwaze dora wargehê bi têlan bigire û kuleyan ava bike. Mexmûriyên li dijî vê yekê derdikevin ji 7 salî heta 70 salî li dijî dorpêçê li ber xwe didin. Artêşa Iraqê ya piştî berxwedana gelê Mexmûrê neçar ma muzakereyê qebûl bike, tê payîn ku dê îro derbarê wargehê de biryara dawî bide. Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlan û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yên Mexmûrê Bêwar Onver geşedanên dawî yên qewimîn nirxandin.
 
‘DIVÊ HER KES LI BER XWE BIDE’ 
 
Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen, bi lêv kir ku Iraq dixwaze dora wargehê bi têlan dorpêç bike û destnîşan kir ku gel wê vê yekê qet qebûl neke. Bîlen, diyar kir ku mexmûrî 30 sal in li ber xwe didin û wiha got: “Gel tu caran êriş qebûl nekirin û li dijî êrişan tu car serî netewand. Em ê dîsa li ber xew bidin û berxwedana Mexmûrê bilind bikin.”
 
Bîlen, da zanîn ku hatin û çûyîna Mexmûrê hatiye qedexekirin û wiha berdewam kir: “Heke wiha berdewam bike wê rîskeke mezin derkeve holê. Em ê di mijara pêdiviyên bingehîn ên weke erzaq, derman, av û xurekan de pirsgirêkên cidî bijîn. Di roja ewil a êrişê de kesek birîndar bû û birîndarê me bi saetan li vir ma. Em vê hewldana Hikumeta Iraqê şermezar dikin. Li vir pirsgirêkeke cidî heye. Em bang dikin ku herkes li ber xwe bide û xwedî li Wargeha Mexmûrê derkeve.”
 
GEL DI BERXWEDANÊ DE BI BIRYAR E 
 
Endamê Komîsyona Karên Derve ya Mexmûrê Bêwar Onver jî anî ziman ku gel bi berxwedanê bersiva dorpêça Iraqê da û bi bîr xist ku gel pêşî li artêşa Iraqê girt û nehişt ku pêş bikeve. Onver, bi lêv kir ku berxwedana gel berdewam dike û wiha got: “Li derdora wargehê gelek leşker hene. Lê gelê wargehê jî ji bo berxwedanê ye bi biryar e. Ev hewldana hikumeta Iraqê gelek xelet e. Hikumet xizmeta kesên ku dixwazin li ser axa Iraqê bibin mêtînger dike. Hikumet li Iraqê li ser navê demokrasiyê tiştekê nake lê xwe weke hikumeteke demokratîk nîşan dide. Ev hewldana wan wê wan têxe rewşeke nebaş. Em her tim alîgirin ku wê hin tişt bi diyalogê bên çareser kirin.”
 
BANGA PIŞTGIRIYÊ 
 
Onver di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Kes bi darê zorê nikare vîna gelê Mexmûrê bişikîne. Divê hikumeta Iraqê careke din vê hewldanê li ber çavan derbas bike û dest ji vê biryara xwe berde. Bi hikumetê re hevdîtin hatin kirin û hin diyalog hatin kirin. Lê niha tu encam nînin. Rayedarên leşkerî hatin lê ew jî dibêjin ‘ev fermaneke’. Divê hikumeta Iraqê dest ji vê biryara xwe berde û guhdariya gel bike. Hikumeta Iraqê di demên dawî de bi dewleta tirk re tifaq kiriye. Çawa ku dorpêç dest pêk kir rayedarên tirk û televizyonên tirkan ev yek bi awayekî zelal anî ziman. Mesele ne tenê têl kirine. Em bang li gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê dikin ku piştgiriya Mexmûrê bikin.”
 
 
 
 

Sernavên din

05/06/2023
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê