STENBOL - Ji endama Înîsiyatîfa Hezaran Aysel rojnamevan Esra Çîftçî ku ji bo berdana girtiyên jinên têdikoşe, wiha got: “Ev pirsgirêk pirsgirêkeke civakî ye, divê ji her derdor li dijî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”
Li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) di 29’ê kanûna 2016’an de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tûglûk hat girtin û tevî di girtîgehê de nexweşiya demansê lê peyda bû, nehate berdan. Ji bo berdana Tûglûkê jinan bi navê “Ji bo azadiya Aysel Tûglûkê 1000 Jin” kampanyayek dane destpêkirin, piştî ku Tûglûk ji girtîgehê derket, biryar da ku xebatên xwe ji bo hemû jinên girtî yên nexweş werin berdan didomîne.
Ji endama înisiyatîfê rojnamevan Esra Çîftçî der barê xebatên xwe de axivî. Çîftçî da zanîn ku ji bo azadiya Tûglûkê di 2’yê çileya 2022’an de wan dest bi kampanyayê kirin û bi bîr xist ku kampanya di demeke nêz de gihaşt hezar îmzeyan û got: “Ji bo kampanyayê gelek parvekirin, civînên çapemeniyê û nasandina kampanyayê hate kirin. Armanc bal kişandina ser rewşa Aysel Tûglûkê bû. Di dawiya xebatan de Tûglûk ji girtîgehê hate derxistin.”
ÎNÎSİYATÎFA HEZARAN AYSEL
Çîftçî, anî ziman ku koma wan piştî berdana Tûglûkê hatine cem hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me got ku di şexsê Ayselê de hezaran girtî di girtîgehan de tên ragirtin û divê em bibin dengê wan. Ji ber wê me navê înîsiyatifê veguherand 'Hezaran Aysel.' Mehê carekê em li ser odeyên hesaba X’ê rewşa girtiyan tînin ziman. Ji bo em balê bikêşin ser rewşa girtîgehan bi saziyên civakî re xebatan didin meşandin, panelan li dar dixin. Armanca me ew e ku em hişyariyekê ava bikin. Di demên pêş de em difikirin ku pêşengeheke ku ji wêne, karîkatur, resim, helbest û nivîsên girtiyan pêk tê, li dar bixin. Wekî din em dixwazin derbarê tiştên girtiyên nexweş jiyane pirtûk an jî broşûrekê amade bikin û bêpere belav bikin.”
ARMANC AFIRANDINA HESTIYARIYÊ YE
Di berdewama axaftina xwe de Çîftçî bilêv kir ku dewlet li dijî girtiyên nexweş polîtîkayeke taybet pêş xistiye. Çîftçî, da zanîn ku hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de tên ragirtin û bi bîr xist ku ew hezaran girtî bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomînin. Çîftçî got ku înîsiyatîfa wan demkî nîn e û ev tişt anî ziman: "Em bi biryar in ku heya yek girtî di girtîgehê de nemîne em têkoşînê, avabûnê û hevrabûna xwe bidomînin. Nexweş pirsgirêka herî mezin Saziya Tipa Edlî (ATK) ye. Li gorî raporên ÎHD’ê hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de tên ragirtin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN JIN
Di dirêjiya axaftina xwe de Çîftçî destnîşan kir ku divê rewşa jinên girtî yên nexweş cudatir were nirxandin û da zanîn ku gelek nexweşiyên xweser ên jinan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Taybetî jî jinên temenên wan li ser 40 saliyê menopoz, penceşêra memikan û nexweşiyên jinekolojîk peyda dibin. Divê 6 mehan carekê yan jî salê carekê ev kontrol werin kirin lê belê di girtîgehan de sepaneke wiha nîn e. Mixabin ji ber nayên dermankirin nexweşiyên wan pêş dikevin. Anku hêj îhtîmala pêşîlêgirtina nexweşiyê heye lê belê tê asta nexweşiyeke domdar.”
'HER KES DIKARE WERE GIRTIN'
Di dawiya axftina xwe de Çîftçî li ser biryarên Lijneya Îdare û Çâvdêriyê ya tehliyeya girtiyên asteng dike sekini û diyar kir taybetî jî tu mafên girtiyên siyasî nadin bikaranîn û wiha pê de çû: “Li tevahiya cîhanê de girtiyên ku 30 salan di girtîgehan de tên ragirtin hene lê belê hejmara hemûyan bi qasî kurdan nîn in. Hezaran kurd ev 30 sal in di girtîgehan de ne û hê jî tên ragirtin. Ev yek di cîhanê de tiştekî yekemîn e. Em wek înîsiyatîf ji bo girtiyên nexweş têdikoşin. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke civakî ye û divê her derdor dengê nerazîbûna xwe bilind bike. Bi têkoşîna civakî dikarin hemû girtî azad bibin. Di girtîgeha de grevên birçîbûnê hene û divê em hemû bi hestiyarî nêz bibin. Ji ber ku li Tirkiyeya niha de her kes dikare were girtin."
MA / Esra Solîn Dal