Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye desptêkirin bûn, diyar kirin ku heta polîtîkaya tecrîdê bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. 
 
STENBOL 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin, di roja 103’yan de li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sûltangaziyê dom kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “ Bê Serok jiyan nabe”  û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Esenler û Bakirkoyê û ANYAKAYDER’ê hatin serdana çalakvanan. Xizmên girtiyan û kesên hatin serdanê gotin ku heta tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Esenlerê Yildiz Eren di çalakiyê de anî ziman ku divê êdî gel şiyar bibe û bi rakirina tecrîdê civak bêhnekî bistîne. Eren, xwest ku hemû kes piştgiriyê bide çalakî û daxwazên xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 110’an de dom kir. Nobet li avahiya DBP’a Rezanê hate domandin û ciwanên enternasyonal ên Ewropayê û endamên ESP’ê hatin serdanê. Ciwanên sosyalîst ji dayikan re gotin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna wan û ji bo dengê wan bidin bihîstin ya ku ji dest tê dê bikin. Nobet, bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 52’yan de li avahiya DBP’ê dom kir. Aktîvîstên TJA’yê û rêxistinên DBP, DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Nobet, bi stranan bi dawî bû. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 107’emîn de berdewam kir. Nobet di avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de tê domandin û îro jî gelek kes serdana nobetê kirin. 
 
Ji xizma girtiyan Munevvet Bayhan diyar kir ku ew ji bo aştî, xwişk û biratiyê tev li nobetê bûye û wiha got: “Di girtîgehan de ji zêdetirî 3 mehan grevên birçîbûnê dom dikin û em ji bo piştgiriyê li vê derê ne.” 
 
Xizmên girtiyan di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin û stran gotin. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 76’emîn de berdewam kir. Îro çalakiya nobetê, xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji navçeya Stewrê hatine, dewr girtin. Gelek kes hatin serdana çalakgerên nobetê. Di nobetê de stran hatin, ser rojevê nîqaş hatin meşandin. 
 
Ji endamê Komeleya Wejekarên Kurd Ahmet Çelîk serdana Nobeta Edaletê kir û anî ziman ku ew ê li cem malbatên ku çalakiyê didomînin bin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê, li her derê cîhanê li dijî mirovahiyê sûc e. Dema sûcê li dijî mirovaniyê tê gotin, dikare li Cîhan û Tirkiyeyê gelek mînak werin dayîn. Lê belê li Tirkiyeyê ser girtiyên me, siyaseta me û gelê me polîtîkayeke taybet tê meşandin. Ji ber wê, vî barî tenê ser pişta dayikan dana meşandin, ne helwesteke rast e. Divê tevahiya gelê me were cem hev û bi hev re bêjin ku em vê siyasetê qebûl nakin. Divê em bi hev re li dijî vê tecrîdê derkevin. Em vê tecrîda derveyî mafê mirovan û exlaqê qebûl nakin. Em tecrîdê şermezar dikin û piştgiriya malbatên xwe dikin. Serkeftinê dixwazin.”
 
 

Sernavên din

07/04/2024
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN