Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike

  • rojane
  • 09:08 12 Sibat 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê saziya Parastina Mafê Rojnamegeran a Navenda Metroyê Diyarî Ehmed, diyar kir ku Silêman Ehmed zêdetirî sê mehan e di girtîgehê de ye û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: “Herkesên ku bi mafên mirovan, bi azadiyê bawer dike divê li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind bike û li dijî vê derbikeve. ” 

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 111 roj in agahî jê nayê girtin.
 
Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Li tevî hemû serlêdanên parêzeran jî ji aliyê Asayişê ve destûr nayê dayin ku parezer bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.  Agahî nestandina ji Ehmed bi xwe re fikaran tîne. Der barê rewşa Ehmed û agahî jê nestandinê de yek ji rêveberê saziya Parastina Mafê Rojnamegeran a Navenda Metroyê Diyarî Ehmed ji ajansa me re axivî. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê DIBE SEDEMA KÊMBÛNA ROJNAMEGERAN’ 
 
Ehmed, diyar kir ku polîtîkayên PDK’ê yên li dijî rojnamegeran dibin sedem ku rojnameger dev ji kar berdin û wiha axivî: “Em her sal binpêkirinên li dijî rojnamegeran û dezgehên ragihandinê bi belge dikin. Em dibînin ku di raporên Navenda Metro û saziyên herêmî de her sal gelek binpêkirin li dijî rojnameger û saziyên çapemeniyê tên kirin. Di raporên sazî û konsulxaneyên navdewletî, nûnerên welatên ku ofîsên wan li Herêma Kurdistanê hene û rewşê dişopînin dibînin ku van du salên dawî de azadiya ragihandinê û rojnamevaniyê kêm bûye.
 
Hişmendiya desthilatdar a Herêma Kurdistanê hişmendiyeke xeternak e. Ev hişmendiye medyayê ji bo xwe metirsîdar dibîne. Dixwaze ku sazî û dezgehên ragihandinê hemû di bin fermanên wan de li gorî daxwaza wan nûçeyan çêbikin û belav bikin. Aşkereye ku dixwazin medyayê têxin bin kontrola xwe. Bi hişmendiyeke dijminatî li çapemeniya azad dinêrin. Hikumet xebatkarên çapemeniya azad ji xwe re weke metirsiyê dibîne û ji ber wê jî qasî ku ji destê wan tê van êrişên xwe zêde dikin. Ev êriş, zext, girtin, binçavkirin dibin sedema kêmbûna rojnamegeran.”
 
‘ÎSAL 36 ROJNAMEGER BEYÎ BIRYARA DADGEHÊ HATINE GIRTIN’ 
 
Diyarî Ehmed, bi lêv kir ku bi awayekî keyfî doz li rojnamegeran  tê vekirin û tên girtin û wiha domand: “Tê gotin ku Herêma Kurdistanê herêmeke cuda ye. Dibêjin ku  zagonên wê hene û ev zagon jî azadiya rojnamegeran diparêze. Lê mixabin ne wisa ye. Heger em li rapora CPJ ya di sala 2022’yan binêrin em ê bibînin ku di cîhanê de heta niha  293 rojnamevan hatin girtin ku 4 ji wan li Iraqê ne. Her wiha Herêma Kurdistanê di lîsteya rojnamevanên girtî de cihê xwe girt. Cara ewile ku tişteke wiha çêdibe. Em dibînin ku rojnameger li vir bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. 
 
Girtîgeh tijî rojnameger in û bi keyfî doz li wan tên vekirin. Gelek ji van cezayê wan hatiye erê kirin, gelek ji wan jî dosyayên wan li dadgehê ne. Her sal em li Navenda Metroyê binpêkirinên li dijî rojnamevanên ku bêyî biryara dadgehê tên binçavkirin şermezar dikin. Ìsal zêdetirî 36 rojnamevanan bêyî biryara dadgehê hatine binçavkirin.” 
 
‘SÊ MEH IN HEVDÎTIN NAYÊ KIRIN’ 
 
Ehmed, anî ziman ku daraz bi awayekî adilane nayê birêvebirin û wiha domand: “Ev jî nîşanî me dide ku hişmendiya  desthilatê ne hişmendiyeke bi ewle ye û nikare bi aqil tevbigerin. Bi zext û êrişên li dijî mantiqê tevdigerin. Derbarê rojnamegerên Behdînanê de û rojnameger  Silêman Ehmed de pêvajoya darizandinê ya adil nehatiye  kirin. Girtina Silêman Ehmed jî vê yekê piştrast dike. Silêman Ehmed zêdetirî sê meh in ku di girtîgehê de ye û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.”
 
‘DIVÊ KU LI HER DEVERAN EM DAXWAZA AZADIYA ROJNAMEGERAN BIKIN’ 
 
Diyarî Ehmed, bi lêv kir ku li Herêma Kurdistanê mafên jiyanî yê sereke tên binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Em rêxistineke civakî ya sivîl in. Me gelek caran weke Navenda Metro xwepêşandan li dar xistine û raya giştî, rêxistinên biyanî, konsulxane û nûnerên welatên Herêma Kurdistanê agahdar kirine. Mixabin em li Herêma Kurdistanê di sîstemeke siyasî de ne, lê rêgezên mafên mirovan bi awayekî baş nehatine bicihkirin. Weke ku tê xwestin nayên dabînkirin, lewra xebatên me encam nagirin. Bi baweriya min ev ne tenê karê Navenda Metro, Sendîkaya Rojnamegeran û hin rêxistinên biyanî ye, herkesên ku bi mafên mirovan, bi azadiyê bawer dike divê ku li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind bike û li dijî vê derbikeve. Ji bo ragihandina rastiyan divê ku em li her kêliya jiyanê azadiya rojnamegeran bixwazin.” 

Sernavên din

08/03/2024
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê