Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin

ÎZMÎR - Hevseroka KON-MED a Almanyayê Rûken Akça têkildarî qonaxa duyemîn a kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku ji aliyê KCDK-E û dostên kurdan ve ên li Ewropayê ve tê meşandin, axivî û got: "Dixwazin me bêdeng bikin. Em vê qebûl nakin."
 
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê, komên enternasyonalîst ên Ewropayê û kesên navdar ên cîhanê di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendan bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" kampanya dabûn destpêkirin. Qonaxa duyem a kampanyayê di 1'ê Adarê de dest pê kir. Di çarçoveya kampanyayê de bi çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 21'ê Adarê Newrozê daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan hat kirin. Piştre jî wê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Her wiha wê li bajarê Vatîkan ê Îtalyayê wê serdana Papa bê kirin û dosyeya derbarê bêhiqûqiyê radestî wî bê kirin. Ger çalakî encam negirin, wê di navbera 15-20'ê Nîsanê de li ber Konseya Ewropayê (KE) bi pêşengiya jinan bi 5 hezar kesî çalakiya rûniştinê ya 5 rojan bê lidarxistin.
 
‘PARADÎGMAYA RÊBERTIYÊ LI CÎHANÊ BELAV BÛ'
 
 
Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Rûken Akça, têkildarî xebatên di çarçoveya pêngava duyemîn de agahî dan. Akçayê diyar kir ku wan plan kiriye ku pêngava di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi pêşengiya gelê kurd û dostên wan dane destpêkirin li 74 navendan pêk bînin, lê li zêdetirî sed navendan tevlîbûn û bang hatine kirin. Akçayê anî ziman ku ev rewş nîşan dide ku paradîgmaya Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û got: “Kî paradîgmaya Ocalan dixwîne, di bin bandora wê de dimîne û li gorî jiyana xwe adapte dike. Ji ber vê yekê li seranserê Ewropayê dengek bilind bû. Gelek akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas, parlementer û kesên ku berê di CPT'yê de wezîfedar bûn beşdarî çalakiyên di çarçoveya pêngavê de bûn."
 
XEBATÊN PÊNGAVA DUYEM
 
Akçayê diyar kir ku qonaxa yekem a kampanyayê 3 meh ajotiye û qonaxa duyemîn jî berdewam dikin û wiha got: “Di dema pêş de, 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêber Apo û 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ye. Em xwe amade dikin ku biçin Vatîkan, Îtalya, ji bo ku bi Papa re hevdîtinê bikin. Her wiha di pêşengiya tevgera jinan de em armanc dikin ku di navbera 15 û 20’ê Nîsanê de li ber KE’yê bi 5 hezar kesî çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di vê pêvajoyê de em ê bi Parlamenterên Konseya Ewropayê re hevdîtinan pêk bînin. Têkildarî bûyeran me dosye amade kirine. Em ê wan teslîm bikin."
 
‘EM Ê BERXWEDANÊ XURT BIKIN'
 
Akçayê da zanîn ku kurd tenê pêşengiya xebatên wan nakin û got ku ku piştî pêvajoya Kobanê hemû gelên cîhanê di bin bandora fikrên Ocalan de man û xwedî lê derketine. Akçayê got: “Dixwazin me bêdeng bikin. Lê em ê vê qebûl nekin. Ger tecrîd neyê rakirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wê berxwedan li girtîgehan mezin bibe. Em ê vê berxwedanê li Ewropayê jî berfireh bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan çi pêwîst be em ê bikin. Îro felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye û hevalên me di hemû çalakiyên me de bi me re tevdigerin."
 
‘NAVNÎŞAN LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Akçayê destnîşan kir ku tê xwestin ku bi tecrîdê têkoşîna kurdan bê fetisandin û bi bîr xist ku sedema bingehîn a şer û zextên li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê tecrîd e. Akçayê wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê mirov ji kar tên avêtin. Xizanî kûr dibe, mirov xwe dikujin. Li Rojavayê qadên sivîlan tên bombekirin û sivîl tên qetilkirin. Yanî ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Divê gelên Tirkiyeyê vê yekê bibînin. Rastî nagihên raya giştî ya Tirkiyê. Ev şer 50 sal in didome. Wezîrên tirk derî bi derî digerin. Navnîşana ku hûn ê biçinê pir zelal e. Herin bi Rêbertî re rûnin. Pirsgirêka kurd û tirk jî wê çareser bibe. Lê ew vê yekê nakin. Ji ber ku ji paradîgmaya Rêbertiyê ditirsin.”
 
‘BANGA JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ'
 
Akçayê anî ziman ku ew ê bi ruhê yekîtiya neteweyî li kolanan bin û got ku ew ê di vê çarçoveyê de planên ku çêkirine pêk bînin. Akçayê di dawiyê de wiha got: “Ji bo em vê tecrîdê bişkînin pêwîst e rojek berî rojekê Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Ne tenê Bakurê Kurdistanê, çar parçeyên Kurdistanê jî divê vê têkoşînê hembêz bikin. Werin em vê tecrîdê bişkînin û pirsgirêka kurd çareser bikin.”
 

Sernavên din

27/03/2024
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket