COLEMÊRG - Berdana girtiyê bi navê Hakan Abî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê, di nava 15 mehan de 5 caran bi hinceta "reftara nebaş" û "neqebûlkirina p»oşmanîtiyê" hat astengkirin.
Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên di sala 2020'î de li girtîgehan hatin avakirin, bi biryarên ku digirin rê li ber berdana girtiyan digirin. Berdaana Hakan Abî yê di Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê de ku di sala 2017'an de li Edîrneyê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh û bi îdiaya "binpêkirina sînor" 7 sal û 5 meh ceza lê hat birîn, berdana wî 5 caran hat astengkirin. Berdana Abî ewilî di Kanûna 2022'yan de 3 mehan hat astengkirin. Ji Kanûna 2022'Yan heya niha berdana wî bi awayekî sîstemetaîk tê astengkirin. Berdana wî cara 6'an hat astengkirin.
‘BÊHIQÛQÎTÎ Û BÊEDALETÎ YE'
Bav Halît Abî bertek nîşanî neberdana kurê xwe da û got ku ku kurê wî 10 sal in girtî ye û di dema girtinê de sirgûnî girtîgehên Rîze, Wan, Yozgat û Edîrneyê hatiye kirin. Abî destnîşan kir ku tevî kurê wî Hakan cezayê xwe temam kiriye jî serbest berdana wî bi awayekî keyfî hatiye astengkirin. Abî anî ziman ku di hevdîtina bi rêya telefonê de ya bi kurê xwe agahî der barê mijarê de girtine û got: “Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî û neheqî ye. Em êdî nizanin em ê ji bo vê bêhiqûqiyê çi bêjin. Divê dawî li vê bê."
‘SEDEM KURDBÛYÎN E'
Abî bang kir ku dawî li pêkanînên neheq ên li girtîgehan bê û got: “Kî berpirsyarê vê mijarê be, divê demildest çareseriyekê bibîne. Sûcek hebe, jixwe cezayê xwe kişandine. Ger sûcên din jî hebin bila wan ceza bikin û em jî wateyekê lê bar bikin. Tişta ku hatiye kirin em teqez qebûl nakin û heta dawiyê em li cem zarokên xwe ne. Daxwazên zarokên me jî daxwazên me ne. Tişta ku hatiye kirin tenê sedemek wê heye, ew jî kurdbûyîna me ye. Hemû diz, çete û tiryakfiroş li derve ne. Ev kesên ku herî zêde zirarê didin dewletê, hêj cezayên wan neqede serbest tên berdan. Tecawizkar niha li derve ne. Lê çendî kurê min cezayê xwe temam kiribe jî, bi mehan e nayê berdan."
‘EWLEHIYA JIYANÎ TUNE YE'
Abî anî ziman ku li Tirkiyeyê misogeriya jiyana mirovan tune ye û got: “Girtiyên siyasî li hundir in, lê diz, tecawizkar û qatil li derve ne. Em dewleta tu kesî dagir nakin, em ziman û mafên xwe dixwazin. Em tenê jiyaneke biriûmet û wekhev dixwazin. Kurê min ji ber ku van daxwazan anî ziman û ew parastin niha di girtîgehê de ye. Ev helwest û ferzkirin bêrûmet in û ne wijdanî û ne jî exlaqî ne. Ne em û ne jî zarokên me qet qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku rayedar demildest dawî li van pêkanînan bînin. Li hundir bi hezaran girtiyên nexweş hene ku derketina wan hatiye astengkirin. Roj bi roj sebra me li hemberî van kiryarên dijhiqûqî diqede. Hemû daxwazên me wijdanî û exlaqî ne. Pêdivî ye ku ev yek pêk bê."
MA / Mazlûm Engîndenîz