AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku di demeke ku tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd didome de girtî nikarin bêdeng bimînin û wiha got: “Hêj ji girtîgehan darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike.”
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên girtin. Bersiveke erênî ji serlêdanên malbat û parêzeran re nayê dayîn û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê çalakî hatine destpêkirin. Çalakî, roj bi roj zêdetir dibin. Herî dawî jî girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de li zêdetirî 100 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku di roja 11’emîn de didome, nivîsek nivîsand.
Nivîsa Leyla Guven wiha ye:
‘ZAYÎNA CÎHANA NÛ HINEK BIÊŞ E’
“Di çaryeka sedsala 21'emîn de em bi hesreta edalet, aştî û wijdanê dijîn. Gramsci dibêje; ‘Cîhana berê dimire û cîhana nû ji bo zayînê zehmetiyan dikişîne. Niha dem dema cinawiran e.’ Mîna her zayînê, zayîna cîhana nû jî zehmet û biêş e. Hêzên emperyal, rejîmên dîkta û ferasetên yekperest ên faşîzan, li gel domandina rejîmên heyî û netewedewletê ne. Kesên şoreşger, demokrat, hemdem û nirxên gerdûnî diparêzin, gel û tevgerên ekolojîst ên ji mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan bawer dikin jî pêşengtiya guherînê dikin. Gelo dê kî bi ser keve? Bêguman ên hêza xwe ji gel digirin û gel esas digirin dê bi ser kevin.
Yek ji mijarên herî trajîk a li ser pergala cîhana heyî ya neadilane jî rewşa gelê kurd a ku tê de dije ye. Yek ji gelên herî qedîm ê erdnîgariya Mezopotamyayê ye. Welatê Kurdistanê ku warê wêje, huner, felsefe, ol, jêderka zanistê, çavkaniya civakîbûnê, warê zanayan û çanda xwedawenda ye, sed sal berê ji hêla hêzên hegemonîk ve dabeşî çar parçeyan hate kirin. Ev dabeşkariya bêyî îradeya gelê kurd hate kirin, di heman demê de bû çirûska serhildanên ku ev sed sal in didome. Vaye gotinek heye; ‘Li ku derê zilmek hebe, çareseriya wê bûye serhildan. Ji ber ku serhildan, dengê kesên nikarin dengê xwe bidin bihîstin e.’ Ji bo fêmkirina êş û rewşa gelên me ku li welatê xwe hatiye çarmixkirin, divê mirov rewşa tevlihev, siyasî û bikrîz a herêma me baş binirxîne.
TIŞTÊN KU GELÊ KURD Û GELÊ FILISTÎNÊ DIJÎN DIŞIBIN HEV
Gelê kurd di sedsala dawî de bedelên giran da û gelek tiştan hîn bû. Fêm kirin ku welat, ziman û ola serdestan çi dibe bila bibe tu caran bawerî pê nabe. Em êdî dizanin ku zirara herî mezin kurd bi xwe didin kurdan û heta yekitiya neteweyî çênebe dê çareserî jî pêş nekevin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ku di nava 50 salên dawî de ji her alî ve ‘neşxerêya genê’ ya gelê kurd derxistiye holê, ji dahûrîna kesayetê heta dahûrînên herêmê polîtîkayên rast û rasteqîn pêş xist. Lewma jî gelê me 4’ê Nîsanê weke roja jidayikbûna xwe pîroz dike. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin û ji bo çareseriyeke mayînde, 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava hewldanan de ye. Lê hêj jî ji bo van hewldanên jidil ên çareseriyê tu muxatab nedîtine.
Serokkomarê vî welatî ji bo îktîdara xwe car bi car pirsgirêka kurd tîne ser maseyê, carnan jî radike sarincê. Dema li Rêberê Gelê Kurd tecrîdê ferz dike, qanûnên xwe binpê dike û helwestekî bêberpirsyar raber dike. Di van rojên dawî de gelek caran ji bo Serokwezîrê Îsraîlê dibêje; ‘Dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin.’ Bawerim hêj fêm nekiriye ku dê ew jî heman dawiyê bijî. Li gorî me hemû dîktator, bila hem kujerên zarokên xezeyî û roboskiyî bên darizandin!
Dewleta Îsraîlê ji sala 1948'an heta niha, dewleta Tirkiyeyê jî ji sala 1954’an heta niha ma çi zilm ma ye ku li gelên kurd û filistînî nekirine? Dema em bi kurtasî li dîrokê dinêrin, rêzekomkujiyên weke Agirî, Zîlan, Dêrsim, Cizîr, Sûr û hwd. derdikevin pêşiya me. Di heman demê de em dibînin ku li gelê Filistînê jî Sabra û Şatîlla, şerên 6 Rojan, întîfada û gelek qirkirinên din hatine kirin. Lewma kî terorîst e yan kî dîktator e? Vê bersivê herî zêde gelên kurd û filistînî dizanin. Yên ku ji bo gelê Filistînê xwe nerazî dikin, bila dev ji durûtî û sextekariyê berdin û ji ewil hewl bidin êşên ku ev hezar sal in li ser vê erdnîgariyê bi gelê kurd didin jiyîn fêm bikin. Belê, tiştên ku gelê kurd û gelê Filistînê dijîn dişibin hev. Her du gel jî li ser xaka xwe penaber in.
EM LI TIRKIYEYÊ EW JÎ LI ÎSRAÎLÊ DÎLGIRTÎ NE
Girtîgehên dewleta faşîst a Îsraîlê bi zarok, jin, zilam û nexweşên filistînî tije ne. Di heman demê de zindanên Tirkiyeyê jî bi kurdan tije ne. Li ser qenalên TV’an pesnê Hamasê didin û lanetê li Îsraîlê dibarînin. Lê ev kes dostên gelê Filistînê nînin. Yên ku her ji niha ve ji bo jinûveavakirina Xezeyê ketine pêşpirkê, ji balafira serokkomar danakevin. Lewma kesên ku êşên gelê kurd li ber çavên wan dikişînin nabînin, nikarin wehşeta gelê Filistînê dijî fêm bikin. Em niha li zindanên Tirkiyeyê dîlgirtî ne. Ew jî li zindanên Îsraîlê dîlgirtî ne.
JI BO GIRTIYAN TU RÊYÊN DIN NEMANE
Girtiyên kurd di nava 50 salên dawî de bi dehan caran bedena xwe dan ber birçîbûnê, hewl dan dengê xwe bi raya giştî bidin bihîstin. Evîndarên ‘Rêbertiya azad, welatê azad’ dîsa bi karwanê birçîtiyê ketin rêyan. Bêguman herî baş girtiyên siyasî dizanin ku di vê rêyê de xetereya mirinê heye. Lê belê di heman demê de baş dizanin jiyaneke bêyî Rêbertî û bêyî welat jî nabe. Piştî civaka xwezayî heta niha li şûna exlaq û wijdanê, hiqûqa sar û bêruh hate bicihkirin. Ji wê rojê heta niha hemû gelên ku rastî derhiqûqtiyê tên bênavber li ber xwe didin, serî hil didin û întîfa bûn! Zarokên leheng ên gelê me ji bo daxwazên xwe yên rewa çima neçar man ku birçî bimînin-bimirin? Hêj heta duh ji bo ku ew wan qanûnên xwe yên kambax bi awayeke wekhev li dijî hemû girtiyan têxin meriyetê, ji zindanan bedenên ciwan di darbestan de derketin. Xuyaye ku ev yek têr nekiriye!
Dehaqên zalim ên roja me, hêj bêhtir mejiyê ciwanan dixwazin. Kemal û Xeyriyan bi berxwedana xwe faşîzma 12’ê Îlonê ronî kirin. Hevalên me yên Zulkuf, Ayten, Medya, Zehra, Siraç, Mahsum û Gonca bi ruhê fedaî sepana tecrîda girankirî derizandin. Bi vê yekê re bi milyonan kes hîn bûn ku Rêbertiya wan dijî û peyama vê girtin. Di demeke ku hêj êşa hevalên me di dilê me de nû bû, îcar tecrîda heyî dîsa domandin. Lewma bila tu kes nebêje ‘we çima biryara vê çalakiyê dan.’ Ji bo me girtiyan ji bilî vê tu rêyên din nema ne. Divê bê zanîn ku, birçîhiştina bedena xwe, heliyana roj bi roj tiştekî ewqas hêsan nîne. Lê belê heke kesekê ku gelê kurd weke Rêberê xwe dibîne û 3 hevalên wî yên pê re di tecrîdeke girankirî de bên ragirtin, heke tu agahî jê neyên girtin bê ka dijîn an na, wê demê jiyan ewqas jî hêsan nabe.
KONSEPTA ‘BILA KURD DAYIKA XWE NEBÎNE’ DIDOME
Tecrîdeke giran li ser Rêbertiya me heye, malbat jî di nav de tu kes ji Giravê agahiyan nagire, tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye, girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest didin, li gel ku cezayê wan xelas bûye jî hevalên me nayên berdan, her cureyên zext û îşkenceyê li girtîgehan didome, çareseriya pirsgirêka kurd mehkûmî neçareseriyê hatiye kirin, her kesên li derve qala pirsgirêka kurd dikin û pêşengên gelê kurd tên girtin. Di rewşeke wiha de bila tu kes li wê bendê nebe ku girtiyên siyasî bêdeng û bêçalakî bimînin. Encama giran a ku pirsgirêka kurd bi xwe re aniye li holê ye. Di rewşa heyî de ji heman malbatê gelek kesan di şer de jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes jî girtî ne. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê bi zanebûn van kesan dişîne girtîgehên li metropolên Tirkiyeyê. Ji 12’ê Îlonê heta roja me tu caran navber nedan konsepta ‘bila kurd dayika xwe nebîne’ û hêj niha jî didome. Tevî van jî gelê kurd di nava her şert û mercan di bi can û malê xwe her cureyên fedekariyê raber kir.
Bi dehan sala ye gelê me her roj bi serbilindî li ber deriyên morg û zindanan disekine. Lewma têkoşîna me veguherî tevgereke gel. Rêbertiya me û bi hezaran hevalên me tevahiya emrê xwe fedaî azadiyê kirin. Dema rewş wiha dibe, mirov nikare li dijî zilma tecrîdê ya li Girava Îmraliyê dest pê dike û li tevahiya girtîgehan belav dibe bêdeng bimîne. Li çar aliyên cîhanê li dijî vê bertek tên nîşandan.
SERKEFTIN GIRÊDAYÎ XWEDÎDERKETINA WE YE
Weke encam; divê gelê me bizane ku ji bo serkeftina greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan dest pê kiriye, bi temamî girêdayî xwedîderketina we ye. Ji bîr nekin ku em; ‘bi qasî di oxira wê de bimrin ji jiyanê hez dikin.’
Armanca me ew e ku ev pêngava me ya bi dirûşma ‘Ji Rêber Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ li hemû qadan belav bibe û bi ser keve. Hûn dê bibin deng û nefesa girtiyan. Em tevek pê dizanin ku tevahiya destkeftiyên me yên heta niha, encama îradeya hevpar, hêza hevpar û xebata kolektîf e.
Nizanim ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê çi bibêjim; bêguman dema vê dibêjim qala derdorên bihestiyar nakim. Lê pratîka heyî li holê ye. Dema behsa xeberê dibe pirsgirêka kurd û mafên kurdan, dostên tirkiyeyî ji demokratbûn, sosyalîstbûnê, ji adil bûn, ji hestiyarbûn, şoreşgertî û welatparêztiyê feraxet dikin. Weke ku hafizeya wan ji bo demekî biçe. Bi gotinê weke ‘lê’ ‘lê belê’ demogojiyê dikin û hewl didin roja xwe ser de bibin. Bêguman tu bendewariya me ji van derdorên rêzê ji xwe re nagirin nîne. Lê belê divê baş bizanin ku bila nebêjin qey haya me ji oportunistiya wan nîne. Rojekê radibin û dibêjin; ‘tecrîdkirina Ocalan rast nîne’ û roja din dibêj e’montaj e.’ Rewşenbîrtî wiha nabe. Hewcehiya kurdan bi dostaniyên wiha nîne. Bila vê bizanin!
Banga me ya esasî ji bo karker, kedkar, jin, hemû derdorên bindest ên bi rastî jî baweriya xwe bi xwişk-biratiya gelan anîne ye. Ji bo kesên her roj pariyê nanê wan biçûk dibe ye. Ji bo kesên dê hesabê ji îktîdara faşîst a xwe bi şer û pevçûnan xweyî dike ye. Ji bo gel bi xwe ye ku dê hesabê ji kesên dibêjin ‘ma hûn dizanin bê ka her fîşekek bi çiqas lîreyan e?’ û Efrîn dagir kirin, bacan li pişta xizanan bar dikin, her deverê bombebaran dikin û xelkê neçarî întîharê dikin e.
SERKEFTIN DÊ YA BERXWEDÊRAN BE
Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, em bedel didin. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe li Tirkiyeyê tu tiştek çareser nabe. Em ê dev ji gotina vê rastiyê bernedin. Kesên ji jiyana xwe ya konformîst tawîzê nadin hinek dereng me fêm dikin. Lê jiyana wan a tenê ji reqeman bisînor roj bi roj tune dibe. Ji ber vê yekê divê careke din bibêjim ku di çalakiya greva birçîbûnê de her roj, her saet, her deqîqe pir girîng e. Hestiyariya civakê ya di vê mijarê de dê hêz bide çalakvanan. Belkî we nekarî heta Filistînê biçin û piştigiriyê bidin lê hûn dikarin li hemberî gelê kurd û girtiyên siyasî hinek bihestiyar tevbigerin. Hêj ji girtîgehan darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike. Serkeftin dê ya gelê kurd ê berxwedêr be.”
MA / Mujdat Can