‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’

  • rojane
  • 16:50 31 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku li gelek bajaran Nobeta Edaletê domandin diyar kirin ku dê li hemberî zextan serî netewînin û wiha gotin: “Heta tecrîd neyê rakirin dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin.” 
 
Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de li Wan, Amed, Stenbol û Edeneyê hatine destpêkirin, berdewam kirin. 
 
WAN 
 
 
Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya li avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye desptêkirin, di roja 25’an de berdewam kir. Gelek welatî û siyasetmedar tev li çalakiyê bûn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê û endamên Komîsyona Kongreya Bajar a DEM Partiyê çûn serdana çalakvanan. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Rêvebera DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Devlet Çîftçî di çalakiyê de got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û banga yekitî û têkoşînê li gel kir. 
 
Çalakî, bi stran û serdanan berdewam kir. 
 
AMED
 
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 28’emîn de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê yên Hênê, malbata girtiyê nexweş Siddik Guler ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin û gelek welatî çûn serdana nobetê. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan, hezar silav li zindanan, em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatibû vekirin. Dayikan di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û îro jî çalakiya xwe domandin. 
 
Nazîme Çokdalan di serdana çalakiyê de axivî û got ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tecrîd li tevahiya gelê kurd tê ferzkirin. Çokdalan got ku dê gelê kurd tu carî serî netewîne û ev tişt anî ziman: “Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin. Hêviya me ew e ku di sala nû de tecrîd bê rakirin, aştî û aramî bê.” 
 
Nobeta Edaletê bi stranên dayikan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 28’emîn de berdewam kir. Li eywana nobetê pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk bibin dengê zindanan” hatin vekirin. Çalakvan Mûrat Turgay di çalakiyê de axivî û wiha got: “Tecrîd, sûcekî mezin e. Ne wijdanî ne jî însanî ye. Divê ev tecrîd bê şikandin. Lewma divê piştgirî ji çalakiyê re bê kirin.” 
 
STENBOL 
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan hatiye destpêkirin di roja 19’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê tê domandin, bûn. Çalakgeran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiya îro de jî welatî û nûnerên saziyan hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de hat gotin ku dê di sala nû de jî bibiryardarî têbikoşin. Çalakvanan, peyama piştevanî, hêvî û xwebirêxistinkirinê dan. Cemîle Çîftçî di çalakiyê de axivî û got ku ew daxwaza azadya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin. 
 

Sernavên din

25/01/2024
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin