NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî leşker û polîsên weke “hilbijêr” hatine veguhestin jî DEM Partîyê li bakurê Kurdistanê 3 bajarên mezin û li 9 bajaran jî meclisa giştî ya bajar bi dest xist û bû partiya yekemîn.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gorî encamên nefermî, bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi dest xist. Di heman demê de li 9 bajaran jî ji hêla endamtiya meclisa giştî ya bajar ve bû partiya yekemîn.
Di nava van bajaran de Şirnex, Sêrt, Êlih, Agirî, Îdir û Qersê jî hene ku bi hezaran leşker û polîs lê hatibûn veguhestin. DEM Partî li Çewligê jî bû partiya duyemîn.
Encamên 12 bajaran wiha ne:
WAN
DEM Partî: 55.17
AKP: 27.9
MÊRDÎN
DEM Partî: 53.77
AKP: 24.91
AMED
DEM Partî: 62.49
AKP: 17.09
AGIRÎ
DEM Partî: 46,19
AKP: 26,25
ŞIRNEX
DEM Partî: 55.31
AKP: 24.23
SÊRT
DEM Partî: 41.08
AKP: 36.25
ÊLIH
DEM Partî: 55.97
AKP: 17.36
BEDLÎS
DEM Partî: 35.34
AKP: 32.09
MÛŞ
DEM Partî: 43.34
AKP: 25.24
QERS
DEM Partî: 24.58
AKP: 21.92
ÎDIR
DEM Partî: 45.03
AKP: 24.73
COLEMÊRG
DEM Partî: 54.11
AKP: 28.11
ÇEWLIG
DEM Partî: 19.83
AKP: 33.11