Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir

  • rojane
  • 09:53 14 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Girtî Sevînç Sonmez ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Kampûsa Sîncanê û xwest di dema tedawiyê de kelemçen bê derxistin. Bijîşkê nexweşxaneyê li Sonmez ferz kir ku jê re bibêje “Ketim bextê te ku tu kelemçeyê derxînî.” Piştî Sonmez ev daxwaz red kirî, nehat tedawîkirin. 
 
Li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê binpêkirinên mafên tedawî û tenduristiyê yên girtiyan berdewam dikin. Ji ber ku bijîşkê revîrê bi rêk û pêk nayê girtîgehê, girtî carnan bi hefteyan nayên tedawîkirin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyan jî bi hincetên weke “wesayîta rîngê nehat” û “hejmara leşkeran kêm e” tên vehêlandin. Tedawiyên fîzîkî yên divê her du rojan carekê bên kirin jî bi heman hincetan tên taloqkirin û hema hema girtî qet nayên tedawîkirin. 
 
DI DEMA MUAYENEYÊ DE KELEMÇE TÊ FERZKIRIN 
 
Di 9’ê çileyê de li girtiyên birin Nexweşxaneya Kampûsa Sîncanê muayeneya destkelemçekirî hate ferzkirin. Ji girtiyên birin beşa Dahîliyeyê Şukran Aydin di derî de xwest ku leşker kelemçeya destê wê vekin. Piştî ku kelemçe hatî vekirin jî Aydin kete hundir. Bijîşkê ku Aydin dîtî li leşkeran vegeriya û ev pirs kir: “We çima ji min pirs nekir û kelemçe vekirin?” Dema Aydin jê re got ji bo muayeneyê hatiye û divê kelemçe were derxistin jî, bijîşk got divê dema muayene tê destpêkirin kelemçe bê derxistin. Aydin jî bertek nîşanî bijîşk da û wiha got: “Dema ez ketim odeyê û me hev dît, ji wê kêliyê ve muayene dest pê dike. Nexwe ya din dibe astengkirina mafê tedawiyê.” 
 
JI BIJÎŞK SEPANA DERETÎKΠ
 
Piştî Aydin jî ji girtiyan Sevînç Sonmez ji bo muayeneyê birin odeya bijîşk. Di vê navberê de Sonmez xwest ku kelemçe were derxistin. Leşkeran jî got ku heke bijîşk destûrê bide dikarin vekin. Sonmez dîsa jê re got ku ji bo were muayenekirin divê kelemçe were derxistin. Li ser vê yekê bijîşk ji Sonmez re got: “Dê bibêjî ji kerema xwe hûn dikarin kelemçeyê vekin? Divê tu bibêjî ketim bextê te ku tu kelemçeyê vekî.” Li ser vê yekê Sonmez bertek nîşan da û destnîşan kir ku ev sepan sepanekî dermirovî ye û êrişekî li dijî mafê tedawiyê ye. Sonmez, bi lêv kir ku ew vê zextê qebûl nake û bêyî were tedawîkirin dîsa anîn girtîgehê. 
 
DI TEVAHIYA ROJÊ DE DI RÎNGÊ DE HATE RAGIRTIN 
 
Girtiya bi navê Rihan Kavak Ozbek jî salek berê tîroîda jehrî di çavê wê de xesar çêkir, emeliyat bûbû û divê her 6 mehan carekê biçe kontrolê. Dema Ozbek di 1’ê sibatê de birin Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê, lê hate ferzkirin ku di dema muayeneyê de kelemçe neyên derxistin. Ozbek jî bertek nîşan da û got ku bi vî awayî mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin. Leşkera jin a ku kelemçe ferz dikir ji Ozbek xwest ku îxbara leşkera jin a ku cara din kelemçeya wê derxistî ji bo wê bike. Leşkerên ku diviya bû Ozbek bibin nezaretxaneyê, li wesayîta rîngê siwar kirin û ji serê sibehê heta êvarê di wesayîtê de dan sekinandin. 
 
MA / Dîclle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê 
 

Sernavên din

13/03/2024
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
16:17 Rêxistinên hiqûqê: Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne
15:58 Li Milazgirê coşa gel: Her dengê didin AKP’ê ji tifaqa JÎTEM’ê re diçe
15:38 Hevserokên Giştî yên DBP’ê li Êlihê ne: Em bi ruhê seferberiyê dixebitin
15:35 Ji bo Newroza Êlihê bang tevlibûnê hate kirin
15:06 Cîgirê midûr 3 xwendekar tacîz kir
14:57 Hatîmogûllari ji Erdogan ê digot ‘heqîqetê biqîrin’ re got: Kurdistan û tecrîd heqîqet in
14:17 Însîyatîfa 78’an banga hevrûbûna bi darbeya 12’ê Adarê kir
14:10 Ji bo Newroza Depê bang hate kirin
14:04 Hatîmogûllari: Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan
13:44 Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin
13:15 MSD: Serhildana Qamişlo çirûska şoreşa gel a Sûriyeyê ye
12:50 Li Amedê qezaya trafîkê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin