Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin

  • rojane
  • 14:06 19 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê li gelek navendan hate şermezar kirin û peyama “li dijî şer aştî”  hate dayîn. 

Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê li Rihayê bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo bertekên xwe nîşan bidin li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê hatin bahev. Endam û rêveberên Haber-Sen’ê, Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan jî tev li bûn. Di daxuyaniya pankarta bi kurdî, erebî û tirkî li ser “Riha aştiyê dixwaze” dinivîsî de Berdevkê Demê yê Platformê Kemal Yuksekkaya axivî û wiha got: “Em li ser erdnîgariya xwe û cîhana xwe aştiyê dixwazin.”
 
Yuksekkaya, diyar kir ku li ser erdnîgariyên Kafkasya, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rewşa şer ya heyî bi awayekî bifikar temaşe dikin û wiha berdewam kir: “Di 6’ê cotmehê de Wezareta Parastinê ragihand ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke hewayî dane destpêkirin. Di êrişên hewayî de sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, qadên jîngehên sivîl hatin bombebarankirin. Vê yekê di çapemeniyê de jî cih girt.”
 
‘ŞER ÇAVTIRSANDIN E’ 
 
Yuksekkaya, destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê hatine asta qirkirinê û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Bombekirina nexweşxaneyan û astengkirina mafê tedawiyê ya kesên tedawî dibin li dijî Peymana Cenevreyê û rêgezên hiqûqa şer in. Beriya du rojan li Meclisê tezkere hate îmzekirin. Em ji ber êrişên hewayî yên li dijî bakurê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyaniyên tên dayîn bi fikarin ku welatê me ber bi şerekî berfireh ve diçe. Şer, birçîtî, xizanî, koç, mirin, talana xwezayê û hêsrên çavan e. Em ji ber vê yekê dibêjin ‘şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’.”
 
‘EM TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BILIND BIKIN’ 
 
Yuksekkaya, destnîşan kir ku dewlet dê di bin navê “berjewendiyên netewî” de pêşiyên pergala kapîtalîst û sermayeyê li ber çavan bigirin û li gorî vê yekê helwestekê nîşan bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dê ji bo xespa mafên hatine bidestxistin û nirxên demokratîk veguherînin firsendekê. Tişta pêk tê jî ev e. Kesên ku şer bidin sekinandin gelên bindest û kedkar in. Ji bo em xwedî li jiyan, pêşeroj û keda xwe derkevin em têkoşîna xwe ya aştiyê bilind bikin. Divê demildest şer bên sekinandin, di bin banê peyman û hiqûqên navnetewî de hemû pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan çareser bibin. Cîhaneke aligirê jiyan û aştiyê pêkan e. Tu kes bi şer sernakeve û bi aştiyê winda nake.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Ji şer re na, bila aştî demildest pêk bê” bi dawî bû.
 
 HATAY 
 
Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îskenderûnê li Parka Saglikli Yaşamê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkûn Selçûk bi lêv kir ku şer û pevçûnên li hin herêmên cuda yên Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin mirovahiyê ber bi karesatekê ve dibin. Selçûk, gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên “Hemû binesazî û tesîsên enerjî û jiyanî ji niha û şunde hedefên me yên meşrû ne” bi bîr xist û anî ziman ku êrişên li dijî Bakur û Rojava yên piştî axaftina Fîdan di nava fikaran de temaşe dikin. Selçûk di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Şer ne çareserî ye. Li ser erdnîgariya xwe û di hemû cîhanê de em dest ji daxwazên xwe yên aştiyê bernadin.”
 
MÊRSÎN  
 
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Ozgur Çocûkê li dijî polîtîkayên şer derketin. Di daxuyaniya pankarta “Ji şer re na bila demildest aştî pêk were û Qirkirin û Komkujiya li gelê Filistînê hatiye kirin şermezar dikin” hate vekirin de her tim dirûşmeyên “Gelê Filistînê ne bi tenê ye” , “Kujer Îsraîl, şirîka wê AKP” hatin berzkirin. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê yê demê Mûstafa Ozbay, bi lêv kir ku êrişa li gelê Filistînê tê kirin “sûcê şer û mirovahiyê ye”. 
 
Ozbay, axaftina xwe wiha domand: “Gelê Filistînê li benda çareseriyeke bilez û avêtina gavên şênber e. Bilezgînî hemû şeran rawestînin. Ji bo mudaxileya birîndaran û pêdiviyên bingehîn ên jinan, zarokan û hemû gelê Filistînê korîdora alîkariya mirovî vekin. Em ji vir bang li hikumetên herêmê ku Tirkiye jî di nav de dikin; Heta ku hikumeta Îsraîlê hemû êrişên xwe dirawestîne hemû têkiliyên xwe yên leşkerî, aborî û dîplomatîk bi hikumeta Îsraîlê re bisekinînin.”
 
ENQERE  
 
DÎSK, KESK, Odeya Bijîşkan a Enqereyê û Odeya Bijîşkên Diranan a Enqereyê, têkilarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê li ser Cadeya Sakarya ya Kizilayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji bilî parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), Seroka Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û bi sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Filistîna li ber xwe dide dê serbikeve, Rojhilata Navîn ne dê bi şer dê bi aştiyê biguhere” hate vekirin. 
 
Berdevkê Demê yê KESK’ê Îbrahîm Kara anî ziman ku ÎsraÎl sûcê şer dike û wiha got: “Em êrişa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneyê ku di şeran de jî divê dest lê neyê dayîn şermezar dikin. Rêveberiya Îsraîlê ya van komkujiyan pêk tîne divê bi sûcên şer û qirkirinê bên darizandin.” 
 
Seroka Giştî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî wiha got: “Ez careke din tînim bîra we ku ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e. Beriya çend rojan Wezîrê Parastina Îsraîlê li dijî filistiniyan gotina ‘mirovên weke heywanan’ bi kar anî. Divê ev weke gotineke qirkirinê bê nirxandin. Dagirkirineke 75 salan roj bi roj tê hewl tê dayîn bi encam bikin. Divê em hemû li dijî van helwestên dagirker, binpêkirinên mafan û sûcên mirovahiyê derkevin.”
 
 AMED 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Tenduristiyê ya Amedê jî li ber Nexweşxaneya Selahattîn Eyubiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniya pankarta “Divê aştî demildest pêk were” hate vekirin de li ser navê platforman Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 2’yan Hasan Çitrik axivî.  
 
Çıtrık, anî ziman ku êrişa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya li Gazeyê “sûcê şer û mirovahiyê ye” û destnîşan kir ku teşhîrkirina cenazeyan a Hamasê jî sûcê şer e.  
Çitrik, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê demildest gav werin avêtin da ku failên van sûcan û yên ferman dane êrîşên bi heman rengî yên ku sivîlan qetil dikin li dadgeheke sûcên şer bên darizandin da ku pêşî li sûcên şer û komkujiyên bi heman rengî were girtin û hesab ji wan bê pirsîn.”
 
 ‘DIVÊ ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK Û AŞTIYANE ESAS WERE GIRTIN’ 
 
Çıtrık, bi lêv kir ku heta pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê çareser nebe pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser nabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê erdnîgariyê, ku gelan bi hezaran salan tecrûbeya jiyana bi hev re ya aştiyane dîtine, rêya herî baş a ji bo vegerandina aştiyê, esasgirtina çareseriya demokratîk û aştiyane ye.
 
Em li Rojhilata Navîn ne alîgirên feraseteke tundiyê, mirinê, yekperestî û desthilatê ne; Em alîgirên jiyana bi hev re ya aştiyane ya gelan in.”
 
Çıtrık, ê bang li aktorên herêmê kir ku aştiyekê pêk bînin axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke hêzên ked û demokrasiyê; em li dijî şer aştiyê, li dijî yekperestiyê pir rengiyê li dijî taritiyê ronahiyê biparêzin. Şer ne çareserî ne êş, hilweşandin û hêsrên çavan e. Em ê li herêma xwe û hemû cîhanê dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin.”
ŞIRNEX

Platforma Şaxan a KESK’ê li ber avahiya platformê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên KESK’ê, rêveberên HEDEP’a Şirnexê, Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşim Tûgûrlî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e” hate vekirin de metna daxuyaniyê Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Şirnexê Enes Încîn xwend.

Încîn, diyar kir ku êş û texrîbatên ku şer diafirîne xelas nabin û wiha got: “Bi hinceta êrişên Hamasê gelek tê qirkirin. Di hiqûqa şer de êriş kirina hin hedefan bi taybetî hatiye qedexekirin.” Încîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Beriya du rojan li Meclisê tezkere hate îmzekirin. Em ji ber êrişên hewayî yên li dijî bakurê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyaniyên tên dayîn bi fikarin ku welatê me ber bi şerekî berfireh ve diçe. Şer, birçîtî, xizanî, koç, mirin, talana xwezayê û hêsrên çavan e. Em ji ber vê yekê dibêjin ‘şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’.”

STENBOL

Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê bi armanca êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê şermezar bikin li Qada Beyazitê daxuyanî da çapemeniyê. Xwendekaran pankarta “Ji çem ber bi deryayê ve Filistîna azad” vekirin û bi alên Filistînê di nava Zanîngeha Stenbolê de hatin bahev û ber bi Qada Beyazitê ve meşiyan. Xwendekaran di meşê de dirûşmeyên “Kujer Îsraîl ji Filistînê derkeve” , “Emperyalîstan, hevkaran û fîloya 6’emîn ji bîr nekin” berz kirin.

Metna daxuyaniyê ya têkildarî mijarê li ser navê xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Esma Gultekîn xwend.  

Gultekîn, anî ziman ku tevgerên ciwanên xwendekar salên berê jî piştgiriya berxwedana Filistînê kirin û li dijî emperyalîzmê sekinîn. Gultekîn, bi lêv kir ku weke xwendekarên Zanîngeha Stenbolê îro jî piştgiriya Filistînê dikin. Gultekîn bal kişand ku desthilat di şerê navbera Îsraîl û Filistînê de polîtîkayeke ji hev negire dimeşîne û wiha got: “Yekane tişta ku hikûmeta Qesrê li dijî êrîşkariya Siyonîst a bi rojan e didome dike, daxuyaniyên dijminane û nirxandinên hevnegirtî ne. Ji bo li cem gelê Fîlîstînê bisekinin, lazim e hemû têkiliyên bi Siyonîzmê re bên qedanain.”

Gultekîn, bang kir ku di serî de xwendekar herkes piştigiriya Filistînê bikin.  

Sernavên din

09/11/2023
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike