ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan a HEDEP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku faîlên Komkujiya Vartînîsê diyar in û doza wê bi biryara îradeya siyasî hatiye betalkirin.
Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Til ê Mûşê avahiyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind, doz jinûve hatibû destpêkirin. Danişîna biryarê ya Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin û dadgehê bi hinceta demborînê doz betal kir.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Nûray Ozdogan têkildarî biryara betalkirina dozê ji ajansa me re axivî.
‘VARTÎNÎSÊ JÎ NEKARÎ XWE JI VÊ ENCAMÊ XELAS BIKE’
Ozdogan, diyar kir ku her çende ku Doza Vartînîsê weke dosyayeke kiryarnediyar xuya bike jî di esasê xwe de faîlên wê diyar in û wiha got: “Doz veguhestin Kirikkaleyê û xwestin dozê ji venêrînê mexdûran dûr bixin. Doz, bi necezakirinê biencam bû. Ev dosya di navbera salên 2013-2014’an de dîsa hatin vekirin. Bi biryara hevrûbûnê hatin vekirin û gotin; ‘êdî dê sûcên berê hatine kirin bên ronîkirin.’ Ev dosya bi îradeya siyasî hatin vekirin û niha jî bi îradeya siyasî hatin girtin. An bi beraetê yan jî bi biryara demborînê biencam bûn. Vartînîsê jî nekarî xwe ji vê encamê xelas bike.”
Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan a HEDEP’ê Nûray Ozdogan
‘JI HÊLA DELÎLAN VE YEK JI DOSYAYÊN HERÎ XURT E’
Bi domdarî Ozdogan destnîşan kir ku dosyaya Vartînîsê ji hêla delîlan ve yek ji dosyayên herî xurt e û ev tişt anî ziman: “Di dosyayê de şahidiya Ayselê heye ku ji komkujiyê xelas bûbû. Hêj jî didome. Her wiha îfadeyên leşkerên wê demê peywirdar bûn hene. Li gorî îfadeyên di dosyayê de; fermandarê lîwayê yê niha firarî û gelek fermandaran ev sûc bi zanebûn kirine, bi zanebûn ketine nava malê, şewat derxistine û komkujî pêk anîne. Tevî vê yekê jî encamekî wiha ji dosyayê derket. Jixwe demekî dirêj biryara girtinê nehat dayîn û dema biryara girtinê ji bo bersûc dayîn jî bersûc reviya bû. Nehate girtin. Me gelek caran vegot ku fermandarekî lîwayê yê berê yê ku li Tirkiyeyê peywirdar bû û mûçeyê teqawidiyê werdigire nayê girtin. Me got heke hêzên ewlekariyê bixwazin dikarin vî kesî bigirin.”
‘BI BIRYARÊN ÎDAREYA POLÎTÎK Û LEŞKERÎ HATIN KIRIN’
Di berdewamê de Ozdogan anî ziman ku Komkujiya Vartînîsê ji her alî ve binpêkirineke giran a mafên mirovan e û wiha pê de çû: “Ev komkujî bi biryarên îdareya polîtîk û leşkerî yên demê hate kirin. Li herêmê li dijî kurdan sûcên weke valakirina gundan, şewitandin, revandin, kuştin, şewitandina malan û tunekirina çavkaniyên debarê hwd. hatin kirin. Vartînîs jî yek ji wan sûcan bû. Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê dosyaya Vartînîsê weke sûcê ‘kuştina mirov’ girt dest. Xalên li gorî vê xist meriyetê. Ji îro ve bersûcên komkujiyê êdî dikarin ji her derê derkevin holê. Ji ber ku êdî biryarên qedexeya derketina derve û girtinê betal bûn. Polîtîkaya necezakirinê didome. Heke îktîdara siyasî bixwaze, dikare faîlên tevahiya sûcan bibîne û ceza bike. Lê tevî ku faîl tên zanîn, nayên cezakirin.”
‘WEKE SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NAYÊ DÎTIN’
Ozdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Beşeke di nava dewletê de van sûcan bi eşkereyî dike. Heta ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke hevrûbûnê û aştiyê çênebe dê sûcên dewletê neyên ronîkirin. Mimkin nîne ev sûc bi rêya daraza girêdayî îktîdarê bên ronîkirin. Ji ber ku tu dadger û dozger van binpêkirinên giran ên mafên mirovan weke sûcekî li dijî mirovahiyê nabîne. Mîna dosyayên doza JÎTEM’ê dibe ku hinek ji van kesan hêj niha jî di saziyên cemaweriyê de bi awayeke neqanûnî bixebitin. Ji ber ku pir baş tên parastin. Heke hûn ji bo sûcên li dijî kurdan mekanîzmayên darazê bi awayeke bibandor nexin meriyetê yan jî asteng bikin, wê demê hûn jî dibin şirîkê sûc. Ev dosya, dosyayên girîn gin. Heke bêceza bimînin, ev tê wê wateyê ku komkujiyên nû dikarin bên kirin. Lewma divê raya giştî ya demokratîk dozên wiha bişopîne. Ev doz hêj neqediyaye. Weke partî em ê vê dosyayê bişopînin û tişta ji destê me tê bikin.”