ENQERE - HDP li ser angaştên pûç û bê kok ji 25'ê nîsana 2021'an heta niha ji doza Kobanê tê darizandin. Li ruxmê ku angaştên şahidên nepen û aşkere ku gotin “HDP'ê ji konferansa zindanê ya Qendîlê ferman girtiye" jî darizandina HDP'ê ya li dijî hiqûqê didome.
Piştî DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir û şûnde gel li dijî êrîşan daket kolanan. Gel li dijî êrîşên dijwar di 6-8'ê cotmeha 2014'an de li Kurdistan û Tirkiyeyê daketin kolanan û çalakî belav bûn. Ji ber bûyer û çalakiyên 6-8'ê cotmehê der barê 108 endam û rêveberên HDP'ê de doz hat vekirin. Dozger ji bo kesên tên darizandin 3 hezar û 530 rûpel ku ji 324 klasoran pêk tê, angaştname amade kir. Heta niha parastina 5 hezar û 267 rûpelan li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatiye kirin û darizandin didome. 108 siyasetmedar, li Kompusa Girtîgeha Sincanê berdewam dike. Danişîna yekemîn a doza Kobanê di 26'ê Nîsana 2021'ê dest pê kir û niha hêj didome. Heta niha hemû angaştên der barê siyasetmedaran de hatine dayîn yek bi yek hatin pûçkirin û nakokiyên wan derketin holê.
BIRYARA DMME'YÊ
Di esasên sûcdariyên di angaştnameyê de, daxuyaniya Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê ku di 6'ê cotmeha 2014'an de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kiribû ye. Lê Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2020î de anîbû ziman ku di naveroka daxuyaniyê de tundî tune ye û tu eleqeya parvekirinê û HDP’ê bi hev re tune ye. DMME'ê destnîşan kiribû ku bang li ser esasê azadiya ramanê hatiye kirin.
HINCETA GIRTINE
Li aliyê din Dozger Ahmet Altûn ku bi taybetî ji bo dosyayê hatibû peyvirdarkirin, tevî hemû hewldanan xwe gîhand şahidê nepen “Ulaş”, “Mahir” û şahidê aşkere Kerem Gokalp. Lê ji ber şahidên nepen û şahidê aşkere îfadeyên bi nakok dan, bi xwe îfadeyên xwe pûç kirin. Hat dîtin ku ne li gorî pîvan û usulê îfadeyên şahidan hatine girtin. Tevî ku îfade ne li gorî qanûn, rêgez û pîvanan hatine girtin û tevê ku îfadeyên nakok dan jî dîsa siyasetmedarên kurd li dijî qanûnan girtî têne darizandin.
ANGAŞTA ‘KONFERANSA ZINDANE'
DMME'ê biryar da ku HDP'ê di çarçoveya azadiya ramanê de daxuyanî daye. Lê şahidên nepen angaştin ku HDP'ê li ser fermana konferansa zindanan a di sala 2014'an de pêk hatibû girtine. Şahid Ulaş û Kerem Gokalp, angaştin ku biryar ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan ve hatiye dayîn. Dîsa angaştin ku bi rêya Hevserokê DBP'ê yê berê Kamuran Yuksek bi Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş re hatiye parvekirin. Dozger jî di angaştnameyê de angaşt ku Demirtaş jî li ser fermanê di 30'ê Îlona 2014'an de bang kiriye ku li ser sînorê Kobanê li ber xwe bidin. MYK'a HDP'ê jî ev ferman li ser medya dijîtal bi raya giştî re parve kiriye. Dozger angaşt ku ev ferman e.
Li ruxmê vê angaştê di 12'ê Gulana 2022'an de Demirtaş parastin kir û got: “Ew roja yanî 14'ê îlona 2014'an de ku şahid Gokalp angaşt dike Kamuran Yuksek agahî daye, wê rojê li bajarekî din bû û wiha got: Ez di 20'ê Îlonê de jî li Ruhayê bûm." Demîrtaş bertek nîşanî nakokiyan dabû û angaşt pûç kiribû.
ŞAHIDAN DÎROK TEV LI HEV KIRIN
Gelek caran şahidên nepen û şahidê aşkere îfade da û gelek caran di îfadeyên wan de nakokiyên balkêş derketin holê. Dîsa di têkiliyên herdu şahidan di aliê dîrokê û cih de jî nakok derketin.
Şahid Kerem Gokalp di angaştê de dîroka konferansê şaş da. Ulaş angaşt ku konferans di Gulan-Hezîrana 2014'an de pêk hatiye. Ulaş parazt ku konferans li dor 10 rojan berdewam dike û Kamuran Yuksek jî tev li konferansê bûye. Şahid bal kişand ser dîroka 98'an. Lê dozger jî got 'Tenê 10 rojan berdewam kirin.
Lê Kerem Gokalp jî angaşt ku gotibû “Ez ne şaş bim di meha tebax-Îlona 2014'an de konferans pêk hatibû. Angaştibû ku ew jî beşdarî konferansê bûye.
Di angaştên şahidê nepen Ulaş û şahidê aşkere Kerem Gökalp de hat dîtin ku du agahiyên cûda hene. Dîsa hat dîtin ku di nava parastina herdu şahidan jî nakokî û agahiyên şaş hene.
Parêzeran destnîşan kirin ku nakokiyên di nava îfadeyên du şahidan de nîşan dide ku agahiyek rast tune û li vir 'Rêgeza ji agahiyên şaş û nakok bersûc sûdê digire' esas e.
PEYMANEN DESTURA BINGEHÎN BINPE DIKE
Li gorî xala 38/4’an a Destûra Bingehin û li gorî xala 6/2’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê heta ku sûc ne sapît be û angaştên bê kok be, divê bersûc neyê girtin. Li gorî peyman û pîvanan divê bersûc serbest bê darizandin û kengî sûc teqez bû divê bê girtin.
Dadgerên Ceza, pîvanên teqez datîne pêş ku sucê heyî teqez bikin û heta sûc teqez nekin dê girtiyên der barê wan de angaşt hebin, dê girtî bimîn. Siyasetmedara kurd Meryem Adıbellî û parêzerê mudafî Berdan Acun anî ziman ku di parastinan de diyar dibe ku “Di doza Kobanê de îdîayên bi şik mezin dibe û şik zêde dibe."
MA / Firat Can Arslan