Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin

  • rojane
  • 09:14 27 Çile 2024
  • |
img
RIHA - Hevserokê Desteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bijîşk Mehmed Nûr bi lêv kir ku ew tenduristiyeke civakî esas digirin û wiha got: “Di nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de gel bê perê û bi zimanê xwe yê dayikê tê dermankirin.” 
 
Di sala 2011’an de şerê navxweyî yê Suriyeyê destpêkir, pişt re gelek hezên paramîlîter li herême derketin holê û dest bi qirkirina gelan kirin. DAIŞ’a ku arteşa du dewletan nekarîn pêşiya wê bigirin, li Kobanê Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekineyên Parastina Gel (YPG) pêşî lê girt û ji bo hemû gelên cihanê bûn rûmeta mirovahiyê. Berxwedana dîrokî ya YPG’ê û YPJ’ê bi taybetî ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên herêmê rûpeleke nû vekir. Piştî têkbirina DAÎŞ'ê li bajarên Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de di serî de gelê kurd û gelên li herême dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Piştî Şoreşa Rojava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat damezrandin û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst li ser fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku, demokrasî, ekolojiyê û azadiya jinê esas digire li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin reşandin. Pergala Modernîteya Demokratîk ku li dijî rêveberiya desthilata yek kesî ya Netew Dewletê rêveberina gel a Netewa Demokratîk esas digire, bi Meclisên Gel û komînan tê birêveberin. 
 
Bi şoreşa Rojava re gelek guhertin jî li herême pêşketin. Binesaziyên herêmê û bajarên ku di êrişan de hilweşiya bûn ji nû ve hatin avakirin. Ji bo avakirina jiyaneke nû û civakeke bi hev re giredayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nexweşxane, dibistan, zanîngeh, Meclisên Gel, komînên aboriyê hatin avakirin. Yek jî ji van pergala tendûristiyê ye. Li ser esasên Neteweya Demokratîk, tendûristiya bê perê û civakî hat esas girtin û Desteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat damezrandin. Piştî damezrandina Desteya Tendûristiyê, nexweşxaneyên ku di şer de hatin ruxandin hatin tamîrkirin û li rex wan nexweşneyên nû hatin çêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi giştî 24 nexweşxaneyên giredayî Rêveberiya Xweser û 61 jî nexweşxaneyên taybet xizmeta gel dikin. Gelên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di van nexweşxaneyan de bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tendûristiyê werdigirin û piranî nexweşxanê jî bê perê xizmeta gel dikin. 
 
Hevserokê Desteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bijîşk Mehmed Nûr tekildarî Pergala Tendûristiyê ya Modernîteya Demokratîk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.  
 
'HER QAD KARÊ XWE BI XWE BI RÊ VE DIBE'
 
Dr. Mehmed Nûr anî ziman ku nexweşxaneyên ku xizmeta gel dikin li bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatinê belav kirin û wiha got: “Piştî ava bûna Rêveberiya Xweser hewldanên saziyên xizmetê hatin destpêkirin. Piştî şoreşê û bi avabûna Rêveberiya Xweser re Desteya Tenduristiyê hat avakirin. Li gor pergala li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê em navendîbûnê naparêzin. Pergalake demokratîk e û her qad karê xwe bi xwe bi rê ve dibe. Desteya Tenduristiyê jî li bajar û kantonan belav bûye û kar û xebatên tenduristiyê pêk tîne. Aliyê wê yê malî jî giredayî meclîsên wan cihan in. Her qad plansaziya xwe bi xwe dike û li gor wê tevdigere. Her qad pêdivî û pewistiyên xwe li gor xwe diyar dike û li gor pêwistiyan tevdigerê.”
 
MEZÛNÊN TIBÊ YÊN YEKEM
 
Bi domdarî Nûr da zanîn ku di sala 2023’yan de yekem mezûnên Fakulteya Tibe ya Zanîngeha Rojava ku piştî Rêveberiya Xweser hat ava kirin derçûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di Zanîngeha Rojava de Fakulteya Tibê heye. Di sala 2023’yan de cara ewil 20 bijîşk ji van fakulteyan mezûn bûn û li gorî pêdiviya nexweşxaneyan em ê wan li nexweşxaneyan belav bikin. Her wiha Peymangehên Tendûristiyê hene û di wan peymangehan de jî hemşîrê tên perwerdekirin û li herême Şehbayê cara yekem 20 kes mezûn bûn, di demên pêş de ew jî dê bên peywîrdarkirin. Li Zanîngeha Reqayê Fakulteya Hemşîretiyê heye, kesên di van fakulteyan de 4 salan dixwînin. Di salên pêş de pergala tendûristiyê dê bê guherandin û li ser meclisan wê bê birêvebirin. Di van Meclisan de hemû beşên civakê wê cih bigirin û biryarên xwe bistînin.”
 
'GEL BÊ PERÊ TÊ DERMAN KIRIN'
 
Nûr, destnîşan kir ku ew tendûristiyeke civakî esas digirin û wiha pê dê çû: “Di piraniya nexweşxaneyan de gel bê perê tê dermankirin û hinek nexweşxane jî ji bo bikarin xwe bi rê ve bibin pir kêm perê ji nexweşan distînin. Ew jî ji bo nexweşxane bikarin xizmetê ji gel re bikin hejmareke sembolîk tê standin. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi zimanê xwe yê dayikê li nexweşxaneyan tên dermankirin. Mirovek dema ji bo xizmetê tê nexweşxaneyan, hemû ziman li nexweşxaneyan hene, li gor zimanê xwe li wir bijîşk û hemşîreyan dibîne. Divê xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê yê mirovan bê pêşkeşkirin ji ber wê jî di nexweşxaneyên me de hemû zimanên gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hene.”
 
PERGALA TENDÛRISTIYÊ YA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
 
Di berdewama axaftina xwe de Nûr cûdahiya pergala tendûristiyê ya Modernîteya Demokrat û ya modernîteya kapîtalîst wiha nirxand: “Pergala Tenduristiyê ya Neteweya Demokratîk û ya modernîteya kapîtalîst pir cûda ye. Pergala tenduristiyê ya modernîteya kapîtalîst li ser bazirganiyê hatiyê ava kirin û perçebûnek di wê de heye. Nexweşiya derûnî û ya bedenî cûda digirin dest. Lê di pergala tenduristiyê ya Modernîteya Demokratîk de di navbera tenduristiya bedenî û ya derûnî de temam bûnek heye. Gelek nexweşiyên bedenî hene ku sedema wan derûnî ye. Ji ber wê jî cûda nayê girtin, însan li ku jiyan dike, hawirdora we/î û şert û mercên civaka di nav de dijî cûda nayê girtin. Her wiha Pergala Tenduristiyê ya Modernîteya Demokratîk civakî ye. Yanî xizmeta tenduristiyê ne ji bo peran ji bo baş bûna mirovan tê dayin. Li dijî îstîsmarê ye. Divê tenduristî bi zimanê dayikê bê dayîn û xwe gihandina tendûristiyê hesan be. Pîvanên me ev in.”
 
'DEWLETA TIRK NEXWEŞXANE HEDEF GIRTIN'
 
Nûr bal kişand ser êrişên dewleta tirk ku nexweşxane hedef girtibûn û axaftina xwe wiha qedand: “Di êrişên dawî yên dewleta tirk de nexweşxane jî hatin hedefgirtin. Di êrişên berê de nexweşxaneyeke ji bo koronayê hedef hat girtin. Di êrişên dawî de jî îstasyoneke oksîjînê hedef hate girtin. Her wiha navenda şûştina gurçikan (diyalîz) jî hedef hat girtin û gelek nexweşên gurçikan bê derman man. Li Kobanê Navenda Tendûristiyê hate bombekirin. Ew êriş bi zanebûn pêk tên. Bi sedan nexweş bê derman man û jiyana wan jî ket xetereyê. Tenê ne nexweşxane jî îstasyonên av û ceyranê jî hatin hedef girtin. 
 
Ji nexweşxaneyan re av û ceyran jî hewce ye. Ji ber wê jî bandoreke mezin li nexweşxaneyan bû. Ew qas zagonên navneteweyî ku ji bo parastina binesazî û tendûristiyê derketine hatin binpêkirin. Lê dewlet û saziyên navneteweyî li dijî vê yekê hatin binpêkirin. Ka li ku ne ew dewletên hegemon? Çima çavên xwe ji van êrişan re digirin. Hedef girtina nexweşxane û saziyên sivîl yek ji sûcê şer e. Dewleta tirk bi êrişkirina binesazî û nexweşxaneyan van sûcên şer pêk tîne. Saziyên ku eleqedar û dadgehên navneteweyî çima bêdeng in. Rola xwe nalîzin bi bêdengiyê re ew jî dibin hevkarê van êrişan. Em vê yekê wisa şîrove dikin. Baweriya me li qanûnên navneteweyî û saziyên navneteweyî tune ye. Her ku Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gelê xwe dixwazê gavan biavêje, bi zanebûn dijminê vê paradîgmayê û gelan êriş dike ku gavên hatinê avetin bi paş ve bibe. Lê li dijî van êrişan gelê li vir bi paş ve gav naavêje û wê li ser şopa vê paradîgmayê be.”
 
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

19/02/2024
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir