Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe

  • jin
  • 09:53 1 Adar 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Cotkar Rengîn Onuk a ku gundê wan 30 sal beriya niha hat valakirin û 30 sal in qedexekiriye bi çandina ceh, nîsk, genim ruh dide gund. Onuk, dibêje: “Polîtîkayeke valakirina gundê me heye lê em bi çandina zeviyan ruh didin gundê xwe."
 
Di encama polîtîkayên “ewlehiyê” yên dewleta tird e di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin, bi milyonan kurd ketin rêyên koçberiyê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); di navbera salên 1984-1999’an de zêdetirî 3 hezar û 700 gund û mezra hatin şewitandin, wêrankirin û valakirin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte (OHAL); 820 gund û 2 hezar û 345 mezra hatin valakirin, 378 hezar û 335 kes jî bi darê zorê ji warên xwe hatin kirin. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a heman serdemê jî 945 gund û 2 hezar û 21 mezra hatin valakirin û 358 hezar û 335 kes jî ji cihê xwe hatin kirin. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku hejmara kesên ji xaka xwe hatine koçberkirin bi ser 3 milyon kesa ye lê di reqemên fermî de zelaliyek tune ye. 
 
Yek ji gundên di vê serdemê de hatiye valakirin jî gundê Daderê yê Silopiya ya Şirnexê ye. Daderê li quntarê Çiyayê Cudî ye û di sala 1995’an de hate valakirin. Şêniyên gund bi “destûrê” dikarin bikevin gundê xwe. Ji jinên Rengîn Onuk a 32 salî ku di temenekî biçûk de li gel malbata xwe neçarî koçberiyê hat kirin, 2018’an de vegeriya gundê xwe û hewl dide bi çandina genim, nîsk û cehî ruh bide gundê xwe. Onuk, di her mehên cotmeh û mijdarê de li gel welatiyên din tê gundê xwe û çandiniya genim, nîsk û ceh dike. Tekane cotkara jin a li wê herêmê Onuk e û bi vê ked û pisporiya xwe feraseta nêrza a civakê jî dişikîne.  Onuk, di cotkariyê de jî girîngiyê dide karkerên jin û diyar dike ku jin ji wê îlham digirin û dixwazin ku bixebitin.
 
BI ÇANDINIYÊ BERSIVÊ DIDIN POLÎTÎKAYÊN VALAKIRINA HERÊMÊ 
 
Rengîn Onuk, bi lêv kir ku bi sala ye gundê wan qedexe ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku gund di sala 1995'an de hatin valakirin, em neçar man gundê xwe biterikînin û me koçî bajêr kir. Wê demê biçûk bûm û bi salan me zehmetî kişand. Lê niha ez weke jineke cotkar li gund çandiniyê dikim. Ne tenê ez gundî hemû tên û çandiniyê dikin. Bi vê hewldanê em bersivê didin polîtîkayên valakirina herêmê. Niha herkesê tê gund cotkariyê dike. Lê hemû jî mêr in û di nav wan de ez tenê jin im.”
 
'EZ LI HERÊMÊ YEKEM COTKARA JIN EZ IM'
 
Bi domdarî Onuk anî ziman ku ji ber ku cotkara jin e her tim rastî astengiyan tê û destnîşan kir ku armanca wê ya cotkariyê ew e ku jinan ji pozîsyona alîkariya mêran derbixîne û wiha got: “Li gorî civakê li vê herêmê jin bûn carna dezavantaj e. Li vê herêmê cotkara jin a ewil ez im. Her tim ji min re dibêjin 'tu nikarî bikî, ma tu yê bikî?' Ez şahidê axaftinên bi vî rengî dibim û van gotinan ji min bi xwe re jî dibêjin. Dema ku ez diçim mazotê bikirim jî kesên li benzînê bi awayekî pir lawaz li min dinêrin û ji min re pirsên mîna 'Tu yê bikaribî bikirî yan jî bibî?’ dikin. Ez vî karî dikim û dixwazim ku ji hemû jinên herêmê re bibim mînak. Ne ji mecbûriya xwe, ez jê hez dikim lewma vî karî dikim. Hewcehiya me bi karkeran heye. Ez di van serdeman de pîranî jinên karker tînim.  Ji ber ku keda jinan û potansiyela karê jinan ji mêran gelek zêdetir e. Mînak mêr traktoran diajin lê hemû kevirên li vir tên berhevkirin keda jinan e, jin wan kom dikin. Ji axê traktor û keviran dadixin. Ked û xebat zêde ya li vir aydê jinan e."
 
DI COTKARIYÊ DE JIN
 
Onuk, diyar kir ku jin zêdetir bi cotkariyê re mijûl dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin bêhtir ji ekolojiyê fêm dikin. Dema ku em li dayikên xwe dinêrin, her tim wekî alîkar diçûn cem mêran lê jinan her tim hemû kar dikirin. Jinan ji karkeran re xwarin çêdikir, kevir berhev dikirin an jî ax dikolandin. Min ew ji xwe re kirin mînak û ketim vî karî. Dema ku em bi jinan re tên cem hev, di warê têgihîştina hevûdu de em dikarin pir baştir li hev bikin. Mînak di vê parselê de em ê keviran berhev bikin, hevalên jin bêhtir lê serwext in. Em tenê mêran ji bo ajotina traktoran û daxistina wan bi kar tînin. Ji ber vê yekê em bi jinan re baştir dixebitin."
 
'EM HEQÊ ÇANDINIYÊ NASTÎNIN'
 
Di berdewamê de Onuk da zanîn ku ew genim, ceh û nîskê diçînin û got ku ew heqê keda destê xwe nagirin. Onuk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi giştî li vir genim, ceh û nîskê diçînin. Ji ber ku em nanê xwe ji vir derdixin. Em du salan carekê ceh an jî pembû diçînin. Bavê min şablonê serekî çêdike lê ji ber temenê xwe, ji ber ku ew nikare ez dikim. Rûn heta gubre, ji hatina karkeran heta çûyîna wan ez eleqederim. Em bi piranî genim diçînin û her du salan carek pembû an jî ceh wekî çandina duyemîn diçînin. Em heqê keda destê xwe nastînin. Ji ber ku mazot û gubre pir biha ne. Dahata me bi têrî lêçûnên me nakin. Bihayê nan zêde dibe lê dema ku em genim difiroşin erzan difiroşin û heqê xwe dernaxîne. Lê tevî vê yekê jî ji ber ku ji dayikên me mîras maye em berdewam dikin.”
 
'EM DEYNDAR DIBIN'
 
Rengîn Onuk, got ku ji ber polîtîkayên îktîdarê cotkarî li ber tunebûnê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet ji aliyê aborî ve gelek zextê li me dike. Em çandiniyê dikin, yên bi girêbestan dixwin. Civaka ku hilberînê neke mehkûmî tunebûnê ye. Em diçînin, lê em nikarin berdêla çandiniya xwe bistînin. Sedem jî krîza aborî ye. Ev demekî dirêj e ez vî karî dikim. Lê ji ber ku mazot, gubre û tov pir biha ye, em nikarin heqê tiştên ku diçînin bistînin. Cotkar ji ber van polîtîkayan dev ji karê xwe ber didin û naxwazin çandiniyê bikin. Ji ber ku heqê  keda wî tune ye û em deyndar dibin. Divê jin bizanin ku ev kar ne tenê karê mêran e. Heke ez bikarim bikim, hemû jin jî dikarin bikin.  Tenê nav dibe navê mêr. Banga min ji wan re ew e ku hemû jin xwedî li vê qada ekolojîk derkevin. Ji ber ku ketina jinê ya xwezayê, zayîna jinan a li ser rûyê erdê pir bi ber û rengîntir e.”
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

21/03/2024
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir