ERZIROM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Xinûsê bersiva siyasetmedarên AKP'î da. Bakirhan her wiha got: "Yên ku Şêx Seîd Efendî birin darê îdamê, birêz Ocalan tecrîd dikin."
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî civîna gel a li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê, îro di çarçoveya bernameya hilbijartinê de çû navçeya Xînûsê. Bakirhan di civîna li vir de ji gelê Xînûsê re axivî.
Bakirhan di axavtina xwe de diyar kir ku axa ku ew lê diaxive xakeke pir pîroz e û wiha got: “Ev ax ew ax e ku berdêla ziman, çand, bawerî û jiyana me daye. Ji Şêx Seîd, Seyîd Riza, Selahattîn heta Fîgen û Gultenêan em ji bo heman dozê têdikoşin. Derdê me ew e ku kurd wekhev bin, kurd bi hezaran sal in li vê erdnîgariyê dijîn, neyên înkarkirin û redkirin. Bila kurd zimanê xwe yê zikmakî bi azadî bi kar bînin. Em dibêjin ji ber ku kurd in, divê di warê aborî de neyên cudakirin. Ji Şêx Seîd ve tu zulm nema me nedîtiye. Berê sêpêyên darvekirinê dihatin danîn, lê niha bi hezaran xwişk û birayên me, bi hezaran hevrêyên me yên rêveber û wekîlên ku me ew bi dengên xwe hilbijartine, di girtîgehan de ne."
‘TECRÎD Û ÎDAM HEMAN TIŞT IN'
Bakirhan da zanîn ku bi sedsalan e li ser kurdan polîtîkaya mêtingeriyê tê meşandin û got: "Çawa ku ev polîtîkaya mêtingeriyê ya bi sedsalan e dewam dike, nikaribûye gelê kurd biqedîne, qasek berê li Qereyaziyê, duh li Mêrdîn, Şirnex, Amedê, Sêrt, Dêrsimê em ê neqedin. Yên vî welatî îdare dikin divê vê rastiyê baş zanibin. Pirsgirêka kurd bi darvekirinê çareser nebûye û nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd bi zindan û polîtîkayên çewisandinê bi dawî nebûye û dê nabe. Kurd bi hezaran sal in yek ji gelên herî qedîm ê vê xakê ne û dê wisa jî bin. Zihniyeta ku hemû cudahiyên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve tê, niha jî heman polîtîkayên xwe didomîne. Heger siyaseta we ya her kesî tirk dihesibîne pêk bihata, îro gelê Xinûsê li vir bi coşeke wiha partiya xwe û namzetên pêşwazî nedikir. Ji ber vê yekê hûn tiştekî xelet dikin. Dev ji xeletiya xwe berdin û ji bo Tirkiyeyeke bihêz, Tirkiyeyeke demokratîk, Tirkiyeyeke ku kurd lê wekhev bin, li şûna sêpêyên îdamê û zindanan diyalog û muzakereyê hilbijêrin. Yên ku Şêx Seîd Efendî birin sêpêya îdamê, birêz Ocalan tecrîd dikin. Ev her du jî heman tişt in. Ne polîtîkayên tecrîdê û ne jî polîtîkayên înkarê teqez encam nagirin. Kurd bi hezaran sal in hene û dê hebûna xwe bidomînin û zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin."
‘POLÎTÎKAYEKE DURÛ DIMEŞÎNIN'
Bakirhan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Berî ku Şêx Seîd Efendi biçe darê îdamê got, 'ji bo me şeref e ku neviyên me di siberojê de ji me şerm nekin. Em şerm nakin, em bi rûmet in.' Hûn ne tenê namûsa gelê Xinûsê, namûsa hemû kurdan in. Dijminatiya li gelê kurd teqez wê bê bersiv nemîne. Kurd kesî dijmin nahesibînin. Tevî ku zilm li wan tê kirin jî îro destê xwe dirêj dikin û dibêjin 'em birayên hev in, em dixwazin bi hev re bijîn'. Yên vî welatî îdare dikin divê destê aştî û biratiyê dirêjî kurdan bikin. Yên ku li Meclisê ji zimanê me yê zikmakî re dibêjin 'zimanê nayê zanîn', li Erziromê bi stran û stranên kurdî xebatên hilbijartinê dimeşînin. Durûtiyê dikin. Durûyên ku li vir bi sloganên Kurdî xebatên hilbijartinê dimeşînin, li Colemêrgê welatiyên me di amûrên x-rayê re derbas dikin û welatî wisa diçin gundên xwe. Cudakerên wiha me bi vî awayî paşguh dikin. Lê ji bîr nekin, em neviyên Şêx Seîd in, soza me ji wan re heye. Rojekê teqez em ê li vî welatî wekî hemwelatiyên wekhev û azad, bi îradeya xwe bijîn.”
‘GEL MESELEYA KURD ÇARESER BIBE DÊ BEREKET BÊ WELÊT'
Bakirhan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ha zîhniyeta qeyûm ha ya AKP’ê, her du jî yek in. Ez bawer dikim ku hûn ê wan herduyan bi hev re di sindoqê de binax bikin. Ger pirsgirêka kurd çareser bibe, bawer bin ku wê bereket bê vî welatî. Ger pirsgirêka kurd çareser bibe, gelê me yê ku ji bo goşt dikevin dorê dikarin bi rehetî goşt bixwin. Ji ber ku pirsgirêka kurd çareser nebûye, deşt û mêrgên me qedexe kirine, hûn nikarin sewalkariyê bikin. Mazot biha ye, xwarin buha ye, êm biha ye, deşt û mêrg qedexe ne. Gelo hûn dikarin bibêjin ku hûn bi vî awayî kurdan ber bi xizaniyê ve hêl nakin? Na. Bi zanebûnî dikin. Divê kurd bi çandiniyê re mijûl nebin, bi sewalkariyê re mijûl nebin, kurd debara xw enekin. Em ê hemû bi hev re bersivê bidin kesên ku bi zanebûn xizanî û neheqiyê li me ferz dikin."
Bakirhan piştî axaftina xwe çû Qereçobanê.