DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye?

  • rojane
  • 13:32 4 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî penaberê bi navê Elî Welî ku radestî cendirmeyan hatiye kirin û piştre ketî destê kesên nasnameyan wan nediyar pêşnûmepirs da Meclisê û ji wezîr Alî Yerlîkaya ev pirs kir: “Gelo haya we ji dîmenên îşkenceyê yên Elî Welî heye yan na?” 
 
Penaberê bi navê Elî Welî (17) di 12’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate tehliyekirin û piştre ji bo dersînorkirinê bibin Navenda Paşveşandinê radestî cendirmeyan hate kirin. Çendek roj piştre jî hinek kesên birûpoş dîmenên kêliya îşkencekirina Welî ji malbata wî ya li Qamişlo ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şandin. 
 
Di dîmenên behsa xeberê de kesên nasnameya wan nediyar gef li malbatê xwarin ku heke bavê Elî Welî xwe radestî wan neke dê endamên malbatê û Elî Welî bikujin. 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî bi pêşnûmepirsekê rewşa Elî Welî xist rojeva Meclisê. 
 
Temellî, di pêşnûmepirsê de xwest Wezîrê Karên Hundir bersiva pirsên wî bide. 
 
BI HEJMAREJKÎ TELEFONÊ YA AYDÊ TIRKIYEYÊ LI MALBATÊ GERIYANE
 
Temellî, di pêşnûmepirsê de wiha got: “Di dîmenên li ser çapemeniyê hatin parvekirin de tê dîtin ku îşkence li Elî Welî tê kirin. Her wiha di dengê hatiye weşandin de ev kesên nasnameya wan nediyar li ser hejmareke telefonê ya aydê Tirkiyeyê li malbata Elî Welî ya li Qamişloyê ya Sûriyeyê digerin û gefan lê dixwin. Di qeydê de ev kes bi tirkî diaxive û ji dayika Elî Welî re dibêje; ‘Ez ê tevahiya malbata te bikujim. Dê hevjînê te di nava hefteyekê de li vê telefonê bigere. Tu rêyên din nînin. Wextê min pir e. Ji hevjînê xwe re bibêje êdî edalet û hiqûq tune ye. Heke hûn bixwazin biceribînin, xwe hefteyekê bigirin û bibînin bê ka dê çi bi kurê we bibe.’ Bi van gotina gefa kuştina Elî Welî xwarin ku îşkence lê dikin. Xuyaye ku rayedarên saziyên têkildar ên Tirkiyeyê berpirsyartiyên xwe bi cih ne anîne.” 
 
Temellî, bi daxwaza bersivandinê ev pirs ji Yerlîkaya kir:
 
*Haya we ji ciwanê bi navê Elî Welî heye ku piştî ji Girtîgeha Erzînganê hatî tehliyekirin êdî tu agahî jê nehatin girtin? Gelo çi îxbarên windabûnê ji bo wezareta we hatine yan na? 
 
* Elî Welî ku ji bo bibin Îdareya Koçberiyê radestî cendirmeyan hatibû kirin birine ku? Heke ji bo şandina Sûriyeyê bibirin Navenda Paşveşandinê, wê demê ev kîjan Navenda Paşveşandinê ye? Çima malbata wî nehatiye agahdarkirin? 
 
*Heke Elî Welî ji Navenda Paşveşandinê hatibe dersînorkirin, wê demê prosedûrên qanûnî hatine cîbicîkirin an na? Gelo biryara dersînorkirin tevî hincetên wê ji nûnerê qanûnî yê Elî Welî û parêzerê wî re hatine şandin an na? 
 
*Gelo haya we ji dîmenên îşkencekirina Elî Welî yên li ser çapemeniyê hatine parvekirin heye yan na? Gelo têkildarî îşkencekirina penaberekê di bin çavdêriya Tirkiyeyê de û gefên li malbata wî hatine xwarin de çi hewldanên we çêbûn? 
 
*Gelo têkildarî derheqê Îdareya Koçberiyê û Navenda Paşveşandinê ya Erzînganê de we çi lêpirsîn dayîne destpêkirin an na?”
 

Sernavên din

04/04/2024
16:41 CHP’iyê li dijî namzetê DEM Partiyê îtîraz kirî ji partiya xwe hat îxrackirin
16:34 Çalakvanên Nobeta Edaletê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
16:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de hewldana provakasyona alê
16:09 Qeyûmê Peyasê 5 neguhêzbar dewr kirin
15:58 Meşa Amarayê bi civîna bi gel re bi dawî bû
15:57 Şaredarê AKP’î piştî ku hilbijartin winda kir, pereyê alîkariyê bi paş ve kişand
15:56 HSK’ê derheqê dadgeha têkildarî Zeydan biryar dabû lêpirsîn da destpêkirin
15:43 Hevşaredarên Wanê tev li paqijkirina kolanan bûn
15:33 Zarokê li Edeneyê hatiye binçavkirin cezayê nederketina ji Şaxê girt
15:14 Rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî giran bû
15:05 Rojnamevan Alataş dê li ser gora xwe bê bibîranîn
14:53 Yildirim ê piştî 30 salan hatiye berdan: Îro rojek ronî ye
14:52 Dema binçavkirina 3 jê rojnamevan 132 kesan hate dirêjkirin
14:51 4’ê Nîsanê bi pankarta ku bi sûran ve daliqandin pîroz kirin
14:25 Zarokê rûbiken ê berxwedanê hate girtin
14:16 Bîlançoya du rojan a Wanê
14:15 Hem tundî lê kirin hem jî bi îdiaya ‘tundiyê’ derheqê wan de lêpirsîn vekirin
13:57 Qeyûma Cizîrê 772 milyon û 414 hezar TL deyn li pey xwe hiştiye!
13:32 DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye?
13:18 Ji ber îfadeya ‘Qirkirina Ermenan’ doza 4’emîn li Baroya Amedê hat vekirin
12:51 Ji Bekîr Kaya peyam: Berxwedana we ji bo gelan bû hêvî
12:50 Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike
12:12 Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye
11:58 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 ‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’
11:48 YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse
11:36 Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
11:34 Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû
11:33 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
11:18 Li Periyê dê hilbijartin jinûve bê lidarxistin
11:15 Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir
21:46 Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
21:01 Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî
20:22 3 rojnamevan hatin binçavkirin
18:51 YSK'ê mazbata da Abdullah Zeydan
17:29 Li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin dê jinûve bên hejmartin
17:28 Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin
17:21 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne
17:00 Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
16:59 Karamollaoglu: Gelê Wanê biryara xwe daye, şaredarê xwe hilbijartiye
16:52 Ji çar aliyan ji bo xelkê Wanê piştgirî hat dayîn: Dev ji darbeya siyasî berdin!
16:51 Li Amedê protestoya Wanê
16:31 Leyla Guven tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bû
16:19 Ji Partiya Sosyalîstên Ewropayî daxuyaniya Wanê: Tiliya Erdogan di nav de heye
16:03 Leyla Zana: Roj roja berxwedanê ye
16:02 Parvekirina Ciwan Haco ya ji bo Wanê: Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin
15:38 Li Wanê hemû kolan veguherîn qada berxwedanê
15:36 Bakirhan: Ji vê rêya xwe ya xelet vegerin
Hatîmogûllari: Heta em mazbatayê digirin dê têkoşîna me bidome
15:33 DFG: Êrişên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin
14:48 Girtiyên siyasî: Em di 4’ê Nîsanî de çalakiya xwe derbasî qonaxa nû dikin
14:47 Rapor: Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bicihanîn
14:28 Saziyên ziman û wêjeyê: Rêzê li vîna gelê kurd a demokratîk bigirin
14:22 Îtîraza têkildarî Bedlîsê hêj biencam nebûye
14:06 Darbeya hilbijartinê ya AKP’ê di çapemeniya cîhanê de ye
14:01 Li Curnê Reş bertekên li dijî dubare li dar xistina hilbijartinê didome
13:46 TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be
13:32 Li Farqînê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir
13:23 Encamên rast ên hilbijartinên Şirnexê bi avahiya DEM Partiyê ve hatin daliqandin
13:22 Hiqûqnasan li pêşiya edliyeyê bang kirin: Li dijî faşîzmê li cem gelê kurd cih bigirin
12:59 Çelîk ê AKP’î: Divê siyaseta bi destê darazê tê rastkirin dawî be
12:47 Malbatên ku zarokên wan hatin binçavkirin: Em ne ji mirinê ne jî ji girtîgehê ditirsin
12:35 Rayeya tayînkirina qeyûman a li komeleyan a wezaretê hate betalkirin
12:34 Li Keçîorenê êrişî avahiyê DEM Partiyê kirin
12:32 Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê
12:29 Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir
11:56 ‘Ji bo aştî û azadiyê em berê xwe bidin Amarayê’
11:34 Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin
11:31 Li Wanê li dijî darbeya hilbijartinê bi deh hezaran kes li ber xwe didin
11:05 DFG: 6 rojnameger rastî êrişan hatin, 153 nûçe hatin astengkirin
11:02 Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne
10:53 Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere
10:44 DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK’ê da
10:42 TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
10:39 Li Wanê derabe nehatin vekirin, gel li kolana ye
10:36 Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin
10:20 Eren: Tiştên diqewimin senaryoyeke plankirî ye
10:06 Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket
09:56 AKP’iyan hewl dan rojnamegerên dîmenan dikişînin lînç bikin
09:53 Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin
09:28 Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû
09:28 Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 162 roj in agahî jê nayên girtin
09:16 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 129’an de didome
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e