Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di vekirina buroya hilbijartinê ya Farqînê de axivî û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de Farqînê ji talanker û qeyûman rizgar bikin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Farqîn a Amedê mitîng li dar xist. Mitîng li Qada Azîzoglû hat lidarxistin û bi alayên partiyê hat xemilandin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzetê hevşaredariyê yê Bajaê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û namzetên hevşaredariyê yên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen tev li bûn. Şande, nêzî Taxa Qortikê hatin pêşwazîkirin û piştre jî derbasî qada mitîngê bûn. Welatî ji du noqteyên lêgerînê derbas bûn û wisa ketin qada mitîngê. Welatiyan demekî dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin. Bi hatina Bayindir û şandeya pê re, coşa welatiyan zêdetir bû. Girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo" berz kir.
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
 
Ji ber salvegera Komkujiya Helebçeyê, ji ewil deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî namzet Sevîm Bîçîcî wiha got: “Em ê li vir bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ jiyanê jinûve ava bikin. Dem dema azadiyê ye.”
 
Namzet Kadrî Esen jî bal kişand ser qeyûman û wiha got: “Ev gel dîrok û zimanê xwe baş nas dike. Divê hûn di 31’ê Adarê de dengê xwe bidin DEM Partiyê. Dem dema Farqînê ye.” Esen, her wiha projeyên xwe vegotin.
 
Namzetê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku li tevahiya kolanên bajar zimanê kurdî serwer be û got ku dê ciwanên Farqînê xwedî li bajarê xwe derkevin. 
 
NEWROZA AZADIYA OCALAN
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di mitîngê de wiha got: “Gelê me li hemû bajar û navçeyên Tirkiye û Kurdistanê li ser pêyan e. Ji bo serkeftina mezin dixebitin. Me li Tirkiyeyê namzetên xwe nîşan da û ji me re gotin ‘hûn çima derdixînin.’ Me ji bo gelê xwe derxist. Em îro li Farqînê dibêjin ku; li cem xayinan û kesên zimanê me înkar dikin cih negirin. Deriyê we, meydana we ev der e. Kerem bikin werin vê derê. Dibêjin; ‘tu pirsgirêka me bi kurdî re nîne.’ Lê polîs destûrê nadin muzîka kurdî. Her wiha li Meclisê axaftinên bi kurdî hatin astengkirin.” 
 
Bayindir, bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza 2024’an û wiha pê de çû: “Em Newroza îsal bi daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêşwazî dikin. Bi milyonan kes ji bo azadiyê li ser pêyan e. Me jî li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê li dar xist. Têkoşîna me ji bo wê ye ku pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin. Gelê kurd ê daxwaza aştiyê dike dê her tim bi ser keve. Ev baweriya we heye.” 
 
Bayindir, axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha kî ji rêya xwe şaş bibe, em dibêjin ku vegerin û mil bidin milê me. Barê me yê ji bo azadî û serkeftin vî gelî giran e. Gelo hûn jî dê vî barî li xwe bigirin? Em ê di 31’ê Adarê de Farqînê ji talanker û qeyûman rizgar bikin.”  
 
Piştî axaftinan, Kollektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê û mitîng bi stran û govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

31/03/2024
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan
21:38 Li Bedlîsê coşa DEM Partiyê
20:46 DEM Partî ji bo 15 hezar û 249 'hilbijêrên qaçax’ gilî kir
20:17 Mikaîl Aslan piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihand: Kuleka hin kesên din me germ nake
19:38 Belgefîlma 'Dargeçît' wê beşdarî pêşbirka Mihrîcana Fîlman a Stenbolê bibe
19:29 Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Serok Apo bigirin
18:09 Ji namzetên DEM Partiyê banga ewlehiya hilbijartinê
16:56 Leyla Zana: Şirnex berxwedan e em ê nedin tu kesî
16:43 Nobeta Edaletê: Heke Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nîn e
16:28 'Li ser sindoqê em koçberî, hilweşîn û girtiyên nexweş ji bîr nekin’
16:25 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû
16:15 Bakirhan ê li Wanê axivî: Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
16:06 Bayindir: Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e
15:40 Qeyûm kurê serokê AKP’î ji bo kar xist şaredariyê
15:38 Hilbijêrên bitevger ji Îzmîrê bi rê ketin: Em diçin ku rekorê bidest bixin
15:24 Li Girtîgeha Tokatê qeydên deng û dîmen ên odeyên parêzer û cihê hevdîtinê tên girtin
14:58 Perava Yenîkapiyê ku ji bo dengdayînê ketin rê, veguherî termînala otobusan
14:21 DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne
14:16 Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin
14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?