Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn

img
ENQERE - Di Doza Kobanê de dozgeriyê xwest ku girtina hemû girtiyên siyasî berdewam bike. Siyasetmedarê girtî Alp Altinors ê di danişînê de parastin kir anî ziman ku banga HDP’ê ya tê sûcdarkirin dişibe bangên NY û sazî û hêzên din ên navneteweyî yên wê demê û pirsa “Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?” pirsî. 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
 
Siyasetmedarên girtî Alp Altinors û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn. Siyasetmedarên Selahattîn Demîrtaş û Sebahat Tûncel di nav de bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak û parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) danişîn şopandin. 
 
Şandeya dadgehê, tespît kir ku dîmenên Demîrtaş ên beriya çend rojan di dema parastin dikir de hatibûn kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin li Sîncanê hatine kişandin û biryar da ku têkildarî bûyerê girtek were girtin. 
 
DOZGERIYÊ XWEST KU REWŞA GIRTINÊ BERDEWAM BIKE
 
Dadgeha ku lêkolîna girtinê ya mehane kir, mafê gotinê da dozgeriyê. Dozgeriyê xwest ku rewşa girtina siyasetmedaran bidome û dîmenên Demîrtaş ên hatine kişandin bên gilîkirin. 
 
ALTINORS: DOZ BI HER ALÎ VE TÊK ÇÛ 
 
Siyasetmedar Alp Altinors ê li dijî daxwazên dozger mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku mutalaya ku dozger pêşkeş kir ew matmayî nehiştine û pirsa “İsrara we ya di berdewamiya girtinê de çiye?” kir. Altinors, wiha berdewam kir: “Ez her carê ji we re dibêjim em ê teqez beraet bikin. Ji vê dozê ji bilî beraetê tiştek dernakeve. Tevî vê yekê jî hûn girtî di darizinîn. Navê vê yekê înfaza bê daraz e. Di dosyayeke bi her awayî ve têk çûye de biryara berdewama girtinê didin. Tevî ku we biryara îhtîmala îdiaya sûc were guhertin heye jî hêj girtî di darizînin. 
 
DAXUYANIYA MGK’Ê PÊŞKEŞÎ DADGEHÊ KIR
 
Altinors, bal kişand ser civîna Lijneya Ewlehiya Mîlî (MGK) ya di 30’ê cotmeha 2014’an de û diyar kir ku MGK’ê wê demê bûyerên 6-8’ê Cotmehê weke provokasyona “dewleta paralel” nirxand. Altinors ê biryara MGK’ê pêşkeşî dadgehê kir, da zanîn ku wê demê Neteweyên Yekbûyî (NY) di nav de hêz û rêxistinên navnetewî têkildarî Kobanê bangên dişibin hev kirin û anî ziman ku ev bang nikare bibe mijara sûc. Altinors, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt? Rastiyên dîrokî nikarin bi şahidên derewîn bên veşartin. NY dibêje DAIŞ li her derê qirkirinê dike. Dibêje dê li Kobanê jî qirkirinê bike. Banga wê ya çalakiya bilez jî vê yekê dide nîşandan. Çi digot di vê daxuyaniya xwe de? Divê herkesên di destê wan de derfet hene bikevin nava liv û tevgerê. Derfeta di destê me de ew bû kul i ser medyaya dîjîtal daxuyaniyê bidin bû. Me jî tweet parve kir û bang kir. Çar sal in ji ber vê twîtê em di girtîgehê de ne. Em ne mirovên ku tiştên me kirine înkar bikin. Ji ber ku me tiştên rast kirin, tiştên rewa kirin û heta dawiyê jî em li pişt wan in.”
 
‘OSMANÎ TÊK ÇÛ, KOMAR JÎ DI HEMAN ASTÊ DE YE’ 
 
Bulent Parmaksiz ê piştî Altinors mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku kurd cihekar nînin daxwaza wan a jiyana bi hev re heye û xwest ku şerê heyî bi dawî bibe. Parmaksiz bal kişand ser pêvajoya têkçûna Osmaniyê û anî ziman ku niha Komar jî di heman astê de ye. 
 
Parmaksiz, diyar kir ku Amerîka bi destûr dayîna sûîqestan kurdan her tim qels dihêle û ev rewş dişibe derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û got: “Tirkiye ber bi têkçûnê ve diçe. Amerîkaya her du aliyan sor dike, dê di dawiya rojê de bibe ya serkeftî.”
 
‘GAVEKE HIKUMETÊ YA TÊKİLDARÎ ÇARESERIYÊ NÎNE’ 
 
Parmaksiz, anî ziman ku gaveke hikumetê ya têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd nîne û wiha got: “Vî karî çareser bikin, an jî dê hêj mezintir bibe. Kes naxwaze mirin çêbibin. Di nav malbata min de jî serpel hene. Ez naxwazim kes bimire. Kurd çi dixwazin di holê de ye. Em weke sosyalîstan li pişt daxwazên kurdan e.”
 
AXAFTINA PARMAKSIZ BIRÎ
 
Serokê dadgehê yê dema axaftina Parmaksız berdewam dikir gotina wî birî, xwest navberê bide danişînê. Parmaksiz bertek nîşanî vê rewşê da û gotinên xwe domandin. Serokê dadgehê dema Parmaksiz diaxivî ferman da ku mikrofon were girtin. Tevî îtîraza parêzeran bi gotina “min tera wî mafê axaftinê da” astengkirin parast. 
 
Selahattîn Demîrtaş ê li ser nîqaşên çêbûn mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku hin parlamenter hatine serdana wî ji ber dê bi wan re hevdîtinê bike tev li beşa piştî nîvro nabe û got: “Ez azadiya hemû hevalên xwe dixwazim.” 
 
Serokê dadgehê navber da danişînê. 
 
 
 
 

Sernavên din

09/01/2024
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’