Bi hezaran jin ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolanan bernadin

img

STENBOL - Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê de li Kadikoyê hatin gel hev, daxwazên xwe diqîrin. Di hevdîtinê de peyama ‘Em ê ji bo maf û jiyanên xwe têkoşînê mezin bikin. Li dijî êrîşan têkşîna me heye. Bijî 8’ê Adarê bijî piştevaniya jinê’ hat dayîn.

Bi pêşengtiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer têkoşîna me heye” hevdîtina jinan tê lidarxistin. Jin, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê hatin gel hev. Gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Di hevdîtinê de bênavber çepik tên lêxistin û tililî tên avêtin. Her wiha li ber def û stranên kurdî govend tê gerandin. Jinan gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) dovîzên “Jiyaneke ku were qezenckirin heye”, “Jiyan bi zana re xweş e”, “Em ê cîhanê jinûve bihejînin” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hilgirtin. Di heman demê de jinan dovîzên ku gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e” hilgirtin. Di heman demê de dovîza “Heqîqet Rêbertî ye” jî bal kişand.
 
DAYIKÊN LAÇIKSPÎ
 
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî pankarta “Rêya azadiyê jinên azad û rêya aştiyê jî ji Dayikên Aştiyê derbas dibe” vekirin. Dayikên laçikspî gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û gelek caran daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman.
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî pankarta “DEMA Jinan Vîna Jinan DEM Jiyan e!” hilgirtin. Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî pankarta “Mêr-dewlet ji serî heta binî tundî ye. Em ê teslîm nebin” vekir û di meşê de cih girt.
 
Komeleya Dema Jinan e jî li pêşiya Mizgefta Osmanaga bi pankarta “We gelek dema me xwar niha dema jinan e” vekirin û meşiyan. Jinan gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Nameta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên jin û bi sedan jin tevli meşê bûn. Girse her ku mezintir bû û dirûşm hatin berzkirin.
 
QAD TIJE BÛ
 
Jinên hatin nokteya lêgerîna polîsan nokte derbas kirin û bi dehezaran jin tevli hevdîtinê bûn.
 
Polîsan dovîzên ku jinên TJA’yê hildabûn berhev kirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û gotin wê tundiya dewlet-mêr hilweşînin.
 
'EM Ê DEST JI KOLANAN BERNEDIN'
 
Metna çapemeniyêya kurdî Berîvan Saruhan xwend û ya Tirk jî Şenay Kumuz xwend. Kûmûzê da zanîn ku tevî 107 sal di ser îlankirina 8’ê Adarê de derbas bûye şert û mercên jinan neguherîne û jinan li dijî vê têkoşîn mezin kirin. Kûmûzê got ku polîtîkayên dijminê jinê jiyana jinan terî dikin û got: “Mêrê ku peymana Stenbolê fersh kir li ser navê jinan biryarê dide. Her ku 6284 ji nîqaşê re tê vekirin gumanbar cesarete digirin û kuştinên jinan zêde dibin.Em ê li dijî tundiya mêr qadan û kolanan terk nekin. Em ê li dijî kuştin û êrîşan bêdeng nemînin. Jin li her qadê têkoşîna xwe bilind dikin. Îro roja berxwedan û piştevaniyê ye.”
 
'EM QEYÛMAN QEBÛL NAKIN'
 
Aynur Moral ya ku bi hinceta tevli çalakiyên der barê Zeren Ertaş ya li yurda KYK’ê ya Aydinê di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest daye, bûye jî axaftinek kir û da zanîn ku ew ê mahkumê pergalê nebin û têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Kûmûzê xwendina metnê berdewam kir û da zanîn ku di şerê li herêmê û Rojhilata Navîn tê meşandin de herî zêde jiyana jinan hedef tê girtin û herî zêde jin tên windakirin.
 
Piştre endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner mafê axaftinê girt û da zanîn ku wê dest ji daxwaza aştiyê bernedin.
 
Piştre li ser navê Piştevaniya Femînîst a Ji bo Karasetê Selîn Top axivî û da got erdhejê girîngiya piştevaniyê carek din nîşan daye û niha torên piştevaniyê yên girîng dihûnin.
 
Piştre Keça Fehmî Tosun yê di 1995’an de hat binçavkirin û windakirin, Besna Tosun axivî. Besnayê da zanîn ku wê her tim hesabê windayan bipirsin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.
 
Şenay Kumuş piştî axaftina Besna Tosun dîsa mafê axaftinê girt û bi gotinên li dijî êrîşan têkoşîna wan heye û got: “Bijî 8’ê Adarê, bijî piştevaniya jinê.”
 
Hevdîtin bi govenda hat gerandin bidawî bû.
 

Sernavên din

05/03/2024
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin
09:50 Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin
09:48 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo AKP'ê ray may tune ye!
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed 132 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:00 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 99’an de didome
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
03/03/2024
18:23 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin
17:55 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê
17:04 Nobetên bi daxwaza ‘azadiyê’ didomin
17:02 Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
17:00 Jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Dê têkoşîna me bidome
16:30 Bi hezaran jin ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolanan bernadin
16:19 Li Amedê panela ‘rêveberiya xwecihî’: Divê rayeyan dewrî herêman bikin
15:48 Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike
15:22 Li Çewligê coşa gel: Dê bersiva kesên bi JÎTEM û Ergenekonêr e tifaq çêkirine bê dayîn
14:33 Lîsteyên namzetên partiyan teqez bûn
13:56 NY: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin
12:59 Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên bajarên Kurdistanê eşkere bû
12:41 Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye
12:08 Bakirhan: 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
11:45 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê agirê azadiyê di 8’ê Adarê de vêxin
11:42 Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin
11:28 Namzetên DEM Partiyê li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîn e: Dema pêvajoyeke nû ye
10:36 Ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:58 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê 8’ê Adarê ye
09:57 Di kampanyaya 'Jin, jiyan, azadî' de ber bi fînalê ve
09:14 Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin
09:07 Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 131 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 98’an de didome
09:02 Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne
09:02 Qeyûm îhaleyeke 128 milyon lîreyî da pismamê şaredarê AKP'î
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2024’AN
02/03/2024
20:13 Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê
18:47 Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin
17:31 Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne
17:14 Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin
16:59 ‘Bila girtiyê nexweşê penceşêrê Mahmût Başyîgît were berdan’
16:33 Gultan Kişanak: Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên
16:21 Jin li qada ne: Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin