ENQERE - Girtî Necla Yildiz diyar kir ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” rê li ber kelecaneke mezin vekir û wiha got: “Bêyî ferq û cudahiya dem û cih divê piştevaniya şoreşgerî hebe. Sosyalîstbûn û parastina aştî û demokrasiyê vê yekê ferz dike.”
Greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 28’an de didome. Necla Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, çalakiya girtiyan û tiştên dijîn nirxand.
Yildiz, ji sala 2016’an ve girtî ye û ji roja destpêkê ya binçavkirinê re ji hêla medyaya îktîdarê ve hedef hate girtin. Diviyabû di 3’yê sibatê de bihata berdan lê tehliyeya wê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve (ÎGK) hate taloqkirin.
‘EM DÎL TÊN GIRTIN’
Yildiz, da zanîn ku her 6 mehan carekê rêveberiya girtîgehê bi hinceta “ji bo tehliyebûnê guncav nîne” kaxizekî teblîxî girtiyan dike û wiha got: “Di kaxizan de hincetên weke ‘poşmantî qebûl nekiriye, li qawîşa birêxistinkirî dimîne’ û hwd. weke hincet tên nîşandan. Dadgeh jî xwedî heman helwestê ye. Weke mînak, min du caran xwest li dijî biryara lijneyê parastina xwe ya devkî bikim û min daxwazname da Dadgeriya Înfazê. Çendek meh piştre bi biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran hîn bûm ku ev daxwaznameya min hatiye paşguhkirin. Dadgeriyê hem bersiv nedaye hem jî weke ku min parastin kiribe pêşkeşî dadgeha jor kiriye. Min gelek caran ji Wezareta Dadê re nivîsand lê ew jî piştgiriyê dide rêveberiya girtîgehê. Bi kurt û kurmancî bi hevkariya van saziyan em di girtîgehê de dîl tên girtin.”
‘HERÎ ZÊDE ZEXT LI SER JINAN HENE’
Bi domdarî Yildiz ev tişt anî ziman: “Dema tiştekî ku pergal bikare bide civakê nemîne, zext weke amûra ewil tê bikaranîn. Dixwazin di 2024’an de 12, di 2025’an de jî 8 girtîgehên nû vekin. Li gorî îktîdarê hêj bi hezaran kesên ‘divê poşman bibin’ hene. Her ku li dijî zextan bêhelwestî pêş dikeve, zexta li ser girtîgehan girantir dibe. Tacîz û zext êdî veguherîne rewşeke jirêzê. Di dema lêgerînên qawîşan de gardyanan dema li ser hevalên me dinihêrtin ew tacîz kirin. Dema bertek tê nîşandan jî dibêjin; ‘ma dema destê mirov li we dikeve dibe tacîz?’ Me giliyê wan kir lê gotin; ‘gotina gardiyanan esas e’ û red kirin. Em jin nayên tehliyekirin. Ev bêhiqûqtî bi taybet jî li jinan tê kkirin.”
'KAMPANYAYÊ RÊ LI BER KELECANEKE MEZIN VEKIR’
Di berdewamê de Yildiz bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Her çend ku li Tirkiyeyê kesên rastiyê dibêjin ji neh gundan biqewirînin jî rastî li hemû dinyayê belav dibin. Herî dawî li zêdetirî 74 welatan belav bû. Me ev agahî dereng wergirt. Ji ber ku mafê me yê agahîgirtinê tê astengkirin. Rojname û kanalên televîzyonê yên em dixwazin li vir qedexe ne. Bihîstina vê kampanyayê rê li ber kelecaneke mezin vekir. Bêyî ferq û cudahiya dem û cih divê piştevaniya şoreşgerî hebe. Sosyalîstbûn û parastina aştî û demokrasiyê vê yekê ferz dike.”
‘GOTINÊN DERDORÊN MUXALÎF HEV NAGIRIN’
Yildiz, destnîşan kir ku gotinên derdorên muxalîf ên li Tirkiyeyê yên têkildarî pirsgirêka kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hev nagirin û ev tişt anî ziman: “Hemû cîhan êdî dibêje pirsgirêka kurd heye lê li vir dema yek dibêje ‘pirsgirêka kurd heye’, ev yek weke mînakeke pir mezin ê demokrasiyê tê nîşandan. Tenê li pêvajoya 100 salan binêrin, dê bibînin ku pirsgirêka kurdan a qirkirin, pişaftin, neaxaftina bi zimanê xwe û hwd. hene. Dema navê birêz Ocalan derbas dibe, jinişka ve hemû dikevin pêşbirka neteweperestiyê. Ji bo tunekirina neheqiyên heyî, divê mijarên pirsgirêka kurd û azadiya birêz Ocalan bigirin rojeva xwe û gavan biavêjin. Gelên Tirkiyeyê çareseriyê heq dikin. Hêviya min ew e ku kampanyaya heyî ji bo Tirkiyeyê bibe mînak.”
'QÎMETÊ RÊBERÊN MEZIN NAYÊ ZANÎN’
Yildiz, got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi sala ye kampanya tên lidarxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Fikrên wî pir zelal in û bi rehetî dikarin bikevin meriyetê. Hêviyê dide me ku utopyayên me jî pêk bên. Ji cîhana zarokekî bigire heta rêzgirtina ji bo kal û pîran, azadiya jin-mêr û pirsgirêka ekolojiyê... Paradîgmayeke wisa hatiye avakirin ku her kes xwe tê de dibîne. Ocalan bi xwe jî got ku dikare krîza Tirkiyeyê çareser bike. Lê mixabin li Tirkiyeyê qedrê rêberên mezin nayê zanîn. Yan jê re dibêjin ‘terorîst’ û dikin dijmin, an jî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û qetil dikin. Dema planên wan ên li dijî birêz Ocalan bi ser neketin jî tecrîd giran kirin. Bêguman îktîdar paradîgmayeke wiha weke avantaj nabîne. Heke guhê wan li ser civakê bûya, dê birêz Ocalan yek deqeyê li wir nemabûya. Tevî her tiştekî jî paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê rastî kelecan û xwedîderketineke mezin hat. Ev jî serkeftina birêz Ocalan e. Em nikarin tecrîda li Îmraliyê ji pirsgirêkên civakî cuda bigirin dest. Heta ku ji bo sûcê navneteweyî yê di 15’ê Sibata 1999’an de hatiye kirin deng neyê derxistin dê çareseriyeke mayînde çênbe. Heke em xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derkevin dê pirsgirêk çareser bibin.”
MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê.