Ethem Sarisuluk hat bibîranîn

  • rojane
  • 21:20 1 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Ethem Sarisuluk ku li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn. Polîsan êriş bir ser girseyê û gelek eks binçav kirin. 
 
Di 10'emîn salvegera çalakiyên Geziyê de, li Guvenparka Enqereyê ku Ethem Sarisuluk lê hatibû qetilkirin, çalakiyek hat lidarxistin. Polîsan êrişê çalakgeran kir. Polîsan beriya çalakiyê dor li Guvenparkê girt û nexwestin çalakger li hev bicivin û kesên li cihên cuda yên Kizilayê li hev civiyan jî binçav kirin. Polîsan tenê hişt malbat û çend kes tev li çalakiya bibîranînê bibin. Dirûşmeyên, "Hevrê Ethem nemir e", ‘"Gezî rûmeta me ye" û "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin" hatin berzkirin.
 
Di çalakiyê de nêzîkî 30 kes hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de polîsek li Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûkê xist.
 
Navên 14 kesên hatine binçavkirin ev in: ‘’Çagla Yeşîm Çakir, Songul Dogan, Mûstafa Feroglû, Enes Ûgûr, Zarîfe Çamalan, Ûmût Korkûtan, Devîn Can Atakan, Tûgûlka Koseoglû, Ilgaz Kekeç, Melîh Yildiz, Mûrat Can Çoban, Dîlara Huseyîn Gokoglû, Umît Can Akbûlût.’’
 
Piştî êrişa polîsan, girse li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê civiya û daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk di çalakiyê de axivî.
 
MIDÛRÊ ŞAXÊ EWLEHIYÊ DEST AVÊT PARLAMENTERÊ!
 
Çûbûkê diyar kir ku wê xwestiye bi malbata Ethem Sarisuluk re be û lewma Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê êrîşê wan kiriye û wiha axivî: "Ji ber ku me xwest em bi yên destgîrkirî re bin, Midûrê Şaxê Ewlehiyê dirêjê min kir tundî li min û gef li min xwar. Ahmet Şahbaz çawa ku kujer be, Mûhammed û Hanîfî jî tacizker in."
 
Parek ji girseyê ku polîsan êrişê wan kir, çû li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê û li vir daxuyanî da çapemeniyê.
 
'1’Ê HEZÎRANÊ EM Ê LI PARKA GUVENÊ BIN'
 
Hevseroka Şaxê ÎHD’ê yê Enqereyê Sevîl Tûrgût bi bîr xist ku salvegera 10’emîn a Berxwedana Geziyê ye û got ku ew ê wek her sal 1’ê Hezîranê li Parka Guvenê bin.
 
JI BERÊ BÊHTIR DITIRSIN
 
Parêzerê Ethem Sarisuluk Kazim Bayraktar anî ziman ku di dozê de tu rêyeke hiqûqa navxweyî nemaye û ev gotin kirin: "Bi tundiya polîsan kir, xuya bû ku çiqas ditirsin. Xwedêgiravî hilbijartin kar kirine. Ji berê bêhtir ditirsin."
 
Sayfî Sarisuluk a dêya Ethem Sarisuluk, bi lêv kir ku 10 sal di ser qetilkirina Ethem re buhuriye û her sal heman tundî li wan tê kirin û wiha axivî: "Kurê min jiyana xwe ji dest nedaye, bi hevalên xwe re bû, Em ê dîsa bikin ku bijî û bigihîje hevalên xwe."
 
‘TU HÊZ NIKARE ME JI TÊKOŞÎNA ME YA MAFDAR BIKE’
 
Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemlîoglû jî got: "Derb li me xistin, bi dehan hevalên me bi êşkence destgîr kirin û got: ‘’Tu hêz bi tu awayî nikare me jî têkoşîna me ya bi mafdarî bike."

Sernavên din

16/06/2023
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da