STENBOL - Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan diyar kirin ku astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan ên bi Abdullah Ocalan re rêbazekî îşkenceyê ye û wiha gotin: “Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên guhdarîkirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Şaxên Weqfa Lêkolînên Civak Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Stenbolê têkildarî grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin û 34 meh in agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd dane destpêkirin, daxuyanî dan.
Daxuyanî, li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya li Beyoglûyê hate dayîn. Li gel nûnerên saziyên navborî, gelek parastvanên mafên mirovan jî tev li bûn.
Di daxuyaniyê de ji ewil Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got ku tevî nerazîbûnên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan ên li dijî tecrîdê jî di vê mijarê de tu çareserî nehatine pêşxistin û wiha domand: “Tecrîda herî giran li Îmraliyê di meriyetê de ye. Her wiha tecrîd li girtîgehên bi tîpên S û Y’ê sîstematîk bûne.”
Piştre jî metna hevpar ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê Bêrîvan Bekçî ve hate xwendin.
LI 20 GIRTÎGEHÊN HERÊMA MARMARAYÊ 160 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Bekçî, da zanîn ku li 20 girtîgehên Herêma Marmarayê 160 girtî ketine greva birçîbûnê û ev agahî parve kir: “Di serdanên me yên van girtîgehan gotin ku weke komên 1-6 kesan pêk tê, her 5-15 rojan carekê çalakiyê dewrî komeke din dikin. Li hinek girtîgehan cezayê hucreyê, qedexeya tevlibûna çalakiyan û cezayên disiplînê li girtiyên ketine çalakiyê hatin birîn. Her wiha li hinek deveran girtiyan piştî çalakiyê nekarîn madeyên bingehîn peyda bikin. Di çalakiyên berê de xesarên mayînde û mirin çêbûbûn lewma fikarên me hene.”
TECRÎD JI ÎMRALIYÊ BELAVÎ GIRTÎGEHÊN DIN BÛ
Bi domdarî Bekçî, destnîşan kir ku bi tecrîdê re beden û ruhê girtiyan hedef tê girtin, rêbazekî îşkenceyê ya bi demê re hatiye belavkirin e û wiha got: “Tecrîd li ser kê jî bê ferzkirin, tiştekî însanî û wijdanî nîne. Her wiha binpêkirina hiqûq û mewzûatan e. Vê rêbaza îşkenceyê êdî girtîgeh veguherandine cihekî nema dikare lê were jiyîn. Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê hevdîtinên bi malbat, parêzeran û axaftina ser telefonê serbest e lê li Girtîgeha Îmraliyê qedexe ye. Li Îmraliyê hiqûqa navxweyî û navneteweyî tên binpêkirin. Tecrîda li Îmraliyê ku bi sala ye didome, rêbazekî îşkenceyê ye. Her wiha yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Tecrîda li vir bûye sedema gelek grevên birçîbûnê ku girtiyan tê de jiyana xwe ji dest dane.”
‘DIVÊ TAVILÊ BÊ BIDAWÎKIRIN’
Di berdewamê de Bekçî, da zanîn ku Tirkiye aliyekî PMME’yê û bi vê yekê re rayeya serlêdana şexsî ya DMME’yê qebûl kiriye û wiha pê de çû: “Her wiha mecbûre biryarên pêşniyarê yên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêk bîne. CPT jî xwedî rayeya venêrînê ye. Hem DMME’yê hem jî CPT’yê di tespîtên xwe de gotin ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û xwestin hevdîtinên bi parêzer û malbatan re birêkûpêk bidomin. Her wiha Qeydên Mandela jî cezayê hucreyê qedexe dike. Tevî biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ya di îlona 2022’yan de jî ji girtiyên li Îmraliyê ev 34 meh in agahî nayên girtin. Divê tecrîda derhiqûqî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê tavilê bê bidawîkirin û mafê hevdîtina bi parêzer, malbat û telefonê bê bicihanîn.”
DAXWAZÊN GIRTIYAN
Parêzer Bekçî destnîşan kir ku divê birêkûpêk kontrola tenduristiyê ya girtiyan bê kirin û wiha axivî: “Hewceye bijîşkên serbixwe jî ji bo tedawiyê bikarin biçin girtîgehan. Ji bo seqetiyên mayîn de û xetereya jiyanî çênebe divê madeyên bingehîn ên weke av, xwê, şekir û vîtamîna B1 bên dayîn. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, di serî de Wezareta Dadê, banga me ji bo hemû saziyên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku bihestiyar tevbigerin.”
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Endama ÇHD’ê parêzer Yamgur Kavak, Rêvebera TOHAV’ê Destîna Yildiz û endamê OHD’ê parêzer Veysî Eskî jî piştî Bekçî axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku heta daxwazên miwekîlên wan tên bicihanîn û binpêkirin bi dawî dibin dê têkoşîna xwe bidomînin.