AMED - Temenê dayikên tev li Nobeta Edaletê ya Amedê bûn di navbera 50 û 70’ê de diguhere û her yek ji wan xwedî çîrokeke cuda ye. Lê daxwazên wan heman in. Ew daxwaz jî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd e.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî di roja 17’an de berdewam dike. Ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê jî li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin.
Nobeta Edaletê ya li Amedê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hate destpêkirin û gelemperî dayik û malbatên girtiyan di çalakiyê de cih digirin.
Malbatên ku her roj saet di 11.00’an de dest bi nobetê dikin, li dîwarên eywana çalakiyê pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” û “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” daliqandine.
Dayikên ku ji deverên cuda yên bajar tên û tev li çalakiyê dibin, ji ewil pêşmalkên ku li ser nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe dikin. Temenê wan gelemperî di navbera 50 û 70’ê de ye û her yek ji wan xwedî çîrokeke cuda ye. Lê belê daxwazên wan hevpar in. Daxwaza wan jî azadiya fîzîkî ya Abdullaha Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd e.
HETA KU TECRÎD TÊ RAKIRIN...
Dayikên ku êş, elem û keyfxweşiyên xwe di navbera sihbetan de ji hev re vedibêjin, daxwazên zarokên xwe yên ketine greva birçîbûnê ji kesên tên serdanê û rojnamegeran re vedibêjin. Car bi car hewayeke giran li eywanê serwer dibe û bi hêza ku ji stranên dengbêjan û zarokan digirin jî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Gelek kes ji bajar û derveyî bajar tên serdana nobetê. Dayika Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan, Gulperî Îlbasan jî yek ji wan dayikan e. Îlbasan, li Tetwan a Bedlîsê dijî û ji bo piştgiriya bi çalakiyê re hatiye Amedê.
Îlbasan, hestên xwe yên dema di rê de jiyayî vegot û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku ev zilm êdî bi dawî bibe ez hatim vê derê. Min xwest piştgiriyê bidim dayikan.”
Di heman demê de şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ku ji 7 kesan pêk tê jî hate serdana çalakvanan.
'EM NIKARIN LI MALA XWE BISEKININ’
Emîne Al ku keça wê Gulistan Al li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin jî tiştên bi serê wê hatine bi şandeyê re parve kir û wiha got: “Roja ku keça min ketiye greva birçîbûnê heta niha nahêlin mafê xwe yên telefonê bi kar bûn. Ev bû 15 roj tu agahiyan ji keça xwe nagirin. Nikarim li malê bisekinim. Heke em agahiyekê jê negirin jî em tên vê derê û piştgiriyê didin berxwedana wan.”
'EM NAXWAZIN DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERKEVIN’
Rabîa Ataş ku keça wê Şîvekar Ataş yek ji girtiyên nexweş e û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin jî diyar kir ku keça wê tevî nexweşiyên xwe jî ketiye greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha çalakiya wê û 3 hevalên wê didome. Di çalakiya din de nêzî 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Em naxwazin ku ji girtîgehan darbest derkevin.”
Dema ku dayikan serpêhatiyên xwe ji şandeyê re vedigotin, dengê balafirên şer li asîmanê Amedê olan dida. Yek ji dayikan di wê kêliyê de wiha got: “Temamiya van balafiran ji bo kuştina zarokên me û qirkirina xwezaya me radibin û diçin. Her wiha çekên kîmyewî bi kar tînin. Ji bo rawestandina şer û aştiyê zextê li saziyên navneteweyî bikin. Bila azadî û aştî pêk bê. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.” Hema hema tevahiya dayikan ji şandeya jinan xwestin ku zextê li saziyên navneteweyî, CPT û DMME’yê bikin da ku bikevin nava liv û tevgerê.
Piştî çûna şandeyê jî dengê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, stranên dengbêjan û tililiyan li cihê çalakiyê bilind dibûn.
MA / Mujdat Can- Eylem Akdag