Hejmartina dengan dest pê kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN -Dengdayîn li 32 bajaran ku gelek binpêkirin lê hatin jiyîn bi dawî bû. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengdayîn hêj didome. 

Hilbijartinên ji bo diyarkirina rêveberên herêmî yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest pê kir. 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêr dê li ser nêzî 208 hezar sindoqan dengê xwe bidin. Li ser biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK); li hinek bajaran dengdayîn saet di 07.00’ê de destpê kir û dê saet di 16.00’ê de bi dawî bibe; li bajarên Tirkiyeyê jî hilbijartin saet di 08.00’ê de dest pê kir û dê saet di 17.00’ê de bi dawî bibe. 

DEM PARTÎ LI 11 BAJARAN LI PÊŞ E

19.36: DEM Partî 3 jê bajarên mezin bi giştî li 11 bajaran li pêş e.

DEM PARTÎ LI AMARAYÊ BI FERQEKÎ MEZIN BI SER KET

19.32: DEM Partî li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amarayê bi ferqekî mezin bi ser ket.

YSK’Ê QEDEXEYA WEŞANÊ RAKIR

19.20: YSK’ê qedexeya weşanê ya derbarê encamên hilbijartinê de rakir. Encamên dengdayînê xuya dibin.

SAKIK JI BO AGIRIYÊ DAXUYANÎ DA: EV SERKEFTIN A GELÊ AGIRIYÊ YE

19.14: Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik wiha axivî: “Spas Agirî. Ev serkeftin a hemû gelê Agiriyê ye.”

OY VE OTESIYÊ JI BO ‘GIRTEKAN’ BANG KIR

19.12: Komeleya Oy ve Otesiyê bang kir ku girtekên hilbijartinên 31’ê Adaê de li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bên barkirin.

HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN DEM PARTIYÊ: LI DIJÎ HÎLEYAN HIŞYAR BIN

19.06: Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bang kirin: “Li dijî hîleyan hişyar bin, çavê we li ser be.”

TORBEYÊN DENGAN TÎNIN EDLIYEYA AMEDÊ

18.30: Piştî jimartinan, torbeyên dengan tên Edliyeya Amedê.

BANGA ‘SINDOQAN TERK NEKIN’

18.24: Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş piştî bidawîbûna karûbarên dengdayînê bang li peywîrdarên sindoqan kir ku sindoqan terk nekin.

NAMZETÊ AKP’Ê LI 5 CIHAN DENGÊN KOMÎ DA

18.11: Şaredarê AKP’î Şeref Albayrak ê li Xelfetiyê jinûve bû namzet û 150 kesên pê re, li 5 cihên cuda bi komî deng dan. Parêzerên DEM Partiyê yên îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bûn, serî li dozgeriyê dan û gilî kirin.

ÎHD: LEŞKER HATIN VEGUHESTIN, ŞANDE HATIN ASTENGKIRIN

18.00: ÎHD’ê têkildarî hilbijartinan rapora xwe ya navbeynê eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku şande û çavdêr bi biryara walîtiyê hatine astengkirin û leşker û polîs li bajarên Kurdistanê weke “hilbijêr” hatine veguhestin.

YSK’Ê KIŞANDINA DÎMENAN LI ROJNAMEGERAN QEDEXE KIR

17.58: YSK’ê di demên jimartina dengan de qeydkirina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir.

ŞERÊ JI BO KEYATIYÊ: 2 KES MIRIN, 4 KES BIRÎNDAR BÛN

17.35: Li gundê Merke yê Sêrtê ji ber hilbijartina muxtariyê şer derket, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

TÎP Û EMEP’Ê BERTEK NÎŞANÎ HILBIJÊRÊN ‘GEROK’ DAN

17.27: TÎP û EMEP’ê têkildarî dîmenên leşker û polîsên ji bo dengê xwe bidin AKP û MHP’ê li bajarên bakurê Kurdistanê hatine veguhestin daxuyanî dan û gotin ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike.

AYŞGEUL DOGAN: NIHA YA HERÎ GIRÎNG PARASTINA SINDOQAN E

17.04: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got divê tu kes guh nede agahiyên manîpulatîf û wiha got: “Ji niha ve ya herî girîng, parastina sindoqan e.”

DENGDAYÎN BI DAWÎ BÛ

17.00: Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hemû dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir.

YSK’Ê TÊKILDARÎ QEDEXEYAN DAXUYANÎ DA

16.30: Serokê YSK’ê Ahmet Yener, wiha got: “Em ê derbarê ku qedexeya weşanê dê kengî rabe de civînê li dar bixin.”

LI 32 NAVENDAN DENGDAYÎN BI DAWÎ BÛ

16.00: Li 32 navendan karûbarê dengdayînê bi dawî bû û li navendên din jî dê sindoq saet di 17.00’ê de bên girtin.

HATÎMOGÛLLARI: WERIN DENGÊ XWE BIDIN

15.57: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir û wiha got: “Werin em dengê xwe bidin.”

‘EM Ê LI SER SINDOQAN BERSIVÊ BIDIN’

15.55: Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li dijî hewldana xespkirina îradeyê ya bi polîs û leşkeran re, bang li kesên ku dengên xwe bikar neanîne kirin û wan vexwendin dengdayînê.

BERTEK NÎŞANÎ NAMZETÊ AKP’Ê DAN: HIŞYAR BIN DIZ HEYE!

15.42: Namzetê AKP’ê yê Şirnexê Mehmet Yarka çû serdana dibistanan û welatiyan bi gotina “Hişyar bin diz heye” bertek nîşan dan.

DOGAN BANG LI MUXALEFETÊ KIR: JI XESPKIRINA ÎRADEYÊ RE BIBÊJIN ‘NA’

15.37: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku wan li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine û wiha bang li muxalefetê kir: “Divê muxalefet ji vê xespkirina îradeyê re bibêje ‘na.’ Ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê ye.”

HINEK LI SER KURSIYA BITEKER HINEK LI SER GOPAL HATIN SER SINDOQÊ

15.28: Hilbijêrên Amedê hinek jê li ser kursiyên biteker hinek jî li ser gopalan çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.

JI 120 HILBIJÊRAN TENÊ YEK JÊ JI QERSÊ YE

15.07: Di sindoqa Hejmar 1042 ya li Dibistana Navîn a Ataturkê ya Qersê de ji 120 hilbijêran tenê yek jê qeyda wî/wê ji Qersê ye.

POLÎSAN JI NÊZ VE GAZA ÎSOTÊ AVÊT SERÛÇAVÊN NAMZET DEMÎR

15.06: Namzeta DEM Partiyê Devrîm Demîr li navçeya Mehsertê tevî şandeya pê re serdana sindoqan dikin. Polîs ji nêz ve xaza îsotê berda Demîrê.

SEROKÊ SINDOQÊ YÊ AKP’Î DAYIKEK XAPAND Û DENGÊ WÊ DA AKP’Ê

15.05: Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Çetîn Denîz serokê sindoqê dengê hilbijêra DEM Partiyê Şemam Koç a xwendin û nivîsandina wê nîne da AKP’ê. Koç, wiha got: “Min got ez ê dengê xwe bidim darê lê wî li binê ampûlê xist.”

‘EV HILBIJARTIN REWA NÎNE’

15.04: Dîmenên leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê bi komî deng didin mohra xwe li hilbijartinê dan. Bertekên tund nîşanî hilbijêrên “gerok” ên di jiyana xwe de cara ewil e hatine bajarên Kurdistanê dan.

AHMET TURK: JI RÛSYAYÊ HILBIJÊR VEGUHESTIN

14.50: Namzetê DEM Partiyê Ahmet Turk, têkildarî leşker û polîsên weke hilbijêr veguhestin Mêrdînê wiha got: “Ji Yozgatê, Çorûmê ji cihên cuda heta ji Rûsyayê mirov veguhestine vê derê û hewl didin vîna gel xesp bikin.”

NAMZETÊ AKP’Ê PEYWIRDARÊ SINDOQÊ DERB KIR

14.42: Namzetê Şaredariya Midyatê yê AKP’î Veysî Şahîn peywirdarê sindoqê yê Demokrat Partiyê derb kir.

HILBIJÊRAN PEYAMA ‘EM Ê BI SER KEVIN’ DAN

14.37: Welatiyên li navçeya Gêlê li dijî leşker û polîsên weke “hilbijêr” li navçeyê hatin veguhestin çûn ser sindoqê, peyama “Em ê bi ser kevin” dan.

ŞANDEYA NAVNETEWEYÎ ÇÛ SERDANA PASÛRÊ

14.36: Şandeya navneteweyî ya ku ji bo şopandina hilbijatinê hatibû Amedê, li navçeya Pasûrê serdana dibistanan kir.

BERDEVKA DEM PARTIYÊ: SINDOQAN NETERIKÎNIN

14.14: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan cara duyemîn daxuyanî da û wiha got: “Divê tu kes sindoqan neterikîne. Roj roja serkeftinê ye.”

NAMZETÊN AMEDÊ: XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN

14.12: Namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin ên Amedê ji bo dengdayîn bang kirin û gotin: “Werin li sindoq û dengên xwe xwedî derkevin.”

SANCAR: EM ÎRADEYA GEL NADIN XESPKIRIN

13.53: Mîthat Sancar ê DEM Partiyî bertek nîşanî hîleyên hilbijartinê yên li Xelfetiyê da û wiha got: “Em îradeya xwe nadin dizîn, nadin xespkirin. Bila gelê neçûna sindoqan nefikire.”

NEXWEŞ DIÇIN SER SINDOQAN

13.53: Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, dîmenê jineke nexweş parve kir û wiha got: “Gelê Agiriyê li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweşên xwe wiha tîne ser sindoqê.”

LI KONTEYNERAN DENGDAYÎN DIDOME

13.33: Li Hatayê ku di dema erdhejê de bandoreke mezin li ser çêbûbû, gel diçe ser sindoqan û dengê xwe dide.

SER Û ÇAVÊN BAHÇELÎ REŞ Û ŞÎN BÛNE

13.29: Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dengê xwe da û balkêş bû ku ser û çavên wî reş û şîn bûne.

LI KURDISTANÊ DÊ SINDOQ SAET DI 16.00’Ê DE BÊN GIRTIN

13.18: Tevî li bajarên bakurê Kurdistanê bi giştî dê li 32 bajaran karûbarên dengdayînê saet di 16.00'an de bi dawî bibin.

LI SERHEDÊ GEL DIHERIKE SER SINDOQAN

13.17: Li bajarên Serhedê ji ber Remezanê di saetên serê sibê de çûyîna ser sindoqan kêm bû lê ber bi nîvro ve çûyîn zêde bû.

KESEKÎ 3 CARAN DENG DA

13.01: Derket holê ku li navenda Mûşê kesekê 3 caran deng daye. Li Şirnexê jî mamosteye ku bertek nîşanî ‘veguhestinê’ da rastî tundiya polîsan hat.

DI 94 SALIYA XWE DE ÇÛ SER SINDOQÊ

12.55:  Halîme Bayram a 94 salî li navçeya Pasûrê çû ser sindoqê û dengê xwe da. 

BAKIRHAN: HERIN SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDIN
 
12.45: Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî dengdayînê bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û wiha bang kir: “Tevî hemû tiştan, em tevahiya gelê xwe bi hemû hêza xwe ve vedixwînin dengdayînê û parastina sindoqan.”

BERDEVKA DEM PARTIYÊ: HÊRSA XWE BI DENGDAYÎNÊ DERXÎNIN

12.38: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan hilbijêr li dijî agahî nerast hişyar kir û wiha got: “Em dizanin bihêrs in lê hêrsa xwe bi çûna ser sindoqan û dengdayînê hêrsa xwe derxînin.”

LEŞKER: EM JI DERVEYÎ BAJAR HATIN

12.36: Dema li Qersê deng bi komî dihatin avêtin, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît pirsa “Hûn ji ku hatine?” pirs kir û leşkerekî wiha bersiv da: “Em ji derveyî bajar hatine.”

QEYMEQAMÊ GEVERÊ BI AKP’IYAN RE LI SER SINDOQAN GERIYA

12.29: Qeymeqam û qeyûmê Geverê Omer Cîmşît, bi namzetê AKP’ê yê bajaroka Bajêrgeh a girêdayî navçeyê Dirbaz Buyuksu re li ser sindoqan geriya.

NAMZETÊN AMEDÊ BANGA XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN KIRIN

12.28: Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dengên xwe dan û piştre jî ev bang kirin: “Dê tu kes nekare vîna vî gelî xesp bike. Li dijî hîleya veguhestina dengan, divê her kes biçe ser sindoqan.”

PEYWIRDARÊ SINDOQÊ YÊ DEM PARTIYÎ HATE KUŞTIN

12.26: Li gundê Çirnika girêdayî navçeya Sûrê, di dema bikaranîna dengan de şerê çekdarî derket û  peywirdayê sindoqê yê DEM Partiyê hate kuştin.

AHMET TURK: EM BI DEWLETÊ RE KETINE PÊŞBIRKÊ

12.15: Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dengê xwe da. Turk ê pişt re daxuyanî da, bi gotina “Em bi dewletê bi xwe re ketine pêşbirkê” bang li gel kir ku dengên xwe bidin.

JI BO DENGAN PEYMANA BI MILYONAN TL’AN

12.00: Derket holê ku namzetê AKP’ê yê Xana Axparê Davut Arzu ji bo hezar û 200 dengan bi keya û melayan re bi bihayê 2 milyon TL’an peyman îmze kiriye.

SAKIK BERTEK NÎŞANÎ DENGDAYÎNA KOMÎ KIR

11.44: Sirri Sakik ê DEM Partiyî bertek nîşanî dengdayîna komî ya polîs û leşkeran da û wiha got: “Diz heye, diz heye! Li vî bajarî diz heye. Dixwazin îradeya vî bajarî xesp bikin.”

DEM PARTÎ: EM Ê RÊ NEDIN TU HÎLEYAN

11.43: Hin peywîrdarên dewletê hewl didin ji sindoqekê zêdetir dengan bidin desthilatê. DEM Partiyê ragihand ku dê van peywîrdaran tespît bike û giliyê wan bike.

LEŞKERÊN ‘VEGUHESTÎ’ LI ŞIRNEXÊ KETIN RÊZA DENGDAYÎNÊ

11.19: Li navenda Şirnexê leşkerên “veguhestî” ji bo dengên xwe bidin ketin rêzê.

NAMZETÊ AKP’Ê ÊRIŞÎ ENDAMÊ PARTÎYA ÎYÎ KIR

11.09: Li Cizîrê endamê AKP’î êrişî peywirdarê sindoqê yê ÎYÎ Partiyî kir. Li gel êrişê demekê kin gengeşî derket.

HATÎMOGÛLLARI: DÊ GEL BI SER KEVIN

10.55: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, ya dengê xwe da wiha got: “Li Tirkiyeyê dê gel serbikevin. Dê kesên bindest û keda wan tê xwarin serbikevin. Jin û ciwan dê serbikevin. Doza parazvanên xwezayê û mafên mirovan dê serbikeve.”

DENGÊN XWE YÊN FIROTIN AKP’Ê LI SER KOMA WHATSAP’Ê PARVE KIRIN

10.48: Kesên li Serêkaniyê dengên xwe firotine AKP’ê, di koman WhatsApp’ê de wêneyên pusulayên dengên xwe parve kirin.

SEROKÊ YSK’Ê YENER BINPÊKIRIN JINEDÎTÎ VE HAT

10. 41: Serokê YSK’ê Ahmet Yener, binpêkirinên diqewimin nedîtin û îdia kir ku hilbijartin “bêpirsgirêk” didome.

DU CARAN DENG DA

10.08: Hat tespîtkirin ku peywirdarên sindoqan li bajarokê Bulamê yê navçeya Çêlikanê li du sindoqên cuda deng bi kar anîne.

LI XELFETIYÊ HÎLE DEST PÊ KIRIN
 
10.07: Li navçeya Xelfetiyê ku bi veguhestina dengan di rojevê de ye, hîleyên hilbijartinê dest pê kirin. Li gelek gundên navçeyê deng bi komî hatin dayîn û DEM Partiyê li dijî vê îtîraz kir. 
 
'HILBIJÊRÊN GEROK' BI KOMÎ DENG DIDIN!
 
09.35: Leşker û polîsên ku AKP’ê li gelek bajaran veguhestibû û dê dengê komî bidin, li ser sindoqan hatin veguhestin.
 
UÇAR Û BAYINDIR: EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN
 
09.01: Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dengê xwe dan û wiha bang kirin: “Em xwedî li sindoqên xwe derkevin.”
 
DENGDAYÎN DEST PÊ KIR
 
08.00: Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengdayîn dest pê kir. 
 
07.00: Li 32 bajaran dengdayîn dest pê kir. Li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Giresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Gurgum, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê dengdayîn dest pê kir. 
 

Sernavên din

16/04/2024
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin
18:45 Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn
18:17 Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin
17:57 Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir
17:22 Di bobelata Teleferîkê de 17 kes rakirin nexweşxaneyê
16:59 TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da: Em ê bêdeng nemînin
16:40 Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
16:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
16:27 Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn
16:23 Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin
16:20 Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:32 Tacîza çawişê pispor bi meşê hate protestokirin: Faîl tê parastin
15:03 Cîhan Oral ê ji heman malbatê 3 kes qetil kirî hêj nehatiye girtin