NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, qanûna bajarbûna Helebceyê, erê kir.
Ofîsa Serokkomartiya Iraqê ragihand ku îro Serokkomar Letîf Reşîd qanûna ku Helebceyê weke bajar qebûl dike, îmze kir. Hat gotin ku piştre dê qanûn ji bo Wezareta Dadê bê şandin û piştre jî di rojnameya fermî de bê belavkirin. Piştî wê jî dê Helebce bi fermî wek bajarê 19’emîn ê Iraqê bê ragihandin.
Parlamentoya Iraqê di 14’ê Nîsanê de pêşniyarqanûna bi daxwaza Helebce bibe bajar erê kiribû.