Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin

  • rojane
  • 09:26 25 Cotmeh 2023
  • |
img
ÊLIH - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şer bêhtir kûr dibe û wiha gotin: “Heke tecrîd rabe dê aştî bê Rojhilata Navîn.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin û zêdetirî 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Di serdana dawî ya malbatan de careke din derket holê ku cezayê “disiplînê” lê hatiye birîn ku ev ceza êdî bi awayekî sîstematîk di meriyetê de ye. 
 
Rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê didome û li hêla din li her çar aliyên cîhanê dengên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bilind dibin. Gelê kurd û dostên wan ev daxwaza xwe bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê kurd re çareseriya siyasî” veguherand pêngavekê û li 74 navendan bi daxuyaniyeke hemwext da destpêkirin. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Êlihê piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin ku heke Abdullah Ocalan azad bibe, dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. 
 
‘GELO MA DÊ EV ÎKTÎDAR AŞTIYÊ BIXWAZE?’
 
Ji Dayikên Aştiyê Şukran Akkurt anî ziman ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê berdewam dike û wiha got: “Ji bo ku rê li ber rijandina xwînê ya li Rojhilata Navîn were girtin û aştiyeke birûmet pêk were, divê tecrîd bi dawî bibe. Heta ku tecrîd hebe îktîdar êrişî Rojava dike, êrişî Mexmûrê dike û li her çar parçeyan êrişî kurdan dike. Êrişî her tiştekî di nava liv û tevgerê de ye dikin. Ava gel bombebaran dikin û bi milyonan kesan bêav dihêlin. Hiqûqa navneteweyî nas nakin. Îktîdareke van tiştan dike ma dê aştiyê bixwaze? Bêguman dê nexwaze. Lewma tecrîdê didomînin.” 
 
‘JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DIVÊ BIKE’
 
Akkurt, diyar kir ku bi milyonan kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd li qadan e û wiha domand: “Dewlet hevkar in lê gel jî ji bo birêz Ocalan li ber xwe didin. Ev têkoşîn, li her devera cîhanê belav bû. Gel, şer, rijandina xwînê û zilmê naxwazin. Rêya rizgariyê jî di birêz Ocalan de dibînin. Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike.” 
 
‘HEKE TECRÎD RABE DÊ AŞTÎ WERE’
 
Ji Dayikên Aştiyê Halîse Bîlîr jî da zanîn ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re şer tê domandin û ev tişt anî ziman: “Em ne şer lê aştiyê dixwazin. Heke tecrîd rabe, dê aştî were Rojhilata Navîn û dayik êdî negirîn. Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe.” 
 
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Bîlîr, got ku gelên cîhanê xwedî li felsefeya Abdullah Ocalan derdikevin û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina vê, li hemberî tecrîda Tirkiye ferz dike bêdeng dimînin û dibin şirîk. Azadiya birêz Ocalan dê ji bo gelê kurd û gelên din aramiyê bîne. Divê her kesên li dijî şer aştiyê diparêzin, ji bo azadiya birêz Ocalan têbikoşin.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

06/11/2023
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire
09:01 Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN
07:49 Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel
04/11/2023
19:50 Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye
16:33 Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî
16:31 Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji girtîgehê derket
16:13 Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin: Gel dê di 31’ê Adarê de hesab bipirse
15:51 Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn
15:16 Ji girtiyê nexweş banga ‘lezgîn a çareseriyê’
14:53 Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike
14:49 Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn
14:22 Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn
14:18 Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe
12:46 Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide