Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne

  • rojane
  • 09:03 20 Sibat 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Çalakiya ku malbatên girtiyan li Geverê ji ber qedexeyan neçar man navberê bidinê piştî 8 salan jinûve dest pê kir. Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen, destnîşan kir ku heta windakirî bên dîtin û faîl werin darizandin dê têkoşîna wan bidome. 

Têkoşîna ji aliyê xizmên windakiriyan ve ji bo aşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di salên 1990’î de di bin çavan de hatin windakirin û darizandina berpirsan hat destpêkirin bê navber berdewam dike.
 
Têkoşîna ku Dayikên/Mirovên Şemiyê di 7’ê Gulana 1995’an de bi daxwaza “Bila windayên di bin çavan de bên dîtin, aqûbeta windakiriyan bê aşkere kirin, berpirsyar bên dîtin û darizandin” bi rûniştina li Qada Galatasarayê dest pê kir, pişt re li bajarên cuda belav bû. Yek ji bajarê ku tevî sir û seqem û zivistanê jî her hefte tên bahev navçeya Gever a Colemêrgê ye. Çalakiya li vê derê di 30’ê mijdara 2013’an de dest pê kir. Malbatên Windakiriyan ji ber qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015 û 2016’an de hatin îlankirin, neçar man ku di hefteya 99’emîn a çalakiya xwe de navberê bidine çalakiya xwe. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û malbatên windakiriyan piştî 8 salan jinûve dest bi çalakiya xwe ya ku navber dabûnê kirin. Malbatên windakiriyan ku di meha kanûnê de dest bi hatina bahevkirin, daxwazên heman tînin ziman. 
 
 Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen
 
‘EV LÊGERÎNEKE MAF E’ 
 
Yek ji rêvebera Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen, têkildarî çalakiya xwe ya jinûve dest pê kir axivî û anî ziman ku qedexeyên li bajêr bandor kirin ku navberê bidin çalakiya xwe. Şen, da zanîn ku li bajêr bi ser 70’yan de mirov winda ne û bi lêv kir ku têkoşîna wan a ji qada Galatasarayê dest pê kir û belavî bajarên din bû, têkoşîneke mafdar e. 
 
Şen, destnîşan kir ku dê di her şert û mercê de berxwedana xwe bidomînin û anî ziman ku divê rayedar ji cînayetên kiryarên ne diyar ên pêk hatin şerm bike. Zengîn di berdewama axaftina xwe de wiha ev tişt gotin: “Divê Tirkiye qet nebe bi aşkerakirina kiryaran re berdêla vê bêberpirsyariyê bide. Divê ev faîl bên darizandin û cezakirin. Ji ber vê yekê divê em têbikoşin. Li dijî kesên di sala 2016’an de hewl dan me tepisînin, tevî qedexeya çalakî û aktîvîteyan jî em ê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin. Ev lêgerîneke maf e. Ev sozên ku me dane malbatên mirovên hatine qetilkirine ne.”
 
‘DIVÊ FAÎL BÊN CEZAKIRIN’ 
 
Zengîn, destnîşan kir ku dest ji lêgerîna windayan û pirsîna aqûbeta wan bernadin û ev tişt gotin: “Yekane rêya çareseriyê heye; divê kujerên cînayetên kiryarên nediyar bên aşkerekirin û cezakirin. Tevî vê yekê divê bedenên zarok û xizmên wan radestî malbatên me bên kirin. Em qet dest ji vê têkoşîna mafdar bernadin. Bila kûjer bên dîtin, bedenên cînayetên kiryarên nediyar radestî me bên kirin.”
 
MA / Mazlûm Engîndenîz 

Sernavên din

22/02/2024
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet