Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin

img
SÊRT - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku qeyûm înkarkirina gelê kurd, çand û zimanê kurdî ye û wiha got: “Nikarin bi rê û rêbazên exlaqî bi ser bikevin. Lewma Qeyûman tayîn dikin. Lê em ê wan têk bişînin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li Taxa 99 Evler û Keşkolê ya Sêrtê bi gel re civiya. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Sêrtê, komîsyona hilbijartinê û gelek kes tev li civînê bûn. Bayindir, têkildarî rewşa siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê û pêvajoya hilbijartinê gel agahdar kir. Gel jî pêşniyarên xwe kirin û pirsgirêkên xwe anîn ziman. 
 
‘EM DOZA JIYANEKE BIRÛMET DIKIN’
 
Bayindir, di civînê de axivî û da zanîn ku li çar aliyên Kurdistanê ji aliyê ve desthilata heyî ve zext û zordariyek giran li ser gelê kurd, çand û zimanê kurdî heye. Bayindir, destnîşan kir ku desthilat ne vîna gelê kurd, ne jî zimanê kurd qebûl nake û wiha got: “Gava parlementerên me kurdî diaxivin mîkrofona wan digirin. Heta parlamentereke tirk got ku bila zimanê kurdî tenê di nava malan de bê axaftin, li kûçe û kolanan neyê axaftin. Neyartî û dijmintiya vê desthilatê her ku diçe berfirehtir û kûrtir dibe. Li dijî vê neyartiyê em doza welatê xwe, axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe û jiyaneke birûmet dikin. Derdê me tenê ew e ku li ser axa xwe jiyaneke birûmet bijîn. Çavê me li mal û milkê xelkê yan jî welatê xelkî nîne. Lê ev dewlet û desthilate bi salan e li hemberî me zilm û zordariyeke mezin dike. Dixwaze xwe li ser tunebûna gelê kurd ava bike. Em jî vê neyartiyê, zilm û zordariyê qebûl nakin û xwedê jî qebûl nake.”
 
‘QEYÛM ÎNKARKIRINA GELÊ KURD E’
 
Bi domdarî Bayindir diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwest gelê kurd parçe bike û serî pê bide tewandin lê îro li Kurdistanê wan serî tewandine. Bayindir, bi lêv kir ku ev berxwedan ji bo wan rewa ye lewma ew paşve gavê naavêjin. Bayindir, anî ziman ku ew dê bi berxwedana xwe ya rewa serbikevin û wiha berdewam kir: “Ev desthilat nêzî 10 sal in qeyûman tayînî vîna gelê kurd dike. Qeyûm înkarkirina gelê kurd, zimanê kurdî, vîna gelê kurd e. Desthilat dixwaze bi polîtîkayên qeyûm xwe li Kurdistanê bi cih bike. Li gelek bajaran ku Sêrt jî yek ji wan e, nikarin bi rê û rêbazên exlaqî bi ser bikevin. Ji ber vê yekê bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr anîne. Ev yek neyartiya wan nîşan dide. Lê bila ev yek di me de bêhêvitiyê çêneke. Ev mesele, ji bo me meseleya xîretê ye, meseleya kurdîtî, yekitî û netewîbûnê ye. Heke em li gorî vê yekê bixebitin, ew bi veguhestina hezaran hilbijêran jî nikarin serbikevin. Sêrt ji bo me dilê Botanê ye û ji bo desthilatê jî cihekî stratejîk e. Lewma bi her awayî dixwaze bi dest bixe.”
 
‘TEKOŞÎNA GELÊ KURD HER KU DIÇE BELAV DIBE’
 
Bayindir, anî ziman ku hêviya wan ew e ku ev serkeftina dê di 31’ê Adarê de bi dest bixin, bibe serkeftina azadiya gelê kurd jî. Bayindir, destnîşan kir ku ev meseleye ji hevserok, hevşaredariyê derbas bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Meseleya me kurdîtî, yekitî û netewîtî ye. Ji ber vê yekê heta ku ji destê me tê kolan bi kolan, tax bi tax em dixwazin van gotinên xwe bi gelê xwe re parve bikin. Meheke me ma ye û neyarên me dixwazin bi her awayî vîna me bin pê bikin. Lê em jî bihêz in û biquwet in. Bi salan e em li ber xwe didin. Rêya me rêya serkeftinê ye. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiyê bidome û ev têkoşîn her ku diçe belavtir dibe. Êdî hemû cîhan gelê kurd nas dike. Niha li Rojhilata Navîn bêyî kurdan ti dewlet nikare polîtîkayên xwe bimeşîne. Lewma ev hilbijartin ji bo me û gelê me gelekî girîng e. Niha gelê kurd ji bo rêberê xwe birêz Abdullah Ocalan li her derê cîhanê li ser pêyan e. Divê em vê yekitiya xwe xurt bikin. Gelek pirsgirêk li pêşiya me hene û divê em nebêjin ev pirsgirêk yên partiyekê, rêveberiyekê ne. Lewma niha dem dema xebatê ye. Em ê mil bidin milê hev û em ê bi yekitiyê serbikevin.”
 

Sernavên din

20/03/2024
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’