RIHA - Di danişîna Doza Pirsûsê de daxwaza guhdarkirina Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû nehate qebûlkirin. Mehmet Ozkan ê di komkujiyê de lawê xwe winda kir ev pirs kir: “Ji bo ku me ev doz şopand em hatin girtin, derbarê me de lêpirsîn tên destpêkirin. Hûn çi ji me dixwazin?”
Di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê 33 kes di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de hatibûn qetilkirin. Danişîna 5’emîn ya Doza Komkujiya Pirsûsê ku derbarê bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali hatiye vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin. Ji bilî Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ferît Şenyaşar û gelek nûnerên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan beşdar bûn.
XWEDIYA MOTOSÎKLETÊ HATE GUHDARKIRIN
Xwediya motosîkleta ku Abdurrahman Alagoz ê DAIŞ’î yê komkujî pêk anî lê siwar bûbû, Fadîle Ûyanik, li ser SEGBÎS’ê di danişînê de weke şahid hate guhdarkirin. Ûyanik, anî ziman ku têkildarî komkujiyê tu agahiya wê nîne, her du bersûcên fîrarî nas nake û ev îdia kir: “Motosîklet a di komkujiyê de hatiye bikaranîn ya min nîne. Tu kesên navên derbas dibin nas nakim.” Parêzeran bi bîr xist ku motosiklet bi awayekî fermî li ser navê Ûyanik qeydkirî ye.
Serokê dadgehê spasiyên xwe pêşkeşî Ûyanikê kirin û SEGBÎS bi dawî kir.
‘HÛN ÇI JI ME DIXWAZIN?’
Bavê Ûgûr Ozkan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Mehmet Ozkan bi gotinên “Me şahid guhdar kir û dadgeh gelek alîgir dît. Min heta niha nedîtiye ku dadger spasiyên xwe pêşkeş dike. Cara ewil DAIŞ’ê em mexdûr kirin, cara duyemîn dadgeha we, cara sêyemîn Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê em mexdûr kirin û cara çarêmîn li mala xwe hatim mexdûrkirin. Psîkolojiya min xera bû. Malbata min ji min re dibêje ‘neçe dê te bikujin’. Em gelek malbat dihatin vir. Parêzerên me hatin girtin. Gorên me hatin xerakirin. Gef li malbatên me tê xwarin. Me çi kiriye? Em çima evqas tên mexdûrkirin?” bertek nîşanî helwesta dadgehê da.
Serokê dadgehê ji bo spasiyên xwe yên pêşkeş kirin ji Ozkan lêborîn xwest. Ozkan, bi bîr xist ku bi dehan daxwazên heta niha ji dadgehê daxwaz kirine nehatine qebûlkirin û wiha got: “Ji bo ku me ev doz şopand em hatin girtin. Derbarê me de lêpirsîn tên destpêkirin. Hûn çi ji me dixwazin? Ka edalet? Bersûc destên xwe dihejînin û digerin. Rêyekê nîşanî me bidin.”
DAXWAZA BILA ‘AHMET DAVÛTOGLÛ WERE GUHDARKIRIN’
Şahidê komkujiyê Yalçin Demîr jî wiha got: “Ahmet Davûtoglû xwe îxbar dike lê îfadeya wî jî nayê wergirtin. Ev doz heta ku em nebêjin xelas bû, xelas nabe. Em ê hesaba 33 hevrêyên xwe bipirsin. Heke hûn dixwazin vê dozê bi dawî bikin daxwaza me û parêzerên me qebûl bikin. Hinek şahid tev li danişînê dibin, îfadeyên derew didin. Heta ku Ahmet Davûtoglû neyê vir em ê weke faîl dewletê bibînin. Em dixwazin Ahmet Davûtoglû were vir û guhdarkirin.”
‘BILA ABDULLAH ÇÎFTÇÎ WEKE ŞAHID WERE GUHDARKIRIN’
Yek ji şahidê komkujiyê Soner Çîçek jî anî ziman ku bersûc, şahid û mexdûr tev li hev bûne. Çîçek jî xwest ku Davûtoglû were guhdarkirin û wiha got: “Kesekî ku serokwezîrtî kiriye. Di hemû danişînan de tê daxwazkirin lê naînin. Bi awayekî xwezayî mirov pirsa ‘dewlet jî di nava vî karî de ye?’ dikin.
Yek ji parêzera Platforma Ji bo Pirsûsê Edalet Sevda Çelîk Ozbîngol xwest ku hemû kesên di dosyayê de navên wan derbas dibin weke şahid bên guhdarkirin. Ozbîngol, xwest ku siyasetmedar û amirên mulkî yên demê bên guhdarkirin û wiha got: “Di vî warî de biryarên dadgehê yên navberê hene lê pêk nehatin. Ahmet Davûtoglû jî yek ji van e.”
Parêzer Serdil Îzol jî diyar kir ku şahid Ûyanik îfadeyên derew dane û wiha got: “Ji ber îfadeyên derew dan em dixwazin derbarê Ûyanik de serlêdana sûc bê dayîn.” Îzol, xwest ku dîmenên winda yên têkildarî komkujiyê bên dîtin û li dosyayê bên zêdekirin û wiha berdewam kir: “Agahî hebû ku dê Abdûrrahman Alagoz komkujiyekê bike. Me xwest ku hêzên ewlehiyê yên roja ewil GBT kirin û ew berdan bên guhdarkirin lê ev daxwaza me nehate qebûlkirin. Dosyaya ku Fadîle Ûyanik li Dîlokê jê tê darizandin divê li dosyaya dozê were zêdekirin. Divê Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî weke şahid were guhdarkirin. Ji bo qeydên tapeyê yên li doza komkujiya Enqereyê hatine zêdekirin divê rapora pisporan were amadekirin û heke tişteke têkildarî Komkujiya Pirsûsê hebe jî bil ali dosyaya dozê bê zêdekirin. Hevjînên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî anîn Tirkiyeyê û bêyî têkildarî Komkujiya Pirsûsê pirsekê bipirsin hatin berdan. Komkujî sûcê li dijî mirovahiyê ye, em dixwazin dozê bi vî awayî bigirin dest.”
‘BERSÛC LI ŞAM Û IDLÎBÊ NE’
Parêzer Sezîn Ûçar jî daxwazên hempîşeyên xwe dubare kirin. Ûçar da zanîn ku belgeyên têkildarî ku yek ji bersûcan li Şamê yê din li Idlîbê ye û wiha got: “Idlîb di bin kontrola Tirkiyeyê de ye lê kesekî li wir dijî nikarin bînin vê derê û darizînin. Têkildarî îadekirina sûcdaran peyman hene. Em kesê ku îstîxbarat hey eli Şamê di girtîgehê de ye daxwaz bikin. Em daxwaz bikin bila rayedarên Sûriyeyê binirxînin. Lê daxwazeke bi vî awayî nîne. Heta ku em bersûcên rast neînin em nikarin encamekê bi dest bixin. Dema lêgerîna Îlhamî Bal3I hebû jî belgeyên ku li Konyayê dihate dermankirin hene. Piştî nivîsên hatin nivîsîn belgeyeke cuda hate pêşkeşkirin. Em dixwazin ev nakokî werin lêkolînkirin û heke qeyd hatibin guhertin ji aliyê kê ve hatine guhertin bên tespîtkirin. Divê derbarê kesên guhertin de gilî bê kirin.”
Parêzer Rûken Gulagaçli jî qala nakokiyên di dosyayê de kir û destnîşan kir ku divê hemû berpirsyar bên darizandin.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, destnîşan kir ku divê daxwaza hemû parêzeran bê bicihanîn.
Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê Nûrettîn Kûzû bal kişand ku 8 sal in daxwazên parêzeran nayên qebûlkirin. Hevserokên Şaxa OHD’a Rihayê Meral Halat û Îbrahîm Oyke û parêzerên din jî xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û daxwazên hempîşeyên wan bên qebûlkirin.
Dozger jî mutala da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
Dadgehê biryara berdewama girtina bersûcên fîrarî da û daxwaza xwestina doza Fadîle Ûyanik jê tê darizandin qebûl kir. Dadgehê di serî de daxwaza guhdarkirina Ahmet Davûtoglû daxwazên din jî qebûl nekir û danişîn taloqî 21’ê gulana 2024’an kir.