Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 09:49 26 Kanûn 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di serî de Enqere, Stenbol û Îzmîr bi giştî li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin. 

 
Enqere, Stenbol, Tekîrdag, Dîlok, Bursa û Îzmîr jî di nav de li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de derheqê 17 kesan de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeyên Ataşehîr, Avcilar, Bagcilar, Bakirkoy, Başakşehîr, Esenyurt, Esenler, Gungoren, Kuçukçekmece, Sûltangazî û Sîlîvriyê de rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeyên Esenyurt û Başakşehîrê jî di nav de bi giştî 11 kes hatin binçavkirin. 
 
LI TEKÎRDAGÊ 9 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Hat zanîn ku polîsan li Tekîrdag, Bursa, Çanakkale û Kocaeliyê jî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Tekîrdagê de 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” derheqê 20 kesan de biryara binçavkirinê da. Di encama serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Mûrat Çoban hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. 
  
LI DÎLOKÊ BI SER MALAN DE HATE GIRTIN
 
Îro di danê sibehê de polîsan li Taxa Dumlupinar a navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Fatma Vesek hate binçavkirin. Hat zanîn ku Vesek bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê de mala wê hatiye belavkirin. Her wiha hat zanîn ku polîsan gef li endamên malbatê xwarin û heqaret lê kirin. 
 
Vesek, birin Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê. 
 
HEVSEROKÊN ANYAKAYDER’Ê HATIN BINÇAVKIRIN
 
Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) Rahîme Turan û Mîkaîl Atan û rêvebera komeleya Zarîfe Sungur hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat ragihandin ku binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê, ji Çankayayê derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hatin kirin. 
 
WAN, ERZIROM, COLEMÊRG Û BEDLÎS
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de li navend û navçeya Şemzînanê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li navendê de Ahmet Durmaz û hevjîna wî Şehrîvan Durmaz, li Şemzînanê jî Bîrhat Uysal û Halîl Saraç hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û birine Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê. 
 
Li navçeyên Xinûs û Qereçoban ên Erziromê jî bi ser malan de hate girtin û 2 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan a li Xinûsê de Rûşen Firat û li Qereçobanê jî ciwaneke ku dixwest biçe bajarekê din di ketina navçeyê de hate binçavkirin. 
 
Di encama serdegirtinên li Wanê de jî welatiya bi navê Şevîn Bartu hate binçavkirin. Di serdegirtina li navçeya Tetwan a Bedlîsê de welatiyê bi navê Aydin Tanri bi lêdanê hate binçavkirin. 
 
WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR: 208 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî serdegirtinên malan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku di encama serdegirtinên malan ên li 32 bajaran de 208 kes hatine binçavkirin. 

Sernavên din

26/12/2023
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?