Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin

  • jin
  • 16:32 29 Gulan 2025
  • |

AMED - Di encamnameya “1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Hevgirtiya me yên jinên Kurd yên parlamenter li çar aliyê Kurdistanê dê bibê temînata yekitiya Kurdan û demokratîkbûna civakê. Ev yekitî we bibe hevgirtina peyam û gotinên me.”

 
1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin, di roja duyemîn de li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê berdewam kir. Konferans, piştî atolyeyan bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Encamname, ji hêla Semra Çaglar Gokalp ve hate xwendin. 
 
Encamname, wiha ye: 
 
“Di navbera dîroka 28-29 Gulana 2025’an de konferansa parlamenterên Jin yên Kurd pêk hat. Ji demên borî û heta îro parlamenterên jin ji çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewropayê tevlî bûn û konferans li Amedê pêk hat. 
 
Li erdnigariya Kurdistanê ya ku di navenda şerên global yên kapîtalîst û netew dewlet de yê em wekî jinên Kurd bi hemû perçiqandin û komkujiyan re rû bi rû man. Şerê desthilatdaran li ser jinên Kurd weke qirkirina jinê tê meşandin. Weke jinên ku ti caran ji têkoşîna ziman, çand û nasnameya xwe paş ve gav neavitin, ji bo avakirina jiyaneke nû me berxwedana xwe nîşanî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê da. 
 
JINÊN KURD MODELÊN PARASTINA JINÊ BERFIREH KIRIN  
 
Dengê tekoşîna jin a ku ji Bakur bilind bu, li Rojava bu modela jiyana nû. Dema ku li Başur li hemberî qetliamên jinan tekoşîn mezin bu, rêxistbûyina jinan a Şengalê bû bersiv ji kuştina jinan re. Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên Kurd di kesayeta Jina Amînî de Rojhilatê gihişt hemû cîhanê. Îro jinên Kurd li gorî sedsala derbasbuyî de pêngav û rêyên avakirina azadiya xwe bi modelên parastina jinê berfireh kirine. Ji Mîna Qazî bigire heta Leyla Qasim, ji Sakîne Cansız heta Hevrîn Xelefê, di kesayeta wan de em jinên Kurd li her çar aliyê Kurdistanê dîroka serhildan û azadiyê me nîşanî  hemû cîhanê da. 
 
SEDSALA 21’EMÎN ME WEKE RONESANSA JINÊ NÎŞAN DA  
 
Ev serdema 21’emîn me wekî Ronesansa jinê hona û nîşanî cihanê da. Li darxistina Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd li Kurdistan û li Rojhilata Navîn de asteke dîrokî de ye. Ji ber ku em jinên Kurd xwedîgiringiyekî dîrokî ne. Serpêhatiyên me yên wekî qetlîam, dîlgirtin û koçkirin, dîroka tekoşîna jinên Kurd a li dijî nijadperestî û parastina olî û zayendperestî li vê erdnigariyê bi tekoşîna jinên Kurd têk çû. Ev konferans di heman demê de nişandana yekitiyê ye ku bi biryar em ê pêşeroja xwe ya hevpar pêk bînin. 
 
MODELÊN ME AFIRANDIN DÊ BIBIN TECRÛBEYÊN YEKITIYÊ
 
Di konferansê de destkeftiyên me jinan wekî mekanîzmayên xweser û modelên ku me afirandine wê bibe pirek nû a tecrûbeyên yekitiyê. Me bi tekoşîna hevpar a jinên Kurd di siyaseta demokratîk de li ser derfetên guherîn û veguherînê de siyaseta serdest a mêr nîqaş kir. Di avakirinê de weke îrade û hêza jinan a wekhev û azad em ê bi awayek pêşeng rola xwe bilîzin. Hêza guherîn û vegûherînê bi pêşengitiya jinê ya di avakirina civaka demokratîk a bi siyaseta demokratîk de, di têkoşîna li dijî hemû tundiyan desthilatdariya mêr de xwedî roleke girîng e. Ji ber ku jin qadên xwe yên têkoşînê di siyaseta demokratîk de, bi awayekî taybetî di avakirina aştiyê de berfireh dikin, di avakirina aştiya li van xakan de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan.
 
EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TUNDÎ Û QIRKIRINÊ BÊDENG NEMÎNIN 
 
Li dijî tundiya mêr-dewletê û polîtîkayên qirkirina jinan, têkoşîna ku em jin di qada parlamentoyê de dimeşînin, di parastina jiyana jinan de xwedî roleke sereke ye. Bi qasî ku girtina helwesteke hevpar li dijî qanûnên zayendperest û cudaxwaz girîng e, ewqas jî pêwîst e ku jinên Kurd di qadên parlamentoyê de dengê hevdu bin. Li hemberî êrîşên ku em tê re derbas dibin, wekî qanûna zewaca di temenê biçûk de, pirjinî, tundiya zayendî, qirkirinên siyasî yên li dijî jinan, jinên Êzidî yên bi zorê hatine girtin, sinetkirina jinan, em ê bibin parêzvan û bîra hevdu. Ambargoya ku li ser Şengal û Mexmûrê tê meşandin, herî zêde bandorê li jiyana jinan dike, û em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Ji bo rakirina ambargoyê, em ê wekî jinên Kurd têkoşînê mezin bikin. Li dijî zordarî, îşkence û biryarên îdamê yên ku li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî girtiyên jin ên siyasî têne kirin, em ê wekî jinên Kurd li her devera ku lê ne çalakiyan rêxistin bikin û wekî parlamenterên jin ên Kurd têkoşînê wekî erka xwe bibînin. Destkeftiyên me yên qanûnî û civakî  
 
EM Ê DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN
 
Em ê destkeftiyên xwe yên wekî Peymana Stenbolê, CEDAW, Belgeyên Şoreşa Jinê ya Rojava, BM 1325, hevserokatî û temsîliyeta wekhev bi rêxistinbûnê biparêzin û ava bikin.
 
HEVGIRTINA JINAN DÊ BIBE TEMÎNATA YEKITIYA KURDAN
 
Em wekî Parlamenterên Jinên Kurd bal dikşînin li ser banga birêz Ocalan ya Civaka Demokratîk û Aştiyê. Divê em vê berpirsiyariya û pêşengtiya banga birêz Ocalan bigrin li ser milê xwe û vê pêvajoya aştiyê birêve bibin. Ji ber ku hevgirtiya me yên jinên Kurd yên parlamenter li çar aliyê Kurdistanê dê bibê temînata yekitiya Kurdan û demokratîkbûna civakê. Ev yekitî we bibe hevgirtina peyam û gotinên me. Têkoşîna jinê, bi nasnameyên xwe yên pirreng, beşdarbûnê, ne tenê têkoşînek zayendî ye, lê belê têkoşîna çînî, nasname, bawerî û ekolojiyê jî di nav xwe de dihewîne. Temsîliyeta jinê di siyasete de, hem dikare di aştiya gelan û baweriyan de rolek bilîze, hem jî di avakirina civakeke demokratîk de mekanîzmayên yekgirtî bixebitîne.
 
WEKHEVÎ BI YEKKIRINA HÊZA JINÊ PÊKAN E 
 
Di vê serdemê de ku derfetên Ronesansa Jinê li Kurdistanê mezin dibin, li dijî xeteran, pergala kapîtalîst a cîhanî ya paşverû, zayendperest û ku şîdetê rewa dike, û her wiha li dijî hemû şerên desthilatdariyên bavikserwer (Mêrserwer), em dikarin bi yekkirina hêza xwe azadiya jinê û wekheviyê pêk bînin. Çawa ku mêrserwerî (baviksalari) bi awayekî yekgirtî û tevayî êrîşî jinan dike, em jin jî dikarin bi têkoşînek jinê ya ku parçebûn û qutbûnê derbas dike û bi rêxistinbûneke bihêz vê pergalê bi ser bixin.
 
DI XEBAT DI ASTA HERÊMÎ Û CÎHANÎ DE BIDOMIN
 
Bi dîtina rastiya gerdûnî ya yekitî û têkoşîna jinan, jin ji herêmî heta rêxistinbûnên konfederal di asta cîhanî de jî hewceyî rêxistinbûna jinan in. Konferansa me wê bi biryareke dîrokî ya ji bo avakirina yekitî û torên rêxistinbûnê yên parlamenterên jin ên Kurd di asteke herêmî, navçeyî û cîhanî de xebatên xwe bimeşîne.
 
DÊ ÇI WERE KIRIN? 
 
Di vê çarçoveyê de;
 
* Ji bo li dijî tundiya li ser jinan, di her qadê de mekanîzmayên têkoşîna hevpar û torên rêxistinbûnê ava bikin.
 
* Dîrok û bîra têkoşîna jinên Kurd ava bikin.
 
* Tevî cihêrengiyên jinên Kurd, ji bo amadekirina daxuyaniya polîtîk a yekitiya neteweyî bixebitin.
 
* Li her deverê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî, ziman û çandê bi hevparî biparêzin.
 
* Ji bo ku parlamenterên jin ên Kurd di siyaseta demokratîk de ji bo avakirina aştiyê helwesteke hevpar pêş bixin, komên xebatê ava bikin.
 
* Hevserokatî û temsîliyeta wekhev, wekî mekanîzmayek ku civak û siyasete diguherîne û vediguherîne, li her parçeyê nayê sepandin. Ji ber vê yekê, ji bo ku têkoşîna jinan karibe partiyên siyasî veguherîne, têkoşîna ji bo pêkanîna kota jinê ya ji sedî pêncî di organên biryargirtinê û temsîliyeta partiyan de bimeşîne.
 
* Parlamenterên jin ên Kurd, bi têkoşîna xwe ya li dijî mêrserwerî û her cûre cudaxwaziyê re, ji bo avakirina aştiyê qadên xebata hevpar bibînin û xebatên xwe rêxistin bikin, biryar dane ku Tora Parlamenterên Jin ava bikin.”
 
 
 

Sernavên din

10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne