Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e

ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî yê li ser budçeya Wezareta Maliyeyê axivî, destnîşan kir ku sedemê bingehîn ê krîza siyasî û aborî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) li ser hevdîtina budçeya Wezareta Xizîne û Maliyeyê û saziyên girêdayî wê ya Meclisê mafê axaftinê wergirt. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Temellî destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin îşaret bi krîza siyasî kiriye û anî ziman ku sedemê krîza siyasî ya kûr a li Tirkiyeyê tê jiyîn jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û neçareserkirina pirsgirêka kurd e.
 
Temellî, destnîşan kir ku heke ev her du rewş berdewam bikin dê krîza siyasî kûrtir bibe û wiha got: “Dê bandora vê ya herî girîng jî li ser krîza aboriyê çêbibe. Li welatekî ji bo ku mirov asta krîza aborî ya hatiyê bibîne nîşaneya herî girîng xizanî û birçîtî ye. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê birçîtî heye. Dema em îro dizivirin û lê dinêrin; pêkan e ku xizantî hatiye asteke cidî û bi vê re birçîtiyê jî dest pê kiriye.”
 
Temellî, da zanîn ku gotina AKP’iyan a “alîkariyên civakî zêde bûn” li xwe mikurhatina xizaniyê ye û bi lêv kir ku ji aliyê AKP’ê ve “aboriya xizanan” hate avakirin. Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke li holê dewleta civakî nebe xêrxwazî heye. Ji xwe bingeha polîtîkayên neolîberal li ser vê esasê ne. ji ber vê yekê gel xizan dibe, sermaye dewlemend dibe.”
 
 
EREN: GEL NANÎ BI QERTÊN KREDIYÊ DISTÎNE
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku şîrketên mezin û bankayan bi sûdwergirtina ji krîza aboriyê qezenc li ser qezenca xwe zêde kiriye û wiha got: “Di sala 2023’yan de qezenca bankayan ji sedî 53 zêde bûye û bûye 339 milyar. Dahata kîjan kedkarî ji sedî 53,5 zêde bûye? Qezenca sektora bankavaniyê ya 5 salan 80 milyar dolarî zêde kirin. Gelo ev 80 milyar dolar ji ku tê bidestxistin? Helbet ji xizan û kedkaran. We pergaleke ku kesên pereyên wan hene zêdetir dewlemend yên xizan jî zêdetir xizan dibin ava kir. Gel hatiye rewşeke ku nan û simîdê jî bi qertên krediyê û teqsîtê bigire.”
 
OLAN: AKP LI GORÎ ÎHALEYÊ QANÛNAN ÇÊDIKE
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî anî ziman ku AKP’ê bi milyaran lîre daye alîgirên xwe. Olan, da zanîn ku li Almanyayê 3 hezar û 800 li Ewropayê 25 hezar û li Tirkiyeyê jî 453 hezar mutehid hene û wiha got: “Ev hejmar ji aliyê desthilatê ve bi awayekî zanebûn tê zêdekirin. Desthilatê ji aliyekî ve feraseta ku her kes dikare bikeve îhaleyên cemaweriyê afirandiye li aliyê din jî rêbazên ku budçeya gel pêşkeşî alîgirên xwe bike afirandine. Desthilata AKP’ê di 20 salên dawî de nêzî 200 caran Qanûna Îhaleyê ya Cemaweriyê guhert. Weke ku ev tere neke êdî ne li gorî qanûnan îhaleyê li gorî îhaleyê qanûnan çêdike.”
 

Sernavên din

20/12/2023
13:12 DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
13:07 Xizmên girtiyan kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin
12:51 Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin
12:50 DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe
12:10 DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome
09:32 Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
09:10 Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
09:09 Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin
09:08 Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
09:07 Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin
09:06 Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin
09:05 Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
09:04 Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin
09:02 Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN
18/12/2023
22:47 Li Sêrtê posterê Şêx Seîd hat daliqandin
21:05 Doza Kobanê: Rapora TEM'ê di wesfê talîmatekê de ye
17:01 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da
16:44 Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan
16:37 DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê biryara xwe da
16:34 Panela Îslam û Kurd: Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla mêran ve hatin bisînorkirin
16:01 Hevşaredar Demîr îdiaya qeyûm derewand: 4 meh piştre hûn dê hesabê bidin
15:32 TBB’ê piştgiriya karkerên Ozakê kir
14:41 Hewldana 78’an: Em ê komkujiyên meha kanûnê nedin jibîrkirin
14:14 Polîsî di doza îşkenceya bikûçik de beraet kir
14:07 Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê îktîdar bikeve nava tevgerê
13:46 Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
13:44 Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
12:42 Rojnamevan Siddik Guler hate girtin
12:27 MYK’a DEM Partiyê kom bû
12:23 Li Serhedê berf barî: Rêya bi sedan gundan hate girtin
11:02 Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê
10:59 Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin
10:50 Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin
10:49 Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye
10:43 DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin
10:41 Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir