Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê

  • rojane
  • 09:04 15 Tîrmeh 2023
  • |
img
MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk bal kişand ser Doza Vartînîsê û got ku tê xwestin ku doz têkeve ber demboriyê. 
 
Di 3'yê Cotmeha 1993'yan de li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê, xaniyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn şewitandin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ji bo bûyerê gotibû "çalakiya terorê" ye û "kiryar nediyar in" dosyeyê girtibû. Piştî ku Dadgeha Bilind biryara dozgeriyê xera kiribû, Doza Vartînîsê jinûve hatibû destpêkirin. Her wiha kiryarê fîrar Bulent Karaoglû ku di cotmeha 2022'yan de der barê wî de biryara "bultena sor" hatibû dayîn û ev biryar di Sibata 2023'yan de ji aliyê Wezareta Dadê ve jî hatibû pesendkirin, hê jî nehatiye zevtkirin. Ger di danişîna 8'ê tebaxê de biryarek neyê dayîn, dê doz di 3'yê cotmehê de têkeve ber demboriyê û dosye bê girtin. 
 
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, têkildarî Doza Vartînîsê axivî. 
 
Karaçelîk destnîşan kir ku Doza Vartînîsê pêvajoyeke lêgerîna ji bo mafan a demdirêj e û got: "Piştî bûyerê mexdrû dest ji mafên xwe bernedan. Em di vê vê lêgerîna ji bo mafan de rastî lêpirsînên bêdil, hewldanên qels ên ji bo ronîkirina bûyerê û dîtina berprisiyarn hatin. Bi neqilkirina dozê re şopandina dozê ji bo mexdûran veguherî tiştek zehmet. Piştî salan hat tespîtkirin ku ev bûyer ji aliyê fermandarê cendirmeyan ê herêmê yê wê demê hatiye kirin. Ev teqez bû û niha di vî warî de biryareke dadgehê di destê me de ye. Ev bûyer ne bûyereke kiryarnediyar e. Kiryarê wê diyar e. Ev bûyer di bin kontrola kesekî di organîzasyona dewletê de, bi fermana wî hat kirin. Piştî tespîtkirina vê yekê, dîtina bersûc û teslîmkirian wî ket rojevê. Em bi israr dibêjin bila bê girtin, lê mixabin daxwazên me nayên qebûlkirin. Bersûc firiya çû û ji holê winda bû." 
 
Karaçelîk anî ziman ku çendî nasnameya bersûc tê zanîn jî lê daxwazên wan ên ji bo lêgerîneke çalak nayên qebûlkirin û got: "Dîtina vî kesî ne zehmet e. Ji  bo dîtina vî kesî diviyabû hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de vîneke xurt derketa holê. Lê nehat kirin." 
 
'DIVÊ NEKEVE BER DEMBORIYÊ'
 
Karaçelîk bilêv kir ku di Doza Vartînîsê de "edaletê selihker" nehatiye pêkanîn û wiha domand: "Em her tim bi bêdilbûyînekê re rû bi rû man. Li gor mewzûata neteweyî hindik maye dosye têkeve ber demboriyê. Di vî warî de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Di van biryaran de ji bo dozên bi vî rengî tê gotin ku divê demborî tune be. Em di vî warî de bi rewşeke wiha re rû bi rû ne; ji aliyê Dadgeha destûra Bingehîn yan jî dadgehên bilind ên din ve biryareke wiha zehmet e, lê em dizanin ku biryarên ji bo hin dosyeyên bi vî rengî hene. Hevalên me yên parêzer ev tişt di dosyeyan de anîn ziman. Ger AYM di vî warî de biryarekê bide dê pêşî li ber vê mijarê vebe. Di vî warî de pêdivî biryara AYM'ê heye. Ger AYM normên hiqûqa gerdûnî esas bigire û şîroveyekê bike, dê di dosyeyên wiha de demborî çênebe. Dê kiryar bên dîtin û edalet pêk bê. Lê belê ji bo vê jî pêdivî bi vîneke pir cidî heye." 
 
Karaçelîk diyar kir ku ger dosye têkeve ber demboriyê û bê girtin dê serî li DMME'yê bidin û axaftina xwe wiha qedand: "Divê kiryar bên tespîtkirin û cezakirin. Meqamên erkdar divê nehêlin Doza Vartînîsê têkeve dehlîzên demboriyê. Dewlet bi lêgerîneke çalak dikare kiryaran bibîne û wan radestî edaletê bike." 
 
MA / Berîvan Kûtlû 

Sernavên din

02/08/2023
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin