ENQERE - Rojnamevanê îrlandî Mark Campbell ku têkoşîna azadiyê ya kurdan ji nêz ve dişopîne wiha got: “Welatên kapîtalîst fikrên Ocalan weke gefekê dibînin. Lê li hemberî vê yekê tevgereke hevgirtinê ya mezin heye.”
Bi ser komploya navnetewî ya 15’ê sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 25 sal derbas bûn. Ocalan ji roja bi komployê radestî Tirkiyeyê hate kirin ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Di vê pêvajoya 25 salan de fikrên Ocalan li cîhanê ji aliyê hawîrdoreke berfireh ve hatin pejirandin. Li gelek welatên cîhanê mirovên xwedî nasname û baweriyên cuda bi salane azadiya fizîkî ya Ocalan dixwazin. Xeleka van çalakiyan a dawî jî bû kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku li tevahiya cîhanê li 74 navendan starta wê hate dayîn.
Rojnamevanê îrlandî Mark Campbell ku bi salan e têkoşîna kurdan ji nêz ve dişopîne û ji ber hilgirtina ala PKK'ê tê darizandin, di nava kesên piştgiriyê dide kampanyayê de cih digire. Cambell, li ser naskirina xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya kurd re, pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê nirxandin kir.
BÛ ŞAHIDÊ TIŞTÊN LI LICÊ QEWIMÎN
Campbell, diyar kir ku ji Ingîlistana ku weke “yek ji hêza ku komplo pêk anî” dibîne piştgiriyê dide têkoşîna azadiya kurd û anî ziman ku dema di sala 1993’yan de bi şandeya mafên mirovan re weke nûçegihanê wênekeş hate Tirkiyeyê têkoşîna azadiyê ya kurd nas kir. Campbell da zanîn ku li ser navê Yekitiya Rojnamevanên Netewî bi nûçegihanên Ozgur Gundemê re ji bo pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) li cih bişopînin çûne bakurê Kurdistanê û wiha got: “Em çûn Licê ya ji aliyê artêşa tirk ve bi temamî hatiye serûbin kirin. Em di nav xweliya Licê de meşiyan. Me îfade û vegotinên gelek mirovan di cih de wergirtin. Artêşa tirk temamê navçeyê şewitandibû. Her mal, her dikan hatibû şewitandin û avahî hatibûn gulebaran kirin. Dema mirov ji bo xwe veşêrin li kolanan dibezîn gule lê ketibûn.”
Cambpell, da zanîn ku dema çûn gundekî hate şewitandin ji aliyê leşkerên birûpoş ve hatin binçavkirin, demekî dirêj bi tirsa kuştinê re rûbirû mane û wiha got: “Di destê artêşê de me tecrubeyeke pir tirsnak jiya. Lê rewşa nûçegihanên Ozgur Gundemê xerabtir bû. Îşkence li wan hate kirin û gotin dê bên kuştin.”
‘FIKRÊN OCALAN JI BO DÎKTATORAN GEFEK E’
Campbell, anî ziman ku tiştên jiyan bandoreke zêde li wî kir û got ku tiştên wê demê kurdan dijiyan li cîhanê nedihat zanîn. Campbell wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ferq kir ku kesek rastiye tiştên bi serê kurdan tên û hûrgiliyên wan nizanin. Tevî ku em van hemûyan dizanin jî em matmayî dimînin ku hikumeta me alîkariya Tirkiyeyê dike. Yekane daxwaza kurdan xweserî ye ku galileyiyên li Gallerê xwediyê wê ne. Û jiyandina çand û zimanê wan e.”
Campbell, bal kişand ku di serî de Ingilîstan hêzên serwer ên din vê pirsgirêkê û daxwazan ji nedîtî ve tên û diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî pirsgirêkan weke gefekê tên dîtin. Campbel, axaftina xwe wiha domand: “Niha em behsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji ber ku ev der cihê ku em dibînin fikrên Abdullah Ocalan çawa ketine meriyetê ye. Abdullah Ocalan di mijara temsîliyet û jiyana komunal de xwedî fikrên radîkal e. Ev yek ji dîktator û rejîmên herêmî re gefek e. Dizanim ku naskirina Rojava gelekî zehmet e. Lê ez di wê baweriyê de me ku mimkun e hêzên navneteweyî hin cure zextan li Tirkiyeyê bikin. Hemû hêzên dîktator dizanin ku Tirkiye rejîmeke çiqas dîktator û bêrehm e. Bazirganî tekane sedem e ku li dijî Kurdan komplo pêk tînin an jî dibin parçeyek ji vê komployê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan. Ji bo pere û çekan xwedî peymanên mezin in.”
‘KURD HER ROJ LI BER XWE DIDIN’
Campbell bal kişand ser girîngiya çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û îşaret bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji 1'ê sibatê ve wê heta 15’ê sibatê dewam bike. Campbell, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kurd her roj li ber xwe didin. Dema mirov li dîrokê dinêre kurd ji her demê bêtir bihêztir in. Tu caran çareseriya leşkerî ji bo pirsgirêka kurd nabe çareserî. Ji ber vê yekê pêwîste pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî bi rêyên aştiyane were çareserkirin. Ev dê zû an jî dereng pêk were. Hûn nikarin vê polîtîkaya zext, komkujî, girtin, bombekirin û mêtingeriyê bidomînin. Ji gelek aliyan ve Erdogan ji bo welatên demokratîk ên li rojavayê cîhanê re gefeke.”
‘FANTEZIYÊN TIRKIYEYÊ YÊN DAGIRKIRINÊ HENE’
Campbell ê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê sala 2018’an hatibûn destpêkirin bi bîr xist, diyar kir, ji ber zextan Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) neçar ma ku biçe Girava Îmraliyê û wiha got: “Welatên kapîtalîst modernîteyê fikrên Ocalan weke gefekê dibînin. Lê li hemberî vê yekê tevgereke hevgirtinê ya mezin heye. Niha li Rojhilata Navîn nifûsa kurdan nêzî 40 heta 50 milyonî ye. Heke wextek hebe ku kurd bibin yek, rabin ser piyan û bi hev re têbikoşin, ev dem e. Ji ber ku fanteziyên Tirkiyeyê yên weke dagirkirina bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hene. Êşên ku gelê kurd dikişîne dê berdewam bikin. Divê kurd bibin yek. Ji ber vê yekê ez bang li mirovan dikim ku piştgiriya Meşa Azadiyê bikin.”
‘DIVÊ INGÎLISTAN BERPIRSYARTIYÊ BIGIRE’
Campbell diyar ku pêvajoya pevçûnê rê li ber êşan vekiriye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ingîlistan jî berpirsyartiyê bigire ser xwe. Campbell, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dirêjkirina şer ji aliyê min ve jî sûc e. Divê hikumeta Brîtanyayê siyasetmedarên xwe ji bo ku Tirkiyeyê neçar bike da ku meseleya kurd bi rêyên aştiyane û siyasî bê çareserkirin bikar bîne. Ji ber ku li Îrlandayê xwedî tecrubeyên çareserîya pevçûnan in. Di vê wateyê de gelek tişt hene ku pêşkêşî Tirkiyeyê bikin. Em hêvî dikin ku sala 2024’an bibe saleke ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û em bikarin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin. Em hêvî dikin ku ji bo çareseriya siyasî ya aştiyane ya pirsgirêka kurd gavek bê avêtin.”