DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin

  • rojane
  • 12:19 28 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê di encamnameya civîna rêveberiyên xwecihî de xwest qeyûm bêne vekişandin, hevserokatî û Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bên naskirin. 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di navbera 25-26'ê Gulana 2025'an de bi dirûşma “Bi rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ber bi civaka demokratîk ve” Civîna Dema Navberê ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk lidar xist.
 
Civîn, diyarî Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hate kirin ku di 3'yê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.
 
Encamnameya civînê ji aliyê Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê ve hate aşkerakirin.
 
‘EM Ê DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE ÎRADEYA GEL BIPARÊZIN’  
 
Encamnameya civînê wiha ye: 
 
“Hilbijartinên 31ê Adara 2024an dihat wê wateyê ku pêkanînên qeyûman ên 8 salan dê careke din bi dawî bibin û şaredarî dê careke din derbasî rêveberiya gel bibin. Bidestxistina 78 şaredariyan a partiya me li ser esasê pergala Hevserokatiyê, encama biryardariya îradeya gel bû. Partiya me ne tenê di hevşaredariyê de, di heman demê de di sedan şaredarî û meclisên giştî yên bajaran de nûnertî bi dest xistiye.
 
Ev biryardariya gel a ku li ser sindoqan nîşan da ji bo me dihat wateya berpirsyariyê. Armanca me ew bû ku şaredariyên ku bi salan bi berbend û têlan ji gel hatine veqetandin, careke din bibin şaredariyên gel.
 
Pêşînetiya me ya bingehîn ew e ku em şaredariyan bigihînin gel, lê pêşînetiya desthilatê lêgerîn û hewldana desteserkirina şaredariyên gel e. Desteserkirina 10 şaredariyên partiya me piştî hilbijartinan û tayînkirina qeyûman di esasê de xitimîna siyasî ya desthilatê nîşan da.
 
Di nav gelên Tirkiyeyê de nebûna bertekên têrker û bersivnedan rê li ber belavbûna pêkanînên qeyûman li rojavayê Tirkiyeyê vekir. Weke Partiya DEMê em ê li dijî hemû pêkanînên dij-demokratîk derkevin, Li ku derê, kengî û ji kê re bên kirin jî.
 
Şert û merc çi dibin bila bibin em ji parastina vîna gel gavekê jî paşve navêjin. Em soz didin gel ku em ê bi vê hişmendiyê têkoşîna xwe bidomînin.
 
EM Ê PERGALA HEVSEROKATIYÊ CIVAKÎ BIKIN 
 
Her pergala ku li ser yekperestiyê ava bûye, di esasê xwe de serdestiya mêrane ye. Pergala serdest a mêr jî xwe dike navendî. Ev rewş bi tevahî berovajî nêzîkatiya Demokrasiya Radîkal e ku partiya me diparêze. Ji bo afirandina çanda rêveberiya demokratîk, em daxwaz dikin ku jin û mêr bi awayekî wekhev di astên rêveberiyê de cih bigirin. Bi vê têgihiştinê partiya me ya ku kevneşopiya mîrateya partiyên pêşengên xwe ye, ji sala 2005an heta niha di hemû astên rêvberiyê de pergala Hevserokatiyê pejirandiye.
 
Pergala Hevserokatiyê ji roja hatiye pêkanîn heta niha ve hem ji aliyê zihniyeta desthilatdariya mêrperest ve û hem jî ji aliyê amûrên şerê taybet ve hatiye hedefgirtin. Tevî hemû hewldanên hedefgirtinê jî me ji parastina pergala Hevserokatiyê gavek jî paş ve neavêtiye û em ê neavêjin jî.
 
Em ê li dijî her cure êrişên li ser pergala Hevserokatiyê bisekinin. Pergala Hevserokatiyê encama têkoşîna azadiya jinan û berxwedana demdirêj veguherandiye destkeftiyekê û em ê bibin pêşengên civakîkirina pergala Hevserokatiyê.
 
Pergala Hevserokatiyê jin, mêr, ciwan, karker, astengdar; bi kurtasî hemû beşên civakê di nava rêveberiyê de dihewîne û di heman demê de têkiliya xweza-civakê esas digire. Em ê li ser prensîba temsîliyeta wekhev bimînin û ji xeta xwe ya binefşî tawîz nedin!
 
DEM PARTÎ WÊ MÎRATEYA RÊVEBERIYA ŞAREDARIYA CIVAKPARÊZ BERFIREH BIKE  
 
Azmûna Şaredariya Civakparêz a ku di sala 1979an de bi 3 şaredariyan dest pê kir, bi partiyên ku em kevneşopiya wan di sala 1999an de temsîl dikin qat bi qat mezin bûye û gihiştiye asteke ku ji sedan derbas dibe. Her serdemê azmûnek berhev kiriye û derbasî roja îro kiriye. Erka me ya îro ew e ku em berhevkirina zanyariya ku di heyamên borî de hatine berhevkirin biparêzin û mezin bikin.
 
Partiya me li hemberî van nêzîkatiyên ku bi pergala şaredariyê ya klasîk bersivê nadin gel, nêzîkatiya Şaredariya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan ku gel di navendê de digire pêş xistiye. Em ê xebatên şaredariyê li hemû qadan wekî jin, ciwan, zimanê dayikê, çand, tenduristî, astengdar, zarok, ekolojî û perwerdehiyê berfireh bikin û li ser daxwaz û bendewariyên gel bin.
 
Li dijî her cure helwesta dubendî ya li hemberî şaredariyên partiya xwe, em ê bi şêwazekî ku alternatîfa xwe biafirîne xebatên xwe bimeşînin. Li her qada ku em tê de ne, em ê li ser esasê berjewendiya gel bê navber û bê dudilî bixebitin.
 
Weke Partiya DEMê em ê li gorî mîrateya şaredariya civakparêz xebatên xwe bidomînin. Em ê şaredariyeke ji pêdiviyên civakî re hesas, şefaf, beşdar û gelparêz qebûl bikin. Em ê bi gel re modelên şaredariyê yên mînak ava bikin.
 
Her partî, ji desthilatê bigire heta muxalefetê, xwedî berpirsyariyeke mezin e ji bo ku sedsala duyemîn a Komarê li gorî sedsala yekem bi rengekî demokratîktir pêş bikeve. Kodên sedsala yekem ên li ser yekperestiyê, di her serdemê de bûne sedema êş û wêraniya mirovan.
 
Ji bo dawî li êş û wêraniyê bê, di 27ê Sibatê de Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe û Banga Sedsalê aşkera kir. Bi Banga Sedsalê re derfeta veguhertineke nû ya li ser bingeha paradîgmaya Neteweya Demokratîk hat dayîn. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk; temînata jiyana wekhev, azad û hevbeş a pêkhateya civakî ya Tirkiyeyê ya pirnasname, pirzimanî û pir bawerî ye.
 
Li hemberî vê berpirsyariya dîrokî ya Birêz Ocalan, divê pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bi lez û bez bi dawî bibe. Aktorên sereke yên ku dê encamê çêbikin dewlet û desthilat in.
 
Em avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîktir ji bo Tirkiyeyeke demokratîk girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de;
 
*  Divê qeyûmên ku hatine tayînkirin bên vekişandin û hilbijartî vegerin ser peywirên xwe, 
 
* Divê xalên eleqedar ên Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 5393an ku destûrê dide tayînkirina qeyûman bê sererastkirin û tayînkirina qeyûman bi dawî bibe,
 
* Divê pênaseya Hevserokatiyê ya di Yasaya Partiyên Siyasî de di qanûna şaredariyan de jî bê diyarkirin,
 
* Divê wesayeta îdarî û aborî ya rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî bê rakirin.
 
* Divê ji demokrasiya nûnertiyê wêdetir, gel rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe, qadên rêxistinbûyîna demokratîk ên wekî meclisên taxan, meclisên bajaran û komunên gundan bên parastin,
 
* Divê xalên qanûnî yên ku desthilatdariya van saziyan di qanûnên şaredarî û rêveberiyên taybet ên bajaran de sînordar dike, di çarçoveya prensîba demokrasiya xwecihî de ji ber çavan bê girtin û bê birêkûpêkkirin.
 
* Divê  şerha Tirkiyeyê ya li ser Şerta Xweseriyê ya Peymana Rêveberiya Herêmî ya Ewropayê bê rakirin. 
 
Ji bo pêkhatina Aştî û Civaka Demokratîk şertê bingehîn ew e ku hemû gel jiyanek azad û wekhev bijîn. Ji ber vê yekê armanca me Tirkiyeya Demokratîk e ku li ser esasê edalet, wekhevî û vîna gelan e. Rêyek gihîştina vê armancê ew e ku daxwazên herî kêm ên demokratîk ên ku li jor hatine rêz kirin bên pêkanîn.
 
Em careke din girêdana xwe ji bo paradîgmaya jiyana hevpar a ku Birêz Abdullah Ocalan daye pêş, radigihînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê hemû berpirsyariyên xwe yên têkildarî civakîbûna vê paradîgmayê bi cih bînin.
 
Ji bo bîranîna hemû hevalan ku jiyana xwe ji dest dan, heta ku aştî van xakan bi aweyekî ebedî dorpêç bike em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Li ser xeta pirdengiyê û bingeha çanda jiyana hevpar em ê 'Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve' biçin."
 

Sernavên din

16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest