Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet

  • rojane
  • 09:04 20 Sibat 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Bahattîn Aktûgê ku li navçeya Basayê saziyên fermî veguherandiye şîrketa malbatê û bi hemû derfetên dewletê 34 sal in şaredarî kiriye, ji bo vê hilbijartina 31'ê Adarê nebû namzet. AKP’ê kurê Aktûg kir namzet.
 
AKP’ê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê namzetên xwe yên Şirnexê û navçeyên wê eşkere kir. AKP'ê Bîlal Aktûg ji bo navçeya Basa ku bi dengê leşker û karmendan hatibûn veguhestin bi dest xistibû, kir namzet. Aktûg, kurê şaredarê niha Bahattîn Aktûg e. Di heman demê de endamê meclisa şaredariyê ye. 
 
BAV DEWRÎ KUR KIR!
 
Bav Aktûg ragihand ku ji ber temenê xwe û nexweşînên xwe ew ê ji bo vê hilbijartinê nikaribe bibe namzet. AKP’ê jî rabû kurê wî Bîlal Aktûg wekî namzet nîşan da. Ev rewş wekî "seltenatê" hat şirovekirin. Ji ber ku bav Aktûg 34 sal in li ser şaredariyê ye.
 
Bav Aktûg ku ji aliyê her kesî ve wekî "Baho Axa" tê naskirin, yek ji cerdevanên yekem ên dewletê ye. Di sala 1985'an de wekî cerdevan ji hemû derfetên dewletê yên li navçeyê sûd wergirtiye û bajar veguherandiye şîrketeke malbatî. Aktûg ku 8 salan cerdevaniya fermî kir, di sala 1990'î de bû şaredarm Basayê. Aktûg 7 serdemên bi piştgiriya dewletê şaredariya navçeyê dike.
 
Aktûgê ku di her serdemê de bi partiya desthilatdarê re xebitiye, di dema şaredartiya xwe ya 34 salan de hemû derfetên bajêr îstismar kiriye. Bi salan hemû xizmên xwe yên nêz xistie saziyên dewletê. Xizmên Aktûg ku bandora wî bi kar tînin, bi salan e li navçeyê hemû îhaleyan digirin. Her wiha hemû alîkariyên ku ji bajêr re tên kirin di bin destê wan de tên kirin.  
 
Xizmên Aktûg, di heman demê de tiliya wan di texrîbata li Çiyayê Cûdiyê de ye jî. Hin xizmên Aktûg ên bi destê Aktûg li saziyên dewletê hatine bicihkirin ev in: 
 
* Midûrê Perwerdehiya Neteweyî (kurê wî)
 
* Sercerdevan: Mehmet Aktûg (kurê wî)
 
* Cîgira Midûra Navenda Perwerdehiyê ya Navçeyê: Kûmrû Aktûg (keça wî) 
 
* Midûra Nexweşxaneya Dewletê ya ENtegreyê ya Navçeyê: Murşîde Aktûg (keça wî) 
 
* Cîgira Midûra YÎBO'yê: Lale Aktûg (bûka wî)
 
* Cîgira Midûra Dibistana Sereteyî ya Navendê: Seçîl Aktûg (neviya wî) 
 
* Midûrê Dibistana Seretayî ya Ataturkê: Ayhan Aktûg (zavê wî) 
 
* Midûra Mal a Navçeyê: Emîne Aktûg (biraziya wî)
 
* Midûrê Karên Nivîsan ê Şaredariyê: Zekî Okyar (zavê wî) 
 
* Midûrê Xizmetên Malî yên Şaredariyê: Aydin Şen (xalê wî)
 
LI QEYMEQAM XISTIBÛN
 
Aktûg û kurên wî Burhan û Selahattîn Aktûg jî di sala 2004'an de bi lêdana bi kevir û daran ya li Qeymeqam Vûral Karagûl bûbûn rojev. Qeymeqam di vê êrişê de ji serê xwe birîndar bûbû. Lê belê piştî bûyerê der barê Aktûg û kurên wî de tu tişt nehatibû kirin. 
 
Aktûg û xizmên wî yên ku saziyan kontrol dikin, ji salên 1990'î û vir ve zextên mezin li şêniyên bajêr dikin. Bi karmendî, girtina karkeran û alîkariyên tên bajêr gefan li welatiyan dixwin. Ji ber van zextan gelek kes koçî navçeyên derdorê kirine. Kesên ku li dijî "Baho Axa" û desthilatdariya wî radibin bi "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin. 
 
MA / Omer Akin 

Sernavên din

22/02/2024
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet