ENQERE - Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de diyar kir ku wan ji bo gelê kurd rûmet û nasnameya xwe li ser xaka xwe bijî siyaset meşandine û wiha got: “Dewleta we û ya ku em jî hemwelatiyên wê ne, welatê me bi darê zorê dagir kir. Dewleta we, peymana fezîletdariyê xera kir.”
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Danişîna dozê bi parastina Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.
‘BAWERIYA MIROVAN BI SIYASETÊ NAYÊ’
Demîrtaş, diyar kir ku bandora siyasetê li Tirkiye û cîhanê kêm bûye û wiha got: “Weke siyasetmedarên kurd em hewl didin hêza guherînê ya siyasetê derxin pêş. Dest û lingên siyasetê girêdayî ne. Baweriya mirovan bi siyasetê nayê. Ji ber ku tişta li bêndê ne nade wan. Siyaset çima li Tirkiyeyê têk çû? Yên ku me di girtîgehê de dihêlin kî ne, kîjan hêz e?”
‘VE TÊKOŞÎNÊ EM KIRIN PISPORÊN DEMOKRASIYÊ’
Bi domdarî Demîrtaş got; “Em ê ne rastiyên dîrokî ji bîr bikin ne jî bidin jibîrkirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi wesîleya vê dozê ji bo hem dîroka mirovahiyê hem jî dîroka gelên me careke din derkeve holê ya ku ji dest me tê bikin. Bi hezaran mirovan ketina xwarê ya sêvê dît lê tenê Newton sedema wê pirs kir. Newton heta ku kurama rakêşê peyda kirî çima ev pirs kir. Em jî dipirsin çima? Çima ev xerabiye wiha mezin û berbiçav li me tê kirin? Bi sala ye em vê yekê vedibêjin. Mûrat Menteş di romaneke xwe de dibêje; ‘hûn nikarin pantorê xwe mîna faneleyê xwe ji serê xwe derxînin.’ Ev jî mîna vê kompasê ye. Mîna kesên hewl didin pantorê xwe ji serê xwe derxînin bi wan jî bû. Yên ku aloziyê derdixînin ne em in. Em hewl didin her tiştekî bi rast û dirûst li şûna wê deynin. Êdî wisa bû ku vê têkoşînê em tevek kirin pisporên demokrasî û mafên mirovan. Heke gotin di cih de be vê pêvajoya darizandinê em kirin yek. Em jî ji bo ku tiştên em derheqê mafên mirovan û aştiyê de dizanin bi kêrî tiştekî bên hewl didin. Lewma em bêdeng namînin û biînad diaxivin.”
‘DIVÊ EM BI ZANEBÛNIYA KU KÊLIYA EM DIJÎN DÊ BIBIN DÎROK BIJÎN’
Demîrtaş, têkildarî dîroka mirovahiyê hinek tespît kir û wiha pê de çû: “Nediyariya di dîrokê de dîsa dikare bi rêya dîrokê were zelalkirin. Divê em bi zanebûniya ku kêliya em tê de dijîn rojekê bibe dîrok bijîn. Di tevahiya dîrokê de zanayan gotiye ‘xwe nas bike yan jî hedê xwe bizane.’ Em jî vê gotinê esas digirin. Em jî xwe bizanin, hedê xwe bizanin û wisa dest pê bikin. Cihê pêkenokê ye ku ez van axaftinan îro li dadgeheke cezayên giran dikim. Lê ev yek deynê min ê ji bo dîrokê ye. Dema ez îro çavkaniyên xerabiyê vedibêjim, dê balê bikişînim ser çavkaniyên xerabiya herî reş.”
‘ÇIMA EWQAS XERABÎ HEYE?’
Di berdewamê de Demîrtaş bi bîr xist ku li seranserî cîhanê 4 hezar û 200 komêj baweriyan ên cuda hene û ev tişt anî ziman: “Ev, xerabiya bawerî û mezhebên din weaz nakin. Tevahiya cureyên fikran, huner û çandê jî di îdiaya başiyê de ne. Wê demê çima ewqas xerabî heye? An yek ji me re derewan dike yan jî rewşeke cuda heye. Dîroka esasî ya gerstêrkê bi derketina mirov dest pê dike. Mirovên ewil mîna heywanan diketin têkiliya zayendî û bi demê re aqilê mirovan pêş ket. Nêçîrvan kir şivan, keriyên mirovan veguherand qebîleyan û qebîle jî veguherand miletan. Lê mirov neçare ku şer bike, her tim şer bike û heta dawiyê şer bike. Şerê ewil li dijî xwezayê, li dijî heywanên hov e. Mirov her tim dê bibe şerkerek û lehengek. Di dawiya dawî de qral û xweda dê şer bikin. Dê wêneyên mirî û xwedayan li ser keviran bikolin. Lê şerê di navbera mirovan de dê tu carî bi dawî nebe. Qraltî dê di navbera xwe de şer bikin, bihêz bibin, qels bibin û bi dawî bibin. Rojhilat li dijî rojava, Efrîqa dê li dijî Ewropayê şer bike. Dê li şûna bajarên hilweşiyayî bajarên nû bên avakirin. Dê berhemên giranbiha derkevin holê. Helbestvan dê destanên serkeftî û têkçûyiyan binivîsin. Fîlozof dê li qeraxên Pîrsûsê, li bin zemînên Atînayê li cewhera cîhanê bigerin...
EM BÛN GIRTIYÊN NASNAMEYÊN KU ME BI XWE AFIRANDINE
Li gelek deveran heman pêvajo hatin jiyîn lê haya me ji hev nabe. Dema me ziman û çandên cuda diafirandin haya me ji hev tune bû. Kengî ku nifûs zêde bû û me êdî nekarî têr bikin, wê demê me bi civakên din re dest bi bazirganî û şer kir. Lê me her tim bi heman motîvasyonê, bi heman armancê şer kir. Ji bo ku dest danîn ser mal û xaka civakên din. Pêdiviya me bi nirxên moralê yên mezintir ku me dikin yek çêbû. Wê demê jî me nasnameyên etnîkî, gel û netewe afirandin. Piştre jî me ev nasnameye bi ol, al, dîrokên pîroz, dewlet û serkeftinan mezin kir. Me ewqas mezin kir ku demekî şûn de em bûn girtiyên nasnameyên xwe yên ku me bi xwe afirandin.
Mîna îcadkirina pereyî. Me ji bo bi kar anînê ew îcad kir lê demek piştre êdî wî dest bi bikaranîna me kir. Tevahiya vê rageşiyê, şer, xwîn, hesran, qirkirin û êşên hovane; ji ber baweriya me ya bi nasname, bawerî, rûmet û hwd. ên ku îdia dikin di nava 5 hezar salan de hatine afirandin bûn. Lê peresîna me di nava 15-20 hezar salan de bi qasî mîlîmekî ka çêbû yan na. Biyolojiya me mîna ya di nava 5 milyon salan de ye; zikê xwe têr bike, biawelidîne, bijî û ji bo vê şer bike.
DI VÊ DOZÊ DE DU ÇEMÊN ŞARISTANIYÊ LI DIJÎ HEV DI ŞER DE NE
Em dibêjin barbarî, hovîtî lê ev xelet e... Dema em barbar, hov me ev ne dijiyan. Em kesên xwedî şaristan in lewma van dijîn. Qirkirina îro li Kurdistanê, li Rojava tê kirin ne ku em hov an jî barbar in lewma tê kirin, ji ber ku em xwedî şaristanî ne lewma tê kirin. Me xerabî afirand û tiştekî din keşf kir. Me nirxên fezîlet û etîkê keşf kir. Ji ber ku tu hêz nikarin ruhê azad ê di hundirê me de asteng bike. Tişta ku modernîte li me ferz dike heke civakîbû be, rêya vê jî nirxên etîkê ne. Tişta ku me li gel hev digire, ne destûra bingehîn an jî qanûn in... Heke îro kesên li Miks a Wanê dijîn û rêyên wan 6 mehan girtî hevdu nexeniqînin, heke mal û milkê hev xesp nekin, sedema vê ne TCK lê fezîletiya gerdûnî ye. Di vê dozê de du çemên şaristaniyê li dijî hev di nava şer de ne. Xerabî û fezîlet. Tekane rêya ku mirov temamiya van xerabiyan têk bibe, ya ku ji bo azadiyê zehmetiyê dide me û li hêla din ji hêla çandî ve me bisînor dike, mejiyê me li dijî ol û bîrdoziyê her tim di nava serhildanê de ye.
Di bingeha hemû pevçûnên me afirandin de ev sedem heye. Bedena me û çanda me li dijî hev di şer de ne. Ev tevek jî vediguherin wêje û hunerê. Nexwe em nikarin ruhên xwe baş bikin. Hêj em ji halê xwe yê barbar û hov derneketin me teknolojiya ku diçe fezayê afirand. Lê biyolojiya me hêj biyolojiya bi milyonan sal berê ye. Dema em li pêşiya loqanteyekê re derbas dibin, biyolojiya me dibêje ‘rahêje wê kebabê û bixwe.’ Lê şaristanî dibêje ‘heke pereyê we nebe hûn nikarin bixwin.’
DEWLETÊ WELATÊ ME BI DARÊ ZORÊ DAGIR KIR
Gelê me dixwaze zikê xwe li ser xaka xwe têr bike û li wir bijî. Tirk jî hezar sal berê hatin vê derê. Ew jî dixwazin zikê xwe têr bikin û jiyana xwe bidomînin. Mîna fransî, alman, cihû, abornîn û hwd. Em tevek hewl didin zikê xwe têr bikin û nifşê xwe bidomînin. Hemû kes mafdar e lê her kes bihêz nîne. Li xwezayê tenê yên bihêz dikarin xwe li ser pêyan bigirin. Kanî me çand afirandibû, çi bi wê bû? Ka qaşo me exlaq û erdem afirandibû, bi wan bû? Li gorî çandê yên mafdar em in. Dewleta ku ez û hûn endamên wê ne, xaka me bi darê zorê dagir kir. Ya ku peymana fezîletbûnê xera kirî dewlet bû, heke li vir lêgerîneke ji bo dîtina sûcdar hebe wê demê ew sûcdar em nînin. Em, mexdûrên vê ne. Xeletiyên me jî çêbûn. Ew jî ew bû ku em yekser li pey heqîqetê neçûn. Xeletî ew e ku li dijî kesên peymana fezîletbûnê xerab kirin û bi hezaran salan bûn sedema xerabûna pêkvejiyanê me li ber xwe neda. Sedema darizandina me ya îro ev e.”
‘TIŞTÊN KU ROJAVAYÎ JÊ RE DIBÊJIN DEWLEMENDÎ EW TIŞTÊN KU DIZÎ NE’
Demîrtaş, da zanîn ku piştî xerakirina fezîletbûna mirovahiyê bi hezaran caran serî hil da ye û wiha got: “Her devera cîhanê veguherî mêtingehan. Di bingeha dewlemendiya DYA’yê, Ewropayê û Kanadayê jî mêtingehkirina Asya û Rojhilata Navîn e. Yên ku ev peyman xera kirin, sûcdar in. Yên ku sûcdar ne efrîqayî, asyayî û mezopotamyayî ne. Dema ez hêj parêzerekî ciwan, li Lîzbonê di sempozyumekê de axivîm û li parlamentoya wir geriyam. Dema ez li wir digerandim, li hêla din jî qala dîrokê dikin. ‘Ew mermerên hanê, ew stûnên hanê ji Efrîqayê ne.’ Yê ku ev vedigot jî parlamenterekî sosyalîst bû. Min jî jê pirsa ‘gelo tiştekî aydê we heye’ kir. Got; ‘tevek jî yên me ne. Min jî got; ‘na, anku tiştekî we ne dizî û aydê we heye yan na.’ Nû sergihişt. Ji her devera cîhanê dizîne û ji bo vê jî pesnê xwe didin. Ji ber ku spanyayiyan û welatên din peymana etîkê binpê kirin.
Tişta ku îro hûn jê re dibêjin koçberî, tişta ku hûn jê re dibêjin koçberiya ji neçariyê ew e ku ev kes li pey wan tiştên we dizîn tên. Ji ber ku ew dewlemendî ji xwe aydê wan mirovan in. Em ji vê re dibêjin mêtingeriya emperyal. Di axaftinên me de ev jî heye. Dema Spanyayê xwe ji Sehraya Rojava vekişandî, li pey xwe parêzerek û bijîşkek hişt. Ewropa bi wî zêr, petrol û madenên li wir dizî dewlemend bû û aliyê din ê cîhanê jî jê bêpar ma.
YÊN KU TELÎSÊN ZER DIAVÊJIN BER ME HAY JI NASNAMEYA XWE NÎNE
Bawerî û olên cuda yên cîhanê başiyê weaz dikin lê dîsa jî mirovahî di xerabiyê de israr dike. Çima di xerabiyê de israr dike. Min qala rola îslama siyasî kiribû. Ez ê vegotina van bidomînim. Gelempariya katolîk û protestanên îrlandayî yên hev dixeniqînin haya wan ji 10 fermanên Încîlê nîne. Pergaleke li ser derewê hatiye avakirin heye. Kes nema ku di oxir ol û baweriyan de hev serjê nekirin. Ka herin ji DAIŞ’iyan bipirsin bê ka derheqê îslamê de tam çi dizanin. An jî herin ji wan rewdeyên lînçkirinê yên hatin pêşiya navenda me ya giştî û telîsên zer danîn wê derê çi ji ol û nasnameyê fêm dikin. Di ferqê de nînin ji ber ev toxim, ew toxime ku tenê zikê xwe têr dike û nifşê xwe didomîne. Ev Homo sapiens in. Tu eleqeya wan bi çandê nîne.
ME BAŞÎ PARAST, EM BI SER KETIN
Xwarineke ku em li xwezayê dibînin û bi rehetî dikarin bixwin, nikarî bi rehetî ji firinê bigirî û bibî. Dê te biavêjin hefsê. Tu bibêjî ‘lê pereyê min tune ye.’ Dê bibêjin ji birçan bimre lê nikarî bidizî. ‘Te welatê min, xaka min dizî ye!’ ‘Tu nikarî navê welatê xwe jî bibêjî, nikarî bibêjî Kurdistan. Heke tu bibêjî dê te biavêjim hefsê, dê te weke xayînê welat ragihînim. Di TCK’ê de hatiye nivîsandin. Di Qanûna Cezayan a Kurd de nîne.’ Hêz di destê we de ye. Em jî hewl didin vê hilweşînin. Doza ku kesên xwedîfezîlet û xerab li dijî hev şer dikin jî ev doz e. Ji roja destpêkê heta niha em fezîletê diparêzin û em bi ser ketin. Dê encama dozê aliyê bi ser ketî diyar neke. Me başî parast û em bi ser ketin. Bedeleke vê jî heye. Em jî wî bedelî didin.
MA ME ENQERE DAGIR KIRIYE?
Hûn nikarin li girtîgehan dizên mezin peyda bikin. Ew dizên biçûk in. Ji bo zikê xwe têr bike, ji bo debara malbata xwe dizî ye. Ji bo ku tişta aydê xwe bi dest bixe, rêyeke xelet hilbijartiye. Em dizîkeriyê rewa nekin lê rastî ev e. Mezintirîn terorîstên cîhanê, emperyalîst in. Ma yên ku dibêjin ‘ez tenê terorîstekî jî sax nahêlim’ ne ew in ên di xizmeta emperyalîstan de? Em niha tiştên Amerîka û Îsraîlê kirine ne hejmêrin. Dê paşê ev derkevin pêşberî kamerayan û xelkê bêguneh weke terorîst ragihînin. G-20 lûtkeya kujeran e. NY jî wisa ye. Netanyahu kujereke, Hamas kujer e lê xelkên Filistîn, Îsraîl û gelê kurd mazlum in. Yên ku dest danîn ser çand û zimanê gelan kujer in, ne em.
ME RÛMET Û NASNAMEYA GELÊ XWE PARAST
Me tenê rûmet û nasnameya gelê xwe parast. Me xwest ku li ser xaka bi mirovayetî bijî û me ev mafê wan parast. Li vê derê kîjan hevalê tirk û kurd dest danî ser mafê kê. Me nekarî dewletê birêve bibin. Ma hûn dikarin xwişka Gultanê bi nelirêtiyê, bi daxistina tabelayên bi tirkî sûcdar bikin? Ma hûn dikarin li vir kesekî li vê derê bi tirkî nayê xeberdan sûcdar bikin? Nexêr, ez dikarim ji we re bi hezaran şaredarên wiha faşîst bihejmêrim. Rengên kesk, sor û zer jê kirin, lambayên trafîkê qedexe kirin. Kî sûcdar e? Ma me ji mirîşka kê re çi gotiye. Welat welatê me ye, xaka xaka me ye, nan nanê me ye. Ma me Enqere dagir kiriye? Ma me li wir ziman, çand û baweriya gel qedexe kiriye? Gelo ma tirk li dijî dagirkeriyê derketin? Yewnanî, ingilîz, bîzansî hebû, tirkan li dijî van li ber xwe dan. Çima dema kurd li ber xwe didin dibin terorîst? Îcar bi siyaset û gotinê li ber xwe daye. Dema ku gotin ‘ev qas jî ji bo te fermana mirinê ye’, wê demê peymana fezîletbûnê bi dawî dibe. Derew û îftîra ev e. Çavkaniya derewên dîrokî û rojane jî ev e. Em kengî bibêjin gelo me dê xerabiya ji vê mezintir çawa were kirin, wê kêliyê ev yek dikeve dewrê. Hevalên me bi awayeke bêsûc di hundir de tên ragirtin. Me kî bi vê nizane. Tu kes.
Heke hûn edaletê jê derxînin, ji we hiqûqnas dernakeve. Ji we tenê qesab derdikeve. Em tevek jî zarokên xizanan bûn û em bûn dadger, dozger û parêzer. Zarokên dewlemendan nabin dadger û dozger. Binêrin, xwendin û nivîsandina bavê min nebû û 7 zarok mezin kir. Bavên we tevan wiha ne. Dayika min heta nîvşevê cilên hin kesên din dirû. Ji bo ku em bikarin bixwînin.”
Şandeya dadgehê navbera da danişînê.