ŞIRNEX - Li Cizîrê êrişa li ser malbata Kaya ya ji ber muzîka kurdî hat protetsokirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku êrişkar bên cezakirin.
Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê têkildarî êrişa li hemberî malbata Kaya ku di 13'ê Tîrmehê de dema ji navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji seyranê vedigeriya, bi hinceta muzîka kurdî guhdar dike êriş lê hatibû kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Sazî û partiyên siyasî yên Şirnexê, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên li ser, “Ez kurd im, zimanê min kurdî ye, welatê min Kurdistan e min nas bike” , “Em êrişa li ser stran û muzîka kurdî, tundiya li ser jinê tu carî qebûl nakin” û “Zimanê kurdî xeta me ya sor e destên xwe jê vekişînin” nivîsandî hatin hilgirtin.
'EM HIŞMENDIYA LI DIJÎ KURDAN Û JINAN QEBÛL NAKIN'
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka CÛDÎ-DER'ê Evîn Kulja ve hat xwendin. Evîn Kuljayê anî ziman ku malbateke kurd li Stenbolê ji ber stranên kurdî rastî êrişan hatiye û wiha got: “Ji ber tundiya polîsan jineke ducanî bi pitika xwe ve giranî birîndar bû û rewşa wan di xeterê de ye. Êrişkirina li ser jineke kurd a ducanî û qesta li jiyana wê encama hişmendiya mêrperest û tundiya mêrane ya dewletê ye. Em vê hişmendiya mêrane ya li dijî kurdan û jinan bi tu awayi qebûl nakin û êrişa li ser wê jinê wekî êrişeke li ser hemû jinên kurd dihesibînin û dibêjin ku ew êriş bi mêrperestiya vê pergalê ve girêdayî ye û em ê heta ku hilweşe her tim li dijî wê hişmendiyê têbikoşin.”
PÊŞVEBIRINA KURDÎ
Evîn Kuljayê bi lêv kir ku êrişa li dijî zimanê kurdî di heman demê de êrişa li ser hebûn û nasnameya kurdan e. Evîn Kuljayê destnîşan kir ku ew êrişên li dijî zimanê kurdî qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê kiryar bên girtin û cezakirin. Pêkhatina van êrişan û rûdana vê êrişkariyê civaka kurd dike nav fikaran û atmosfera aştiyê jehrî dike. Divê ev pergala cudakarí, tundi û bêtehemuluyê demildest bê guhertin û bi peymaneke civakî ya pirrengî, demokrasî û azadiya jinan rûpeleke nû bê vekirin. Divê neyê jibirkirin ku ev bêtehamulî û tundi encameke polîtîkaya sedsalî ya inkarkirin, tunehesibandin û asimilasyonê ye. Ev polîtîka û pergala li ser wê avabûyî tevahiya civakê jehrî dike û rê li ber aştiyeke mayînde digire. Em careke din diyar dikin ku zimanê kurdî xeta me ya sor e. Ji bo aştiyeke mayînde, di vê pêvajoyê de ku divê reform û guhertin bên kirin û gavên erênî li ser çand û zimanê kurdî bên avêtin, mafê gelê kurd ê statuya ji bo Kurdi û perwerdeya bi kurdî bê naskirin. Em li dijî vê tundiyê bêdeng namînin û vê hişmendiya tundiya mêrperest bi awayê herî xurt şermezar dikin û destnîşan dikin ku em ê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li her derê bilindtir bikin.”
Piştî daxuyaniyê Newroz Ûysal Aslan jî axivî û ev tişt gotin: “Bûyera li Stenbolê qewimî nenaskirina pirrengiya vî welatî dide xuyakirin. Dijminatiya li dijî gelê kurd careke din di êrişa polîsan de derket holê. Êrişa li dijî jina bi navê Zeynep û pitika wê dijminatiya jinan û kurdan nîşan dide. Ev ne bûyereke ji rêzê ye û takekesî ye. Ji ber ku kesên êriş lê hatine kirin kurd in, jina kurd e. Em dibêjin ziman û nasnameya me tu bajarekî nikare bibe sedema êrişan. Em vê êrişa li dijî ziman, nasnameya kurd û jinê şermezar dikin. Hê jî li dijî êrişkaran agahiyeke ji aliyê wezarete ve nehatiyê kirin. Çawa hê li ser kar dimîne. Divê di vê pêvajoyê de hesasiyet û guherîna polîtikayan li ser ziman pêk were. Nêzikatiya dewletê ya vê bûyerê wê nêzikatiya li ser pêvajoyê jî bide nîşandan. Heta mafê jinan, nasname û zimanê kurdî bi dest bixin dê têkoşîna me berdewam bike.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bê ziman jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.